Guherîna siyaseta Tirkiyê û hevdengiya tev rojhilat
Li pey bêrêziyên welatên rojava li Tirkiyê, rayedarên dewleta Enqerê cardinê siyaseta çûyîna ber bi rojhilatê kirine bernama xwe ya sereke.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd çawûşoglu li hevdîtina tev Îlmar Muhemedyarov wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê ji kiryarên dewleta Bakûyê li dijî teşkîlata Fethullah Gulen sipasî kir. Li gorî rapora ajansa Apayê, Çawûşoglu li sefera karî bo Bakûyê got: Biratî di rojên dijwar de tê seliamndin. Em pêngavên Komara Azerbaycanê li dijî tevgera Gulen dipesinînin.
Alûgurên siaysî yên Tirkiyê nîşan dide dema Enqere bi welatên Rojavayê re rastî pirsgirêkan tê xwe dide aliyê hevkariya tev welatên navçê û welatên cînar. Rasitî ew e hîqaret û bêhurmetiya ku Yekitiya Ewrûpayê li Tirkiyê kiriye bûye baîs rayedarên vî welatî ji YE dilsar bibin. Ezmûnên salên buhurî nîşan didin li hember wan bêrêziyan rayedarên Tirkiyê berê xwe dane hevkariya tev welatên navçê yên mîna Rûsiye, Çîn, Îran û wealtên din ên dijber siaysetên welatên rojava. Eva li halekê ye dema ku welatên rojavayê berê xwe didine Tirkiyê rayedarên dewleta Enqerê cardinê hevkariya xwe tev wan welatan destpê dikin. Ev hereketa pandolî tê vê wateyê ku dewleta Tirkiyê ti carî emegdarê welatên rojhilat nîne û tim û tim siyaseta xwe diguherîne, loma siaysetên bi vî awayî nikarin dayimî bibin û tenê li hin qonaxên demkurt de pirsgirêkên welatên mîna Tirkiyê çareser dikin û hewcetiyên wan ji holê radikin.
Di eynî demê de divê were gotin ev siayseta demkî ji aliyê wan welatan e ku hewl didin jibo berjewendiyên xwe yên demkî berê xwe bidin peywendiyên navçeyî û cîhanî.
Serokomarê Tirkiyê çend rojan berî niha li axiftinekê li bernameyeke televîzyonî ji gelê vî welatî xwest paşkevtên xwe yên diravê derve bispêrin destê bankên Tirkiyê ku diravê neteweyî yê Tirkiyê -Lîre- xurt û bihêz bibe. Erdogan tekez kir: Gelê Tirkiyê bi diravên derve dê zirarê bikin, çimkî diravê derve nîşan û sembola mentiqa empiryalîstî ye.
Piştî viya Erdogan ragihand Enqere dixweze danûstandinên ticarî tev Îranê, Rûsiye û Çînê bi diravê neteweyî yên van welatan destpê bike.
Wî şemiya derbasbûyî diyar kir pêşniyara danûstandinên ticarî bi Lîre û Rûblê daye Vladmîrî Putîn hevtayê xwe yê rûs.
serokkomarê Tirkiyê destnîşan kir: Ev pêşniyara daye Îran û Çînê jî. Pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê ku ji dema boykotên Rûsiyê ji par ve destpê bûye piştî darbeya bêencam a Tîrmeha buhurî girantir bû û li mehên derbasbûyî gihêştiye asteke pir metirsîdar.
Bêguman siyasetên mudaxilekiranê yên Tirkiyê li Sûriye û Iraqê bingeha hemîpirsgirêkên siaysî û aborî yên Tirkiyê ye. şaşitiyên Tirkiyê li warê muahsibatê derveyeke giran li aboriya vî welatî xistiye.
Sercem divê were gotin rayedarên dewleta Enqerê ticarî ser siayseta xwe ya niha nasekinin û ev siyaseta demkî tenê maye ser berteka welatên rojava. yanê ev siyaseta Tirkiyê dê heya wextekê bidome ku dewletên ewrûpî rûyê xweş nîşanî rayedrên Enqerê bidin.