Erbeîna Huseynî, kombûna herî mezin a mezhebî ya cîhanê li Kerbelaya Muella
Coş û Kelejana evîndarên serwerê azadeyên cîhanê li Kerbelayê gihêştiya asta xwe ya herî jorîn û bi awayekî mersima Erbeîna Huseynî bûye sembola yekitî û yekdiliya misilmanan.
Îsal mersima Erbeîîna Huseynî(s) pêka salên buhurî bi beşdariya menewî û bi coş a tazîdarên huseynî bûye wek pêşangeh û manovra yekitiya misilmanan.
Nesîf Casim Xitabî serokê konseya walîtiya Kerbelayê roja yekşemê ragihand ku heya niha nêzîkî 20 milyon kesan xwe gihandine bajarê pîroz ê Kerbelayê ku zêde ji 3 milyon û nîv ji wan ziyaretkirên biyanî (ne iraqî) ne.
Şemiyê şevê û li şeva Erbeîna huseynî û roja yekşemiyê bi milyonan ziyaretkir ji qewm û çînûqatên curbicur li Beyn El-Heremeynê (navbera du hereman) jibo seyd û salarê şehîdên cîhanê Eba Ebdullah El-Huseyn (s) tazîdarî kirin û bi yekdengî slogana ``Ene Mezlûm Huseyn`` qiriyan.
Di eynî demê de, Îshaq Cehangîrî alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê ku çûye Necefa Eşref berî nîvroya yekşemê piştî ku gihêşt vî bajarî li riya hereketa ziyaretkirên Kerbelayê hazir bû û li beşek ji riya Necefê bo Kerbelayê tevlî evîndarên seyîd el-Şuhedayê bû.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha seredana hin mewkebên (navendên xizmetkariyê) ser riya Necef-Kerbelayê kir û derheq şêwaza gihandina xizmetan bo ziyaretkirên herema paqij a Îmam Huseyn(s) agahdar bû.
Îshaq Cehangîrî roja şemiyê jî li peywendiya telefonî bi Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê re spasiya mazovaniya dewlet û gelê Iraqê ji civata çendîn milyonî ya ziyaretkirên Etebatê Aliyatê kir.
Merasima meşa cihdemayiyên Erbeyînê hevgavê Erbeîna Huseynî roja yekşemiyê bi beşdariya berfireh û milyonî ya gelê Têhranê li bin berf û baranê ji sê cihên Têhranê ber bi herema hezretê Ebdulezîm Hesenî(s) li bajarê Riyê hat li darxistin.
Xwendkarên evîndarê Îmam Huseyn(s) yên Îrana Îslamî jî hevgavê Erbeyîna şehadeta seyîd û salarê şehîdan û sehabeyên emegdar ên wî hezretî li hizûra rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî tazîdarî kirin.
Li mersima tazîdariya xwendkarên zanîngehên Îranê, hucet Ul-Îslam welmuslimîn Penahiyan li axiftinekê hevcetiyên herî bingehîn ên civakê, pêknaîna saziyên wilayî û xurtkirina peywendiyên olî, siaysî, aborî, çandî û civakî yên muminan da zanîn û got: taximên xwendekaran mînaka serketî ya teşkîlatên wilayî û temrîna komî ya wilayetmedariyê ne.
Her wiha pêvajoya vegeriyana ziyaretkiran ji sînorên sêalî yên Mêhran, Çezabê û Şelemçê destpê bûye.
Ebdulriza Rehmanî Fezlî wezîrê karên hunir û serdar sertîp Huseyn Eşterî fermandê hêza ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê jî ji ziyaretkiran xwestin ji ber mideha 20 rojî ya vîzaya Erbeînê jibo vegera xwe nekevin lezê da ku pêvajoya vegeriyana ziyaretkiran bi aramî cih were.
Gelê Îranê jî li mersima 40`mîn roja şehadeta salarê şehîdan mîna Tasûa û Aşûraya huseynî bi amadebûna li Huseyniye , mizgevt û herema paqij a hezretê Îmam Riza (s) îmamê heştan ê şîên cîhanê li bajarê Meşhedê û herema paqij a hezreta Mesûme (s) li bajarê pîroz a Qumê tazîdarî kirin.
Xwendina noheyan, lêxistina li sîngê xwe û lêxistina zincîran û axiftina li bara cih û şûn û kesayetiya hezretê Îmam Huseyn(s) ji bernmên giring ê geklê momin û huseynî yên Îrana Îslamî li şev û roja Erbeîna Huseynî bûne.