Zêdebûna nerazîbûnan li Emerîkayê
Saziya hilkolandina bîr û rayan a Galopê ragihand asta nerazîbûan li Emerîkayê zêde bûye.
Li gorî lêkolînên saziya Galopê, sedî 73 yê welatiyên emerîkî ji ber buyerên ku di welatê wan de diqewime, nerazî ne. Ev bîlançoya pêka meha derbasbûyî sedî 10 zêde bûye. Her wiha ev bîlançoya nîşan dide ku ji nav her 10 emerîkiyan, kêmtir ji 3 kesan ji rewşa navxweyî ya Emerîkayê razî ne. Beriya lidarxistina hilbijartinên serokomariya Emerîkayê li 8 Mijdara îsal, asta rizayeta giştî ya xelkê vî welatî gihêştibû sedî 37ê ku asta razîbûna herî zêde li deheka buhurî nîşan dide . Lê piştî biserketina Donald Trump li hilbiajrtinên serokkomariya Emerîkayê ev amara pir kêm bû.
Helbet nerazîbûna li Emerîkayê seratir ji encamên hilbijartinên serokomariya îsal e. Rewşa xirab a aborî, bitaybet li warê pêkanîna şuxil û karên nû û nigeraniya ji ber jidestçûyîna kar û şuxil ser nerazîbûna berê ya xelkê Emerîkayê tasîr kiriye. Herçend ku amarên fermî bêkariya nêzîkî sedî 5 a xelkê Emerîkayê nîşan dide, lê lêkolînên serbixwe texmîn dikin ku ev reqema du beramber jî bibe. Tevî ku dabeşkirina nemaqûl a bêkariyê li Emerîkayê û navbera jin û mêran, ciwan û navsal û çermsipî û çermrengînan ev nerazîtiya gurtir kiriye.
Her wiha piştî derketina pirsgirêkên aborî yên dewleta federal û dewletên eyaletî li Emerîkayê praniya bernamên rifahî yên mîna dayîna sîgortên bêkariyê, dabînkirina sîgorteyên dermankirinê yên erzan, belavkirina kopênên xwarekê û dabînkirina deynên xwendekaran ên kêmsûd bûne sedema zexta zêde ser çîn û qatên xizan ên Emerîkayê. Van kesana jî rastî pirsgirêka bêkarî û giranbûna xercên jiyanê hatine û him jî divê dûhatên kêmbûna bernameyên tenahiyê yên dewletê tamûl bikin.
Xêncî pirsgirêkên aborî û jiyanê civaka Emerîkayê rastî nerazîbûnên civakî jî hatiye.
Xêncî pirsgirêkên aborî û pirsgirêkên jiyanê, civaka Emerîkayê rastî nerazîbûnên civakî jî hatiye. Li salên buhurî asta berxwedaniya nijadî li Emerîkayê kêm bûye. Ji aliyekê ve çermsipî nigeranê serdestiya çermrengînan û koçberan ser jiyana siyasî – aborî ya Emerîkayê ne û ji aliyê din ve rengînpûst û koçber ji reftarên nijadperestane pir kerine fukaran.
Li vê navberê gullevaêtina erkdarên polîsê Emerîkayê ser ciwanên reşpost nerzîtiyên nijadî li vî welatî zêde kiriye. Ev meseleya li kêleka mijarên aborî xeyala emerîkî ji nav biriye.
Li vê navberê jî nêkêrhatîbûn û lawaziya sîstima siyasî li çareserkirina pirsgirêkên civakî û her wiha kêşeyên eşkere navbera siyasetvan û çavkaniyên li Emerîkayê bûye sedema nerazîtiyan li vî welatî.
Ev nerazîtiya ewqas berfireh bû ku piraniya welatiyên bêdeng ên Emerîkayê li hilbijartinên serokkomariyê ya îsal çûn ser sindûqên dengdanê û dengê xwe dan kesekî ku nijaraya sunetî û nertîta siaysî û aborî ya vî welatî bi tundî rexne kiribû.
Donald Trump berbijarê komarîxwaz bi berçavgirtina pêla nerazîtiya tund li hilbijartinan bi ser ket ku bikaribe guhertinên bingehîn li Emerîkayê çê bike.
Helbet ev ghilbijartinê û encamên wê neraîtiyên berê zêde kirine.
Komeke berfireh ji xelkê Emerîkayê ji ber soz û qirarên ku Trump li hevrikiyên hilbijartinên xistine rojevê ketine fukaran ji wan derxistina koçberên neqanûnî û qedexetiya çûyîna misilmanan nav axa Emertîkayê û di eynî demê de serketina dubare ya serokomarekî bi dengê kêmîna xelkê Emerîkayê nerazîbûnên li hember sîstema hilbijartinê ya vî welatî zêde kiriye.