Mijdar 28, 2016 18:11 Asia/Tehran
  • Civîna 27`an a menşûra cîhanî ya enerjiyê û  sekinîna ser rola sereke ya Îranê li dabînkirina ênêrjîyê

Wezîrê av û ceryanê yê Îranê li axavtinekê li 27`emîn civîna menşûra cîhanî ya ênerjîyê li bajarê Tokyoyê paytexta Japonê bal kişand ser rola ênêrjîyê li sîstema aborîyê û jîyana insanî û xwest ku çavkanîyên ênerjîyê werin pircurkirin û ewlehîya wê ji her babetekê ve dabîn bibe û îstifadeya ji ênêrjîyên ku dîsa tên saxvekirin zêde bibe.

Hemîd Çîtçîyan bibîr xist ku ênêrjîyên dubare tên saxvekirin roleke girîng li gellek welatan hene, lê kes nikare rola ardûyên fosîlî yên wek nift û gazê li berhemanîna ênêrjîyê herî kêm heta sala 2030`yê berçav negire.

Konfiransa wezaretî ya Lahe-2 li bara menşûra navnetewî ya ênerjîyê di sala 2015`ê da li Lahê paytexta Holandayê hat lidarxistin ta ku menşûra navnetewî ya ênêrjîyê wekî menşûra birojbûyî ya ênêrjîya Ewropayê bipejirîne. Di vê konfiransê da nunerên pilebilind ên welatên wajokirê menşûra ênêrjîya Ewropayê di sala 1991`ê da û wekî nunerên pilebilind ên dewletên endamê menşûra navnetewî ya ênêrjîyê, menşûra navnetewî ya ênêrjîyê yan wajo kirin an razîbûna xwe li ser wê ragihandin. Armanca sereke ya menşûra navnetewî ya ênêrjîyê alîkarîya jibo bikaranîna çêtir a ênêrjîyê li welatên li halê pêşketinê, pêkanîna potansîyelên nû û herwiha sekinîna li hemberî pirsgirêkên hevpar di warê ênêrjîyê da ye. Ji ber armancên vê menşûrê pêwîst e ku hevkarîyên di warê ênêrjîyê da, li astên netewî, navçeyî û cehanî anegorî dertûrkara hevpar pêk bên. Lewma tevlîbûna Îranê li vê menşûrê li civîna Tokyoyê dikare zemînê jibo hevkarîyên zêdetir li beşa ênêrjîyê jibo welatên endam pêk bîne.

Niha bi wajokirina belgeyên endametîya Îranê li menşûra nanvnetewê ya ênêrjîyê, Îran bi fermî bûye endamê çavdêr ê konfiransa navnetewî ya `` menşûra ênêrjîyê. Belgeyên tevlîbûna Îranê li vê menşûra navnetewî ji hêla Çîtçîyan va li bajarê Tokyoyê hatin wajokirin.

Rola Komara Islamî ya Îranê wekî xwedîyê çavkanîyên herîmezin ên ênêrjîyê fosîlî, li dabînkirina ênêrjîyê gellekî dîyarker e. Niha gellek plan jibo veguhestina gaza devera Asîyaya navendî bo bazarên Ewropayê di rojevê da ne ku rêya herîbaş, kêmxerc û ewleh jî ji nav axa Îranê va ye. Bilî Asîyaya Navîn, çavkanîyên herîmezin ên gazê jî li Kendava Farsê ne ku jibo veguhestina wan bo bazarên mesrefê, rêya herîbaş ji Îranê va derbas dibe.

Perravên Îranê li avên berfire yên Kendava Farsê û deryaya Umanê û li bakûr jî li dirêjatîya xeta perrava deryaya Xezerê girêdayîyê çavkanîyên dabînkirina ênêrjîyê ne. Ev cîgeha bêhempa bûye sebeb ku nijyar û teisîsên derxistin û veguhestina ênêrjîyê ji çavkanîyan û heta sermayedanîna ewleh û anegorî jîngehparêzîyê li ênêrjîyê nû yên wek ênêrjîya navokî pêk bên.

Derfet û potansîyelên wek devera taybet a aborîyê ya Parsa Başûr li perravên Kendava Farsê, bi têkilîyên ligel derveyî navçê, Îran kirine navendke aborîyê û veguhêza ênêrjîyê.

Perravên Mekranê jî bi serdestîya li deryaya Umanê û oqyanûsa Hindê û cîgirtina li ser rêka tengava zef girîng û istiratêjîk a Hurmizê jî serpişkîyên din jibo Îranê di vî warî da tên hesêb. Niha welatên wek Hind û Çînê bala xwe dane ser sermayedanîna li van deverana.

Îranê potansîyel û tecrubeyên baş di warê danîna şebekeya veghortin û veguhestina ceryanê bi 7 welatên navçê ra hene ku di vî warî da pêşnîyara xwe raber kirîye. Hebûna derînerên mezin ên nift û gazê li navçê û bazara berfire ya mesrefa enerjîyê bûne sebeb ku rewşeke guncav pêk bê ta ku Îran bibe mêhwera tranzîta nift û gazê li navçê.

Orbanrasnak sêkrêtêrê giştî yê menşûra ênêrjîyê li hevdîtina ligel wezîrê av û ceryana Îranê got ku Komara Islamî ya Îran dikare li warên nift, gaz û ceryanê û mazûvanîya civînên curbicur ên menşûra ênêrjîyê û hevkarîya li bara amadekirina qaydeyên ênêrjîyê li qada muadileyên ênêrjîya cehanê roleke aktîf bilîze.

Ser vî esasî li civîna Tokyoyê biryar hat dayînê ku lêkolînên hevpar li bara berfirekirina bazarên navçeyî yên ceryan û gazê li Îranê û welatên cînar pêk bên û encamên wan li civîna din a konfiransa menşûra ênêrjîyê li Tirkmenistanê bên raberkirin.