Şiroveyek li ser gotinên rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê Isfehanê
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba isalmî ya Îranê vê sibê li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê Isfehanê ediland ku berovajî hin kesan ku ji ber encama hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê şîn girtine yan hinek ku şayîyê dikin, em ne şînê digirin û ne jî şayîyê dikin, ji ber ku jibo me ferq nake û tu dilgiranîya me tineye û ji kerema Xwedê teala, em jibo sekinîna li hemberî her bûyereke muhtemel jî amade ne.
Rêberê giranwedir ê inqilabê bal kişand ser mijarên têkildarî pirsgirêk û rastîyên nava civaka Amerîkayê ku li rikeberîyên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê hatin hilêxistinê û got: Me tu nirxandinek li bara van hilbijartinan tineye, ji ber ku Amerîka neguherîye û mideha 37 salên buhurî da her kîjan ji du partîyên ku hatine ser desthilatê, tu xêra wan negihîştye belkî hertim zîyana wan giheştîye gelê Îranê.
Rêberê qedirgiran ê Înqilabê li ser ruknên sereke yên berxwedana gelê Îranê li hemberî serdestîxwazîya Amerîkayê sekinî û hereketa di çarçova aborî ya ser bingeha berxwedanê da, pêşketina zanistî û yêketî û hevgirtina navxweyî sê babetên girîng û pêwîst zanîn û got ku ceribandinên curbicur warek bûne jibo naskirina xalên lawazîyê, nehîştina wan û veghortina wan bo xalên bihêzbûnê.
Gelê Îranê bi palpiştîya armanca inqilabê, li hemberî gef û zextên Amerîkayê sekinîye. Rewşa niha ya navçê vê rastîyê nîşan dide ku heke besîret û hişyarî nebe û fêlbazîya pergala serdest a Amerîkayê bi duristî neyê femkirinê, zîyanên ji alîyê Amerîkayê va yê cidî bin.
Di rewşeke wiha da, parastina ewlehîyê karê sereke û yekem e. Pêkanîna ewlehîyê pêwîstîyên xwe hene ku yek ji wan zêdekirina şîyana warê parastina ewlehîya aborîyê û agahîya pêwîst têkildarî derdorê û gefan e.
Ev naskirin di salên buhurî da û di van salên dawîyê da bi palpiştîya tecrubeyê berê, geş bûye û bûye hê û şîyaneke nerm. Hêza nerm a Komara Islamî ya Îranê, hasila naskirina esasa Amerîkayê ji hêla berpirsên îranî va û nebûna pêbawerîyê li bara zilhêzên serdestîxwaz e ku encama maqûlbûn, fikr û tecrubê ye. Dijminatîya Amerîkayê li hemberî Îranê, di salên berdewam bi dû inqilaba islamî, li muzakirên navokî û niha jî di serdema bi dû rêketinama navokî dema hilbijartinên Amerîkayê xûya dike. Ji vê hêlê va, gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê, unusreke kilîdî û bibandor ser qahîmbûn û dewama armancên inqilaba islamî ne.
Ji hêla din va, bûyerên neasayî û kiryarên dûrî erf û edetan li rikeberîyên hilbijartinên Amerîkayê û dûrketina sîyasetvanên Amerîkayê ji nirxên exlaqî û civakî careka nîşan dan ku civaka rojavayî nemaze Amerîkayê heta çi astekê ji meinewîyetê dûr ketîye. Rêvebirên Amerîkayê rewşa niha ya navçê û dilgiraniya berfire ya cehanî ku encama kiryarên xapokîn ên Amerîkayê ne, kirine mijara propaganda xapokîn, li halekî ku roja îro gellek pirsgirêkan pêsîra Amerîkayê girtine. Her du reqîbên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê bi axavtinên kirêt û rezîl li gengeşeyên hilbijartinan her yekî hewl da ku yê/a din sebebkar bide nasandin.
Di çarçova nêrîneke tam ser van meselana, divê mirov sîyasetên zêdexwazîyê yên zilhêzên cehanî û di serê wan da Amerîkayê sedema sereke ya pirsgirêkên navxweyî û derveyî yên Amerîkayê bizane. Lewma rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî bibîr xist ku encama hilbijartinên Amerîkayê tu ferqa wê jibo Îranê tineye, ji ber ku gelê Îranê bi kerema ilahî jibo sekinîna li hemberî her bûyereke ihtimalî amade ye. Bê şik heta dema ku zêdewazîyên Amerîkayê û zilhêzên mudaxilekir bidomin, tenha rêka sekinîna li hemberî wan, berxwedan û têkoşîna inqilabî ye.