Trump wek serok dewleta Amerîkayê yê nû karên xwe yên sereke di nav welêt de diyar kirin
Serokomarê bijartî yê komarîxwaz li Amerîkayê duh piştî hevdîtina bi hin serokên komarîxwazan li Kongeressa Amerîkayê bal kişand ser hin kar û xebatan wek pêngavên sereke li dema serokomariya xwe di nav welêt de.
Trump piştî hevdîtina xwe bi serokê piraniya Komarîxwazxan Mitch McConnell (Mîç Mek Kanêl) li Senayê re û diyar kir ku me biryara cidî daye mesela koçberiyê hilkolin û bigihînin encamê. Wî herwiha desnîşan kir ku me dil heye bi cidî pirsgirêka sînoran hilkolin û çareser bikin û em ê bi şêwazeke giştalî û bi hêz û qawet pirsa tendirustiyê û dewa û dermankirinê hilkolin û mesela din ku me biryara cidî heye li bara wê gavên bilin û kêrhatî bavêjin mesela kar û şixulan û karsaziyê li rewşeke gişalî û berfire ye.
Wer xuya dike ku Trump meselên navxweyî yên Amerîkayê yên wekî koçberî, tendirustî û dewa û derman û karsazî ji bo hemû amerîkiyan kiriye kar xwe yê sereke li dema desthilatiya ser posta serokomariyê. Trump li çarçova vê hedefa xwe ji niha ve ku 70 roj mane da ku bi fermî serokomariya xwe despê bike bi rayedar û serokên komarîxwaz yên li Kongeresê re rûdine û bi wan re dişêwire da ku bi sayabîr û bawer û rênimûniyên wan proje û bernemên derheq meselên hanê têxe meriyetê.
Bê şik karekî seereke yê Trump çawa ku berê jî bicaran dest danîbû ser wê heman pirsgirêka koçberiyê ya neqanûnî ye. Wî soz dabû ku koçberên neqanûnî ji Amerîkayê derxîne û ser sînorê navbera Amerîka û Mekzîkê dîwarekê bikişîne da ku koçberên neqanûnî û qaçaxçiyên madên narkotîk jê derbas nebin. Vê meselê ji mekzîkiyan bi taybetî ji latînîregezên Amerîkayê re fukarên zav çê kiribû. Li vê çarçovê de serokomarê Mekzîkê soz da ku li hevdîtina xwe ya pêşerojê bi Trump re vê meselê bêxe rojevê. Li vî halî de li dema kempînên hilbijartina serokomariyê Trump mesela qedexekirina çûyîna misilmanan bo Amerîkayê jî xistibû rojevê li piştî serkevtina li vê hilbijartinê xwe ji bersivdayîna bo pirsên derheq vê meselê dûr kiriye.
Mesela dudiyan ku Trump wek karê xwe yê sereke dest daniye ser mesela zelalkirin û diyarkirina qedera Bernama Tendirustî û Dermankirinê ya Obma ye ku bi navê `Obamacare` (Obamakêyr) tê nasîn. Xerca ji bo vê bernamê du trîliyon dola bûye. Lewma ew bernameke pirxerc tê zanînê ku Trump soz dabû ku wê vê bernamê ji holê rake li vê çarçovê de serokên komarîxwaz jî bi Trump re hevrê ne. Tê pêşbînîkirin ku îbtalkirina vê bernamê ser ziyana malbatên kêmderhat û belengaz e çûnku birakirina vê bernamê bi dehan milyon amerîkiyên belengaz û kêmderhat ji sîgurteyên dermanî û tendirustiyê bê par dibin û eva ji wan re pêrsgirêkên zav çê dike.
Mesela sêyem ku Trum li dema kempînên hilbijartinê dest danîbû ser çêtirkirina rewşa kar û şixulê bi taybetî zêdekirina şixulan li Amerîkayê bû. Trump ser vê meselê gelek propagand kirin, Li vê çarçovê de Trump ji kêmkirina sermal û bêşê bi taybetî ji bo sermaydar û karsazên mezin axivtibû û desnîşan kiribû ku bi vî awayî sermayedaran teşwîq dike ku di nav welêt da derfetên şixulîn û xebatê pêk bînin û ji aliyê din ve rê li ber derketina kompanî û şirîketên mezin ji nav Amerîkayê digire da ku ew sermaya xwe di nav welêt de bikar bînin. Ji aliyê din ve li vê çarçovê de wî soz daye ku ser peymanên ticarî û bazarganî wê bi welatên din re biaxive.
Meselên hanê nîşan dide ku wî fukar û dilgiraniyên amerîkiyên cermsipî cidî girtine û li bara rastiyên heyî li civaka Amerîkayê hin slogan û gotin anîne ziman û dest daniye ser hin tiştên ku ji bo civaka nijadperest û cermsipiyan balkêş bûne yên wekî girtina pêşiya çûna misilmanan nav Amerîkayê. Lêbelê carna dema ku bertekên tund li hemberî van soz û gotinên xwe dîtine, dev ji wan berdaye an jî herî kêm li bara wan xwe bê deng kiriye.
Trump bi sloganên wekî ``Em ê Amerîkaya mezin û geş dîsa ava bikin`` piştgiriya gelek ji xelkê nerazî ber bi xwe kişand ew hêvîdar in ku Trump li bara çareseriya lezgîn ya pirsgirêkên Amerîkayê karekî wekî mucizeyê bike. Ew hêvîdar in ku Trump Amerîkayê vegerîne dewrana tenahî û xweşiya wê. Xwestekên wiha ji sloganê Trump çavkanî girtine sloganên ku me gotin û sloganên wekî viya ku `hilbijartina 2016 derfeta dawiyê ya Amerîkayê ye ji bo rizgariyê`.