Dijwarbûna pirsgirêkên Tirkîyê di warê dirafên bîyanî da
Bandorên destwerdanên serbazî yên derveyî û derbeya bêencam a Tîrmehê ser aborîya Tirkîyê giheştine asta herî jorîn.
Pirsgirêkên warê dirafên bîyanî û aborîya Tirkîyê ku ji dema boykotên Ûrsêtê di sala buhurî da destpê bibûn, bi dû derbeya bêencam a Tîrmehê li Tirkîyê dijwar bûn û van mehên dawîyê bêmînak bûne. Di dewama vê pêvajoyê da, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê behsa daketina behreyên bankî kir û ji welatîyên vî welatî xwest ku dirafên bîyanî yên xwe bi dirafê netewî ango Lîrê tirka biguherînin.
Erdogan got ku kesên dirafên bîyanî destê wan da ne bila bikin zêr û Lîre ta ku qîmeta dirafê netewî yê vî welatî li hemberî dirafên bîyanî jorda here.
Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Jibo kêmkirina asta behrê tu rêyek din tineye û tişta ku ez dibêjim bankên dewletê jî digire ber xwe. Piştî gotinên Erdogîn, qîmeta Lîrê tirka careka din daket û daketineke din a bêhempa da qeydkirinê. Di rewşa niha da, bazara Tirkîyê dilgiranê destwerdanên berdewam ên Erdogîn li karên aborîyê ye ku tevî zama giran, hertim ji Banka Navendî dixwaze ku asta behrê daxe.
Serokomarê Tirkîyê li halekî van gotinan dibêje ku bihaya dirafê Tirkîyê bi hegera hin alûgurên sîyasî û rewşa ji ber bêewlehîtîya li deverên curbicur ên vî welatî ewqasî li hemberî dolarê amerîkî daket ku daketineke bêhmepa bû. Wekî mînak, Banka Navendî ya Tirkîyê di meha Mijdarê da bi berçavgirtina pêvajoya daketina bihaya dirafê Lîr, ji sedî 13 qîmeta xwe ji dest da.
Tevî ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê hema bêje kêm be jî, hebandina nav gel da ji ber çêtirbûna rewşa aborîya Tirkîyê bidest xistîye, wer xûya dike ku heke rewşa niha bidome ew û AKP`ê yê gellek piştgirên xwe ji dest bidin. Rastî eva ye ku destwerdanên eskerî yên Tirkîyê li Sûrîye û Iraqê mideha çend salên buhurî da bi berfiretî ketine rojeva karê hakimîyeta Enqerê da bûne. Vê mijarê derbeyeke giran li rewşa aborîya Tirkîyê xist. Di vî warî da, pevçûnên di navbera hêzên Tirkîyê û endamên PKK`ê û êrişa artêşa vî welatî ser deverên kurdnişîn ên Tirkîyê bûne sedema aloztirbûna rewşa aborîya Tirkîyê.
Rewşa nebaş a aborîya Tirkîyê li halekî didome ku delweta Enqerê bi YE`yê ra ketîye gêre û gengeşeyeek nû. Heta YE`yê gotûbêjên enametîya Tirkîyê li vê yêketîyê dan sekinandinê. Ji ber ku dewleta Enqerê bilî girtin û wêdadayîna bi hezaran welatîyên tirk piştî derbeya Tîrmehê, hela jî bi dû wêdadayîna hêzên bi gumana xwe emekdarê tevgera Gulen e. Bi her awayî divê meriv gêre û pirsgirêkên hevgav ên ku Enqere li çend meydanan tûşî wan bûye û taybet jî dûrketina Tirkîyê ji YE`yê ji wan hegerên lawazbûna aborîya Tirkîyê bizane. Ji ber ku aborîya Tirkîyê bi awayekî berfire girêdayîyê aborîya Ewropayê ye. Eyan e ku welatên ewropî lê digerin Tirkîyê bêxin rewşeke dijwar ku heke ew bigihêjin vê merema xwe, mimkin e ku aborîya Tirkîyê bizvire ser rewşa berî desthilatdarîya AKP`ê di sala 2003`yê da.
Bi ser hev da divê mirov bêje ku dewleta Enqerê bi hegera ketina nav rewşeke lihevalîyayî, di rewşeke nebaş da ye. Bê şik rizgarbûna ji vê rewşê girêdayîyê çend faktoran ji wan dûrketina Tirkîyê ji destwerdanên derveyî û birêvebirina neyarên navxweyî û gotûbêja ligel wan e.