Mijdar 21, 2016 18:34 Asia/Tehran
  •  Berteka Sûriyê li hember plana D ya Mîstora jibo otonomiya rojhilata Helebê

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir plana nunerê NY li karûbarên vî welatî jibo otonomiya rojhilata Helebê nayê qebûlkirin.

Welîd Mielim wezîrê karên derve yê Sûriyê roja yekşemiyê piştî hevdîtina bi Stefan Dî Mîstora nunerê NY li karûbarên vî welatî li Şamê li civîna  rojnamevaniyê got: Dî Mîstora  tu pêngaveke  berbiçav  jibo destpêkirina muzakirên aşitiyê yên Sûriyê  ranekiriye û demek jibo van muzakiran ranegihand.

 Welîd El-Muelim bal kişand ser rola NY li çareserkirina qeyrana Sûriyê û destnîşan kir: Dewleta Sûriyê ji her civînekê ku  dûr ji mudaxila biyaniyan  be  pêşewaziyê dike çi ev civîna  li Sûriyê be  û çi ji li Jinêvê.

Welîd Muelim got her wexta ku terorîst û keşên çekdar bixwezin ji Helebê derkevin dewleta Sûriyê cihekê ji wan re dabîn dike û dewleta Sûriyê heya niha sê mecal jibo agirbesê û derketina xelkê ji rojhilata Helebê pêk aniye.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê tekez kir: Li halekê ku 275 hezar welatiyên sûrî li rojhilata Helebê ji aliyê grûpên terorîstî de dîl hatine girtin, erka  dewleta Sûriyê ye ku welatiyên xwe biparêze.

Helwestên  bi xerez û di eynî demê de newekhev ên Dê Mîstora cardinê bala raya giştî kişande ser kiryara  nesadiqane ya nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li bara Sûriyê û  hevrêtiya wî tev planên cidaxawziyê yên dijminên  Sûriyê. Neyarên  dewleta Sûriyê tevî şikestên li dû hev li hember hêzên artêşê û gelanî yên Sûriyê bi rêçarên  bi aşitî yên  raberbûyî ji aliyê dewleta Sûriyê û civakên  navneteweyî hevrê nînin û  dixwezin ku ji gelê Sûriyê bêş û bertîla bistînin.

Di rewşeke wiha de hevalbendiya  neteweyî ya  neyarên sûrî hin şer jibo qebûlkirina planekê ragihandine ku şandiyê NY bo Sûriyê midehek berî niha  jibo agirbesa li Helebê jibo destpêkirina  pêvajoya muzakirên siyasî raber  kiriye. Hevalbendiya  neyarên dewleta Sûriyê bi caran tekez kirine ku plana  rê bo van kiryaran dive pêkanîna navçên  qaşo ewleh li hin beşên  navçên Sûriyê bigre ber xwe bi curekê ku  hizûra hêzên dewletî û gelanî yên Sûriyê û her cure hêz û kelûmelên  wan li van navçana  qedexe be.

Eva li halekê ye ku  Dî Mîstora jî hin plan li kemilandina  planên  terorîstan li bara  Sûriyê jibo kêmkirina  serweriya Sûriyê li hin beşîn  Sûriyê rapor dike ku destpêkek jibo hilweşandina  vî welatî tê hesabê.

 Ev liv û tevger berûlayên bitalûke û lihevaliyayî yên  komployên  li dijî serweriya  neteweyî ya Sûriyê nîşan dide. Tevî  kiryareke wisa Dê Mîstora behsa hakimiyeta  neteweyî ya Sûriyê dike bi curekê ku  eşkere piştî hevdîtina  teV Welîd Muelim li Sûriyê ragihand ku  ez rêzê  li ev xala  bingehîn  digrim k utu kes  çi li nav û çi li dervey NY nabe  nabe serweriya  neteweyî ya Sûriyê binpê bike.

Gotinên newekhev ên Dî Mîstora li çarçowa alûgurên Sûriyê li mehên  bihurî tê nirxandinê. Piştî şikestên  terorîstan li Sûriyê bitaybet li navça Helebê û kiryarên  dewleta Sûriyê jibo cihanîna  operasyona  dawiyê ya  paqijkirina tam a Helebê û kiryarên dewleta  Sûriyê jibo cihanîna  operasyona  dawiyê ya paqijkirina vê navçê  treorîst û alîgirên wan  pir  dilgiran kiriye.

Di rewşeke wiha de  alîgirên  terorîstan bi şêwazên curbicur  dixwezin ku   vê operasyonê paşde bêxin û mecalekê peyda bikin ku  terorîst hinekî bipergal bibin û ji riyên siyasî ji wan  NY  dixwsezin rewşê jibo  bipêşdebirina  armanên xwe li Sûriyê  xweş bikin.