Serketina operasyona azadkirina Mûsilê li mêhwera rojava
Bi despêbûna qonaxa çaran a operasyona azadkirina Mûsilê, hêzên gelanî yên Iraqê karîn ku çend gundan li rojava vî welatî ji destê DAIŞ`ê azad bikin û niha xeleka dorpêçkirina DAIŞê li navenda Teleferê tengtir bûye.
Berdevkê hêzên gelanî yên Iraqê Ehmed El-Esedî got ku hêzên gelanî bi beşdariya hêzên artêşa vî welatî jibo azadkirina tam a navçên bin kontrola terorîstan li parêzgeha Neynewayê hereketa xwe destpê kirine û dê bi zûtirkê bajarê Teleferê li rojava Mûsilê tam ji destê DAIŞê tê azadkirin.
Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku hêza hewayî ya vî welatî depoya herî mezin a çekên terorîstên DAIŞê li bajarê Teleferê îmha kir ku bi bimbebarana vê depoya çekan, derbeyeke giran li terorîstan ket.
Jibo Iraqê kontrola bajarê Teleferê pir giring e çimkî bajarê Teleferê bajarê herî giring jibo peywendiya navbera Mûsil û Sûriyê ye.
Bi pêşdeçûna hêzên iraqî nav navenda Mûsilê û tengavtirbûna helîqa dorpêça terorîstan endamên DAIŞê bi riyên curbicur û ji riya kesên ser bi xwe li dû mudaxila li teşkîlatên îstixbaratî yên Iraqê û rawestandina vê operasyonê ne.
li vê çavçêvê ajansa nûçan a Brasayê ragihand ku Esîl El-Nuceyfî birayrê Usame Nceyfî serokê berê yê meclîsa nuneran a Iraqê ku ji Nîsana 2009 heya Gulana 2015-an waliyê Neynewayê bû bi sîxorên xwe yên nav artêşa Iraqê hin lêzanînên eskerî û ewlehiyê yên vî welatî datîna ber destê terorîstên DAIŞê.
Di eynî demê de DAIŞê jibo girtina pêşiya azadkirina bajarê Teleferê li rojava Mûsilê dest bi xirakirina rûmeta hêzên gelanî yên Iraqê kiriye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Eyn Iraqê, Nehle El-Hebabî nunerê parêzgeha Neynewayê li parlemana Iraqê roja sêşemiyê ragihand ku DAIŞê jibo ku nehêle Heşdê şebî derbasî nav bajarê Tileferê bibin û vî bajarî azad bikin li dijî van hêzana hin dengo xistine rojevê.
El-Hebabî got ku DAIŞî xelkê Teleferê ji hêzên gelanî ditirsînin lê gel bixwe kêfxweş in ku ev hêz nêzîkî bajarê wna bûne jiber ku xelkê bajarê Teleferê ser vê bawerê ne ku hêzên gelanî yên Iraqê dê vî bjarê ji destê DAIŞê azad bikin.
Ebûmehdî El-Muhendis alîkarê fermandê hêzên gelanî yên Iraqê jî xelkê bajarê Teleferê xatircem kir ku hêzên gelanî dê bi zûtirkê awareyên iraqî vegerînin navçên xwe û dê Telefer û navçên bin dagirkeriya DAIŞê li Mûsilê azad bikin .
NY li raporekê ragihand zêde ji 68 hezar kes ji xelkê bajarê Mûsilê ji dema destpêbûna operasyona azadkirina vî bajarî ji destê DAIŞê aware bûne.
Operasyona azadkirina Mûsilê ji mehek berî niha ve û ji çend mêhweran destpê bû û hêzên gelanî yên Iraqê bi hevkariya artêşê û pêşmergên kurd bi dehna gund ji destê DAIŞê azad kirin û li hin mêhweran li navenda bajarê Mûsilê nêzîk bûn.