Derdûdorên rojavayî dereng mukir hatin ku DAIŞ`ê çekên kîmyayî xebitandiye
Navenda emerîkî ya lêkolînên li bara terorîstên DAIŞ`ê nasiyar bi IHS`ê ragihand ku endamên DAIŞ`ê ji sala 2014`an zêdetir ji 71 caran li Iraq û Sûriyê çekên kîmyayayî bi kar anîne.
Li rapora navenda IHS`ê hatiye ragihandin ku endamên DAIŞ`ê 52 caran li Iraq û Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne û 19 caran jî bikaranîna çekên kîmyayî li derdora bajarê Mûsilê li Iraqê hatiye tomarkirin.
Sergeyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî li bara hilkolandina şandina serbixwe ya nimûna madên kîmyayî yên ku terorîstan li Helebê bikar anîne bo Rêxistina Qedexetiya Belavkirina Çekên Kîmyayî (OPCW) li Lahê agahî da.
Wezîrê karên derev yê Rûsiyê herwiha da zanînê mixabin berpirsên vê rêxistinê ji ber fukarên ewlehiyê û zextên hevkarên me li welatên rojavayê ev kara nekirine.Nimûneyên kombûyî mirov xatircem dikin ku madên kîmyayî ji aliyê terorîstan li Helebê hatine bikaranîn.
Weşandina rapora derûdorên rojavayî bityabet derûdorên emerîkî li bara bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞ`ê ji sala 2014`an nîşan dide ku ev derûdor û dewletên wan haje êriş û cinayetên berfireh ên terorîstan hebûne û bi bêdengiya xwe û pergalkirina van terorîstan bi çekên kîmyayaî rê jibo dewama cinayetên wan xweş kirin.
Li vê midehê derûdorên rojavayî bi bêdengiya xwe xwestine ku cinayetên DAIŞ`ê ji wan cinayeta têrorîstan derheq bikaranîna çekên kîmyayî binuximînin û wextekê dest bi weşandina raporan li vê barê kirine ku bi eşkerekirinên medyayan îmkana weşartina cinayetên kîmyayî yên DAIŞ`ê nemaye.
Armanca grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji bikaranîna berfireh a çekên kîmyayî girtina pêşiya şikesta wan a tam û herwiha pêkanîna tirs û xofa zêdetir nav welatiyên sûrî û iraqî ye ku wan neçar bike li hember timakariyên wan teslîm bibin.
Derûdorên hiqûqî tevî rexneya ji neyarên çekdar ên çalak li Sûriyê û Iraqê tekez dikin ku ev kom li warê cinayetên şêr tam azadiya wan heye û qet nayên şopandinê.
Xala giring eva ye ku terorîst jibo xalifandina raya giştî ji kiryarên xwe derheq bikartanîna çekên kokujiyê bi piştiriya welatên rojava û hevpeymanên wan ên erebî dixwezin ku tevî cinayetên li dijî mirovahiyê li Sûriyê van cinayetan li dewleta Şamê ve girêdin. dewama cinayet û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê grûpên terorîstî bitaybet DAIŞê li Sûriye û Iraqê peywendiyeke biwate heye bi siayseta nezelal a rojavayê li hember qeyrana van du welatan.
Li vê navberê dewleta Sûriyê li halekê li warê binpêkirina mafên mirovan dikeve ber êrişa komploya rojava ku li çarçêva biryarnama 2118`an a Konseya Ewlehiyê madên kîmyayî yên Sûriyê raberî Rêxistina qedexetiya çekên kîmyayî hatiyekirin li vî warî hevkariya kêrhatî hebûye û ev meseleyek e ku civakên hiqûqî jî ev xistine rojavê.
Eva li halekê ye ku dewleta Sûriyê li gorî sekinîna ser xala zelalbûnê tam bi hemî xwestekên lêkolînê re ku ji sala 2014`an heya niha destpê bûne hevkarî kir û hêsankariyên pêdivî jibo cihanîna lêkolînên zelal û bingehîn raber kir. Eva li halekê ye ku bi bikaranîna berdewam a çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞ`ê û grûpên din ên terorîstî li operasyonên cengê, talûka terorîzma kîmyayî pir cidî bûye û ev meseleya berûlayeke berfirehtir û navneteweyî girtiye ber xwe.
Lê li hemî vê midehê welatên rojava bêdeng man. Bêguman rawestana li hember pirsgirêkeka wisa divê bi peymaneke cîhanî cih were her cure sersarî û sisitiya li vê barê dibe sedem ku dûhatên wê ne tenê li Sûriye û Iraqê belkî bipeke cîhanê jî û talûgçke û gefên wê pêsîrê piştgirên terorîzmê jî bigre û ev meseleya raya giştî ya rojavayê xistiye nav fukaran.