Kanûn 01, 2016 13:26 Asia/Tehran
  • Hevhatina dîrokî ya OPEC`ê û geşbûna bihaya niftê

Endamên Saziya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC), roja çarşrmiyê, li civîna Viyenayê li hev kirin ku di rojê de mîlyonek û 200 hezar bermîlî, berhemanîna nifta xwe kêm bikin ta ku asta berhemanîna OPEC`ê bigihîje 32 mîlyon û 500 hezar bermîl di rojê de.

Li gorî daxuyaniya dawîn a civîna OPEC`ê,  hevhatina dîrokî ya endamên OPEC`ê bi armanca lezandina kêmkirina zêdehiya firotin û pêşdabirina pêkanîna hevdengiyeka dubare ya li bazara cîhanî ya niftê, bi dest ketiye. Komara Îslamiya Îranê, El Cezayêr, Iraq, Kuweyt, Lîbî, Nîceriye, Qeter, Erebistana Siûdî, Mîrekên Yekgirtî yên Erebî (Imarat), Êkvador, Angûla û Vênêzoêla, endamên OPEC`ê ne.

Li gorî biryara dawîn a OPEC`ê li viyenayê, Erebistana Siûdî, wê asta berhemanîna nifta xwe kêm bike û bigihîjîne 10 mîlyon û 60 hezar bermîlî di rojê de. Asta berhemanîna nifta Erebistana Siûdî, li meha Cotmeha buhurî, 10 mîlyon û 540 hezar bermîl di rojê de bû. Lê hevhatina OPEC`ê îzn da Îranê ku asta berhemanîna xwe ya nû bigihîne 3 mîlyon û 975 hezar bemîl di rojê de. Eva yanê asta berhemanîna nifta Îranê, vegeryaye asta berî boykotan.

Hevhatina dîrokî ya OPEC`ê li Viyenayê ku berî niha li El Cezîrê paytexta El Cezayêrê ji aliyê endaman ve hatibû qebûlkirin, ji destpêka Çileya 2017`an wê cih were. Bi gotineka din mirov dikare bêje hevhatina El Cezîrê li civîna 30`ê Mijdara 2016`an a li Viyenayê, bi fêmkirina rewşa qeyranî ya bazara cîhanî ya niftê cih hat.

Daketina bihaya niftê ji 115 dolarî di sala 2014`an de bo nêzî 30 dolarî û paşê heya nêzî 50 dolarî, lîstikvanên girîng ên niftî û ji wan Erebistanê neçar kir ku li dawiyê tevlî hevhatina OPEC`ê bibin ta ku zêdetir ji berê ji qeyrana li bazara cîhanî ya niftê nekevin ber ziyanan.

Berî bi rêveçûna civîna OPEC`ê li Viyenayê, hevhatina endamên vê saziyê jibo kêmkirina berhemanîna niftê, bi awayekî tam û sedî sed nedihate texmînkirin û helwêstên ku Erebistanê berî civîna 30`ê Mijdarê ragihandibûn, ev mijar piştrast dikir.

Lê encama civîna OPEC`ê li Viyenayê, nîşan da ku dîtina rastiyan, rêçareya derketina ji qeyrana niftê ye û helwêstên siyasî, pirsgirêkê çareser nakin. Pêkutiya Erebistanê li ser kêmkirina berhemanîna Îranê, li ser bingeha qanûn û mantiqê nebû. Îzna OPEC`ê bo Îranê jibo berhemanîna sê mîlyon û 975 hezar bermîl nift di rojê de, mafê Îranê yê qanûnî bû û bi gotineka din, OPEC neçar ma ku dîplomasiya niftî ya kêrhatî ya Îranê qebûl bike.

Li gorî belgeya ku li Viyenayê hatiye lihevkirin, Erebistana Siûdî 486 hezar bermîl di rojê de, Iraq 210 hezar , Mîrekên yekgirtî yên Erebî 139 hezar û Kuweyt 131 hezar bermîl di rojê de, asta berhemanîna nifta xwe wê kêm bikin.

Berhema zêde ya Erebistanê ligel hin welatên din, roleka xwe ya girîng bona kêmbûna bihaya niftê hebû û kêmbûna asta berhemanîna van welatan, rêzgirtina mafên welatên din û hevahengiya wan bi nijyara OPEC`ê ye.

Ya ku li dawiya civîna OPEC`ê li Viyenayê jibo cara yekemîn a piştî sala 2008`an  qewimî, serketina li dema herî dijwar a li hember rikeberan bû. Ev hevhatina dîrokî, wê tivdîreka girîng jibo pêşeya nifta cihanê bi armanca pêkanîna hevdengiya li bazar xwestek û firotina niftê be.

Bandora yekemîn a hevhatina niftî ya OPEC`ê, zêdebûna nêzî sedî 10`an a bihaya her bermîleka niftê li bazara New York`ê di roja çarşemiyê da bû. Li bazara New York`ê, bihaya her bermîla niftê ya Wêst Têgzas Întêrmêdîtê jibo radestkirina li meha Çileya 2017`an, çar dolar û 21 sêntan zêde bû û gihîşte 49 dolar û 44 sêntî.