Mijdar 25, 2016 18:21 Asia/Tehran
  • Berteka Tirkiyê li ber Biryarnama Parlemana Ewropayê ya rewstandina muzakireyên endametiyê

Serokwezîrê Tirkiyê li hember biryarnama Parlemana Ewrûpayê ya rawestandina muzakirên endametiya li YE, gef li Ewropayê xwar ku bêyî alîkariya Enqerê renge Ewrûpa ji ber koçberiya zav a penaberan rastî pirsgirêkan were.

 Parlemana  Ewrûpayê roja pênşemiyê 24 mijdarê bi biryarnameykê ji komîsyon û endamên Ye xwest ku demkî muzakirên endametiya  Tirkiyê li Ye rawestînin. dengê parlemana Ewrûpayê li bara rawestandina muzakirên  endametiya  Tirkiyê li Ye nayê îcrakirin lê ev biryara  ne tenê muzakira bi Tirkiyê re paşde têxe belkî dikare bibe hişyariyek bo Tirkiyê jibo ku ev welata  li warê navxweyî û derve  reftara xwe bighere.

 Ji hegerên parlemana  Ewrûpayê jibo dayîna  biryarnemeyek wisa dikarin amajeyî bi serkutkirina  berfireh a neyarên dewleta  Enqerê li siba adrbeya 15 Tîrmeha buhurî li vî welatî bikin.

 Kiryarên Tirkiyê yên derheq  serkutkirina  darbekiran, girtinên berfireh,  paqijkirina  artêşê, teşkîlata dadweriyê, zanîngehan û dayiran ji aliyên  Fethullah gulen ku bû sedema  giritn û wêdebirina  60  hezar kes ji endamên  grûpa Gulen sercem hin reftar bûn ku  rayeadrên  ewrûpî wê weke  firsendxwaziya  Erdogan li hember dijberan û qahîmkirian cih û şûna  xwe bi anv kirin. Bi taybet ku  hin derûdorên Tirkiyê mesela guhertina  nizama  hikûmetî ya Tirkiyê hewldana  Erdogan jibo zêdekirina  desthilata  xwe li Tirkiyê dizanin.

Herçend ku  hin gotinên  rayedarên dewleta tirkiyê derheq  zêdekirina  serkutkirina  neyaran ku heta  asta betalkirina  cizaya îdamê li Tirkiyê pêşde çû û her wiha  gotinên tund ên  wî li serkutkirina  tam a endamên PKK li kêleka berdewamkirina ragihandina  rewşa awarte jibo serkutkirina  neyaran li bertekên  bi kelean ên  civaka ewrûpî li hember Tirkiyê bêbandor nebûye.

 Amajeya parlemana  Ewrûpayê li girtian pêşiya azadiya axiftinê û girêdana  medyan li civaka Tirkiyê jî nîşan dide ku civaka ewrûpî azadiya medyan û azadiyên civakî û medenî wek amûrekê ji xwe re bi kar tîne. Ji aliyê din ve  civaka ewrûpî mesela  muzakirên endametiya  Tirkiyê li YE ji xwe re kiriye hecet jibo ku reftara vî welatî li muadilên  navçê û alugurên siaysî, aborî û civakî yên  vî welatî jî texmîn kirî bû. Çawa ku şexsê Erdogan serokkomarê Tirkiyê beriya lidarxistina  civîna parlemana Ewrûpayê encama  dawiyê ya  vê civînê texmîn kiribû û behsa  bifermînezanîna  birayar û dengê vê saziyê li hember Tirkiyê kiribû.

 ERdogan  helbet ne tenê pêştir  ev birayra parlemana Ewrûpayê bi fermî nezanî belkî pêştir jî li hember hişyariyên civaka  ewrûpî li bara dewama serkutkirina neyaran  sersar bibû. Bêguman birayar  parleman a Ewrûpayê derheq rawestandina  muzakirên endametiya Tirkiyê li YE dê rastî rexneyên  derûdrên  siaysî yên vî welatî were Ji ber ku  li gor wan hemî hewldanên  Tirkiyê  jibo endametiya  li vê yekitiyê û her wiha  hemî desrtkevtên  35 salî yên tirkiyê bi helwêst û hevdengiyên siyasî  û ewlehiyê yên  dewletên rojavayê şikestxwarî tê hesabê.

 Erdogan bawer e li van salana  Tirkiye  anegorî hin endamên nû yên civaka ewrûpî ji hêla  siyasî û aborî û azadiyên  medenî  ci û şûneke baştir hebûye û niha bi  reftara  siyasî û  newekhev a  civaka ewrûpî rûbirû  bûye.