Kanûn 02, 2016 17:15 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên karên derve yên Tirkîye û Ûrsêtê li Alanîyayê

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê di çarçova pêncemîn civîna koma hevpar a plandarêştina istiratêjîk a Tirkîye û Ûrsêtê duh 1`ê Kanûnê bi hevtûşê xwe yê ûris re li Alanîyayê hevdîn pêk anî û her du alîyan li bara alûgurên herî dawîyê yên navçê, nemaze qeyrana Sûrîyê qise kirin.

Hilkolandina destkevtên komxebata hevpar a plandarêştina istiratêjîk a her du welatan ji wan jinûvakifşkirina peywendîyên Moskov û Enqerê li warên aborî û ticarî û herwiha berfirekirina hevkarîyên sîyasî yên her du alîyan ji mêhwerên din ên gotûbêja wezîrên karên derve yên Tirkîye û Ûrsêtê li civîna Alanîyayê bûn. Lê di vê navberê da xala berbiçav pêkutîya Lavrof û Çavûşoglu li ser pêwîstîya çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê bû. Ji hêlekê va herçend ku plana hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsîye û Tirkîyê ji pêşva hatibû darêştin lê, gotinên vê dawîyê yên serokomarê Tirkîyê ku got armanca ketina hêzên artêşa vî welatî nav axa Sûrîyê rûxandina dewleta Bişar Esed serokomarê Sûrîyê ye, bandora xwe li girîngîya civîna Alanîyayê û lihevkirinên li vê civînê hebûye. 

Nemaze ku gotinên tund ên Erdogîn pêrgî berteka lezgîn û soresor a serokomarê Rûsîyê û ku Tirkîye qet çavlirêyê wê nebû, bû. Bersivxwestina wezîrê karên derve yê Rûsîyê ji hevtûşê xwe yê tirk li bara gotinên tund ên Erdogîn li dijî Bişar Esed serokomarê Sûrîyê ku bû sedema axavtina têlêfonî ya Pûtîn û Erdogan û paşdavekişîna serokomarê Tirkîyê ji gotinên xwe, girîngîya hevdîtina wezîrên karên derve yên her du welatan zêde kir. Nemaze ku civîna Alanîyayê demlidest piştî van bûyerana pêk hat. 

Renge jibo nermkirina gotinên tund ên serokomarê Tirkîyê li dijî Bişar Esed bû ku wezîrê karên derve yê Tirkîyê li hevdîtina tev hevtûşê xwe yê ûris neçar ma ku bi wî ra li bara çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê û rawestandina pevçûnan li vî welatî lihev bike.

Çavdêrên sîyasî ser vê bawerê ne ku gotin û helwestên sîyasî yên berovajî hev ên rayedarên Tirkîyê li bara alûgurên navçê û ji wan li bara Sûrîyê, encama rewşa dijwar a sîyaseta derve û navxwe ya Tirkîyê ye. Hin derdorên sîyasî jî ser vê bawerê ne ku Erdogan, bi gotinên gengeşedar ên xwe ku renge tenê bi kêrî nava Tirkîyê bên, dil heye hela jî iqtidara sîyaseta derve ya Tirkîyê raxe ber çavan. Herçend ku tê gotin rêvebirên Tirkîyê neçar in ku rastîyên encama alûgurên sîyasî, meydanî û navnetewî têkildarî qeyrana Sûrîyê qebûl bikin. Rewşa ku hin derdorên rexnekir ên dewleta Tirkîyê wê wekî pêwîstîya maqûlbûnê li sîyaseta derve ya vî welatî binav dikin. Işkesta Enqerê li pêşdabirina sîyasetên navçeyî yên xwe li bara Sûrîyê di hemî warên serbazî, aborî, ewlehî û insanî da û li rex vê yekê serketinên hêzên dewleta Sûrîyê li meydana şêrr û jidestdayîna karta lîstikê ya awareyên sûrî li nîqaşên Tirkîye û Ewropayê, beşek ji wan meseleyan in ku derdorên rexnegirê delweta Tirkîyê wan wekî pêwîstîya berçavgirtina maqûlbûna rêberên Enqerê têkildarî sîyaseta derve ya vî welatî işaretê ser wan dikin. Serketina sîyasî ya Rûsîyê li muadileyên desthilata navçê hevgavê paşdavekişîna Amerîkayê ji helwestên xwe yên berê yên têkildarî Sûrîyê û herwiha guherîna helwesta hin akterên navçeyî li hemberî qeyrana Sûrîyê jî di vê çarçovê da dikarin bên nirxandin.

Hevdengîya Misrê ligel Rûsîyê li şerê dijî DAIŞ`ê û lampa kesk a Qahirê li hember hevkarîya ligel Moskovê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê da, mijareke din e ku rêberên Enqerê neçar in ji ber wê sîyasetên xwe yên navçê bixin ber venihêrînê û rêçara syasî têkildarî qeyrana Sûrîyê qebûl bike.

Divê hema meriv bi vî çavî bera xwe bide lihevkirina wezîrên karên derve yên Tirkîye û Ûrsêtê li civîna Alanîyayê.