Serdana wezîrê karên derve yê Îranê bo Çînê, pêkutîyek li ser peywendîyên istiratêjîk
Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku ligel desteyeke pilebilind a sîyasî û aborî vê sibê giheşte Pêkenê, bi Wang Yî wezîrê karên derve yê Çînê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Wezîrên karên derve yên Îran û Çînê bi gotina vîya ku berçavgirtina tam a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji alîyê hemî wajokirên wê va pêwîst e, ragihandin: Komara Islamî ya Îranê û Çînê helwestên hevpar li hemberî mijarên navçeyî û navnetewî hene.
Peywendîyên Îran û Çînê wekî du welatên girîng ên asîyayî ku ketine ser Cadeya Hermûşê, anegorî alûgurên navçê, li warên aborî, sîyasî, çandî, ewlehî û berevanîyê li halê berfirebûn û kûrbûnê da ne. Sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo Çînê jî di vê arçovê da ye.
Di mijara ewlehîyê da, Îran ji kûrkirina hevkarîyên ligel Çînê di hemî waran da ji wan di warê berevanîyê da pêşwazîyê dike. Çang Van Çuvan wezîrê berevanîya netewî û serokerkanê hêzên çekdar ên Çînê li serdana xwe ya vê dawîyê bo Têhranê bi rayedarên Îranê ra li bara hevkarîyên ewlehî û berevanîyê gotûbêj kir.
Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî di hevdîtina ligel serokerkanê hêzên çekdar ên Çînê da têrorîsm û destwerdana narewa ya hin welatan li karên welatên din, wekî du xeter û gefên mezin zanîn û pêkutî kir ku peywendîyên her du welatan ser bingeha rêzgiritna dualî û berjewendîyên hevpar didomin.
Ev hevkarî di dewrana piştî cihanîna rêketinama navokî da ku rewşeke guncav jibo hevkarîya zêdetir di warên enerjî, berevanî, aborî û navokî û warên din da pêk hatîye, yê berfiretir bibin. Lewma yekemîn mijara ku li vê seferê bala derdorên sîyasî kişandîye, peywendîyên istiratêjîk ên Îran û Çînê ne.Ev mijara li gorî gefên heyî û nêrîn û helwestên wekhev ên Têhran û Pêkenê li bara parastina istiqrar û ewlehîya navçê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê, tê femkirin.
Asayî ye ku parastina ewlehîyê hewcedarê hevkarîya komkî ye û zêdekirina hevkarîyan di navbera welatên hevdeng û bibandor li alûgurên navçê û yên navnetewî dikare zemînê jibo hevkarîyên çendalî û serhevda bihêzkirina istiqrar û ewlehîya komkî pêk bîne.
Gefên têrorîstî û bicihbûna berfire ya hêzên NATO û Amerîkayê li Asîya Navendî û rojavaya Asîyayê niha bûye pirsgirêka girîng a navçê û cehanê.
Eyan e ku berfirekirina hevkarîyên Îranê ligel welatên wek Çîn û Rûsîyayê ser bingeha femkirina hevpar a gefan e û anegorî vê hevdengîyê jî yê peywendî bên berfirekirin û kûrkirinê. Aborîya Çîn û Îranê jî hevdu dikemilînin. Herwiha Çîn wekî endamekî Konseya Ewlehîyê û yek ji alîyên rêketinama navokî zzêdekirina hevkarîyên ligel Îranê di hemî waran da pêwîst dizane. Zerîf û Vang Yî di vê çarçovê da hevkarîyên aborî û bankî, dabînkirina bûca projeyan hilkolandin û têkildarî wan rawêjkarî kirin. Wezîrê karên derve yê Îranê pêkurî kir: Çîn û Îranê berjewendîyên hevpar hene û tu berbendek ser rêya berfirekirina hevkarîyên her du welatan tineye.
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê nêzî salekê berî niha li hevdîtina ligel Şî Cîn Pîng serokomarê Çînê û taxima bi wî ra li Têhranê, bal kişand ser rabhorîya dirêj a peywendîyên ticarî û çandî yên gelên Îran û Çînê û pêkutî kir, dewlet û gelê Îranê hertim bi dû berfirekirina peywendîyan ligel welatên serbixwe û hêjayî bawerpêkirinê yên wek Çînê bûne û niha jî vê yekê dixwazin.
Rastî eva ye ku sîyasetên serdestîxwazîyê yên hin welatan nemaze Amerîkayê û hevkarîya nejidil a wan bi welatên din ra bûne sedem ku welatên serbixwe bi dû hevkarîyên zêdetir bi hev ra bin.
Lihevkirina Îranê û Çînê jibo peywendîyên istiratêjîk ên 25 salî û meyla ser rojhilata dinyayê li çanda Îranê jî hema di v çarçovê da wateya xwe bidest dixe, ji ber ku cehana rojava tu wexta nekarîye pêbawerîya gelê Îranê bidest bixe. Lê di vê navberê da sîyaseta Amerîkayê li hemberî Îranê anegorî welatên rojavayî, pîstir û bikîntir bûye. Mînaka vê sîyaset û kiryarê jî meseleya bêsozîya Amerîkayê têkildarî sozên di çarçova rketinama navokî û dirêjkirina boykotên yekalî yên li dijî Îranê li kongirê ye ku berovajî rêkeitnama navokî ne. Ev sîyasetên dijminane bûne sebeb ku gelê Îranê û berpirsên welêt berfirekriina peywendîyên ligel welatên serbixwe bişopînin.
Ev gotina serokomarê Çînê dema serdana wî ya Têhranê ku got `` hin hêzxurt bi dû serdestkirina pawanxwazîyê û sîyaseta daristanê ya an bi me ra be yan dijminê me be`` ne, işareta ser vê rastîyê ye û nîşan dide ku Îran û Çîn bi dû peywendîyên serbixwe û dûrî armancên pawanxwazane ne. Ev helwesta dikare rewşeke guncav jibo cihanîna plan û sîyasetên dewletên serbixwe pêk bîne. Bi vî çavî divê meriv li peywendyên Îran û Çînê jî binêre.