Pêkutîya Trump li ser derketina Amerîkayê ji Şirîkatîya Trans Pasifîkê
Donald Trump serokomarê nû yê Amerîkayê wade da di yekemîn roja destpêbûna dewra serokomarîya xwe da, yê fermana derketina vî welatî ji `` şîrîkatîya trans pasifîkê``(TPP) bide.
Trump `` şîrîkatîya trans pasifîkê``(TPP) jibo Amerîkayê bikaresat binav kir û got ku ew ê hewl bide li bara rêketinamên ticarî yên adilane û dualî muzakirê bike ku alîkarîyê bide pêkanîna derfetên xebatê li Amerîkayê. Serokomarê nû yê Amerîkayê herwiha got ku ji tîma veguhestina desthilatê xwestîye ku lîsteyek ji ewlewîyet û pêngavên pêwîst li warên curbicur ji wan li warên ticaret, koçbberî, ewlehîya netewî û babetên din amade bike ta ku di roja yekem a karê xwe da li bara wan pêngav bên rakirin.
Di rojên piştî hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê da ku di 8`ê Mijdarê da hatin lidarxistinê, Trump hin wadeyên xwe dubare nekirine ji wan derxistina 11 milyon koçberên neqanûnî yan qedexekirina derbasbûna misilmanan nav Amerîkayê. Lê wer xûya dike ku serokomarê nû yê Amerîkayê li bara venihêrîna ser peywendîyên ticarî yên vî welatî ligel şirîkên bîyanî micid e. Trum dema kempêynên hilbijartinan bi caran ragihandibû ku peymanên ticareta azad ên vî welatî ligel şirîkên bîyanî hemî ser zîyana Amerîkayê û kakirên amerîkî bûne. Wî pêkutî kirîye ku xwedîyê sermayê li Amerîkayê di bin sîya peymanên wek Peymana Ticareta Azad a Amerîkaya Bakûr (NAFTA) da, karistan û şîrket veguhestine welatên wek Mêkzîkê ta ku bi kêmkirina xercên berhemanînê, qazancên berfire bikin.
Eva li halekî ye ku li gorî bawerîya rexnegirinê Ticareta Azad, ji wan serokomarê nû yê Amerîkayê, veguhestina sermayê bo derveyî sînorên Amerîkayê bûye sedema bêkarbûna karkirên amerîkî. Helbet NAFTA niha peymanek e ku cih tê û berçavnegiretina wê ji hêla serokomarê nû yê Amerîkayê va bi hegera dûhatên sîyasî, aborî û hiqûqî di rêza ewlewyetên delweta Trump da nine.
Lê `` şîrîkatîya trans pasifîkê``(TPP) hela li Kongira Amerîkayê nehatîye pejirandinê û Trump dikare bi fermanekê, wajoya delweta vî welatî ji vê belgeyê paşda bikişîne rake. Amerîka di sala 2008`an da tevlî muzakirên endametîya li TPP`yê bû û li dawîyê di sibata 2015`ê da belgeya endametîya li `` şîrîkatîya trans pasifîkê`` wajo kir. Lê hema wê demê jî kifş bû ku Kongira bin kontrola Komarxwazan da yê TPP`yê piştrast û wajo neke. Li gorî bawerîya Komarxwazan, peymanên bi vî rengî, tenê ser xêra şirîkên derveyî yên Amerîkayê ne ku ji xêr û serpişkîyên rabûna reirifeyên ticaretê jibo firotina berheman li bazarên mezin ên Amerîkayê sûdê werdigirin û karên li vî welatî didizin. Ravekirinên bi vî rengî bûn sebeb ku Barak Obama serokomarê niha yê Amerîkayê, biryardayîna li bara endametîya li NPP`yê yan şirîkatîya ticaret û sermayedanîna derveyî Atlantîkê (TTIP) bispêre serokomarê nû yê Amerîkayê.
Niha bi serneketina Hîlarî Kilîntona berbijara Dêmokiratan li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê ku ji piştgirên rêketinamên Ticareta Azad dihat hesêb, TPP li ber têkçûnê ye. Trump pêkutî kirîye ku yê dewsa rêketinamên çendalî yên ticarî, rêketinamên dualî bi şirîkên ticarî yên Amerîkayê yên li wî alîyê oqyanûsên Pasifîk û Atlantîkê ra wajo bike ku li gorî gotina wî parastina kar û şuxulan li nav Amerîkayê garantî dikin. Eva li halekî ye ku bêyî pişkdarîya Amerîkayê, yê peymanên TPP, NAFTA yan TTIP karayîya xwe ji dest bidin helbet eva maye ser vê yekê ku wadeya ibtalkirina endametîya Amerîkayê li TTP`yê di yekemîn roja serokomarîya Dnald Trump da tûşî qedera fermana Obama ya girêdana girtîgeha Govantanamoyê di yekemîn roja serokomarîya wî da nebe ku bi derbasbûna 8 salan hê cih nehatîye.