Mijdar 30, 2016 18:10 Asia/Tehran
  • Şaşitîya insanî bûye wesîleya fêlbazîya Amerîkayê jibo pînekirina cinayetên xwe

Komîteya Lêkolînê ya Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê bi fermî li bara êrişa baslafirên cengê yên vî welatî ser baregehên artêşa Sûrîyê li Dêrezorê li xwe mukur hat.

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê encamên lêkolînên komîteya xwe ya lêkolînê li bara êrişa hewayî ya meha Îlonê ya balafirên hevalbendîya navnetewî bi serkirdetîya Amerîkayê ser baregehên hêzên artêşa Sûrîyê li Dêrezorê li rojhilata vî welatî ragihandin.

Bi dû nerazîbûna vebirr a Rûsîyê li hemberî vê êrişê, Amerîka neçar ma ku komîteyeke lêkolînê di vî warî da pêk bîne û hegera êrişa ser baregehên artêşa Sûrîyê hilkolîne.

Serokê komîteya lêkolînê ya Pêntagonê dema pînekirina êrişa balafirên cengê yên vî welatî ser baregehên artêşa Sûrîyê li koma nûçegihanan got: Ev êrişa şaitîyeke mezin a ferdî bû ne şaşitîyeke bixerez.

Di encama êrişa hewayî ya balafirên cengê yên hevalbendîya navnetewî bi serkirdetîya Amerîkayê ser baregehên artêşa Sûrîyê li Dêrezorê da herîkêm 62 hêzên artêşa Sûrîyê hatin kuştinê. Hêjayî gotinê ye ku êrişa ser baregehên artêşa Sûrîyê li Dêrezorê bû sedema pêkhatina amadekarîyên êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser vê baregehê jibo dagirkirina wê.

Li gorî raporan, hevgavê êrişa Amerîkayê ser baregeha hêzên artêşa Sûrîyê li Dêrezorê, têrorîst jî jibo dagirkiirna vê baregehê ketine liv û tevgerê. Li gorî nûçeyan cureke hevdengî di navbera Amerîkayê û têrorîstan di vî warî da xûya dike.

Eva li halekî ye ku Amerîka lê digere êrişa ser baregeha hêzên artêşa Sûrîyê û kuştina eskerên têda bûyereke ne-enqest nîşan bide. Lê hemî belge û şop nîşan didin ku ev cinayeta amerîkîyan karekî enqest û li gorî planê û bi hevdengîya ligel têrorîstan bûye.

Di esasê da li gorî alavên pêşketî yên di destê hêzên amerîkî da û propaganda berfire ya li bara şîyana van hêzana, cidakirina baregeheke eskerî ya artêşê ligel cihên kombûna têrorîstan karekî gellekî hêsan e. Her çawan be, nekarabûna amerîkîyan li nasnekirina cihên bi vî rengî ku ji hêla serbazî va tiştekî zef seretayî û hêsan e, lawazîya Amerîkayê nîşan dide, Amerîkaya ku dew û doza şîyan û xurtîya li şerê dijî têrorîsmê dike. Bê guman lawazîyên bi vî rengî dikarin dûhatên giran jibo gelên navçê bînin. Xelkê cehanê hê cinayeta Amerîkayê ya êrişa ser nexweşxanekê li Efganistanê bi heceta têkoşîna li hemberî têrorîsmê jibîr nekirine ku di encamê da bi dehan nexweş û personelên dermankirinê hatin kuştinê. Eva li halekî ye ku çend rojan berî niha jî di encama êrişa balafirên cengê yên hevalbendîya amerîkî ser taxa Beisê li bajarê Mûsilê da jî, 18 sivîlên iraqî ji wan 14 jin hatin kuştinê. 

Kuştina xwendekaran li Mûsila Iraqê, êrişa ser merasima şîngêrîyê li devera Daqûqa Kerkûkê ku di encamê da 25 sivîl ji wan 15 jin hatin kuştinê ji wan kiryarên hevalbendîya amerîkî ya li dijî têrorîsmê di van mehên dawîyê li Iraqê da bûne ku NY li hemberî wan bêdeng maye.

Gellek çavdêrên sîyasî li gorî belge û şopên heyî, cinayetên Amerîkayê di çarçova armanc û meremên biguman û bixerez ên vî welatî li Sûrîye û Iraqê dinirxînin. Heke meriv bala xwe bide ser alûgurên Sûrîye û Iraqê û tevgerên Amerîkayê li hemberî wan, mirov fem dike ku Amerîkayê ti armancek bilî lawazkirina artêşa Sûrîyê û bihêzkirina têrorîstan û dayîna mecalê bo wan tineye û di vî warî da bi mijarên wek agirbesê û ne-enqestzanîna cinayetên xwe li welatên curbicur bi dû rewanîşandayîna sîyasetên xwe yên bikîn li welatên curbicur e. Lê hevalbendîya amerîkî ya qaşo l idijî têrorîsmê di rastîyê da bûye maşîna kuştina gel û hêzên artêşê li Sûrîye û Iraqê û kiryarên wê alozî û astenîgyeke cidî xistine pêvajoya têkoşîna li hemberî têrorîsmê.