Brukselê Tirkiye rexne kir
Komîsyona Ewrûpayê li raporekê ji sersariya Tirkiyê li parastina qayîde û qirarên endametiya li YE rexne kir.
Komîsyona Ewrûpayê li vê raporê ku roja çarşemiyê 9 Mijadrê hat weşandin tekez kirk u nihêrîna neyînî ya Tirkiyê di rewşekê de ye ku Konseya Ewrûpayê midehek berî niha piştî gotinên serokkomarê Tirkiyê derheq vejiyandina cizaya îdamê hişyarî dabû Enqerê û ew li dijî qanûnên endametiya li Yekitiya Ewrûpayê(YE) dabûn zanîn.
Tirkiyê sala 2004`an cizaya îdamê ku nebûna ji wan şertên endametiya li YE bû wêde bir lê piştî darbeya serneketî ya Tîrmeha buhurî cardin dixweze vê qanûnê cih bîne.. Pêştir Fêdêrîka Mogêrîn seroka siyaseta derve ya YE jî hişyarî dabû her welatê ku cizaya îdamê cih bîne nikare bibe endamê YE.
Bêguman aktorên navneteweyî yên ku dixwezin bibin endamê YE divê qayîde û qirarên vê yekitiyê biparzêin lê xebitandina van qayîde û qiraran jibo zexta ser aktoran jibo guhertina reftara siyaseta navxweyî û derveyî mijarek e ku bala derûdorên siyasî kişandiye ser xwe.
Lê li bara Tirkiyê nihêrîna YE pêkhateyek ji zextê û bikaranîna qanûnên pêdivî jibo endametiya Tirkiyê li YE wekî amûrekê û her wiha parastina hin prensîpan e ku pêştir ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hatine pejirandin.
Loma ji vê hêlê va renge rexnên sazî û rayedarên ewrûpî li bara betalkirina cizaya îdamê li Tirkiyê wekî xalekê ku pêştir yek ji şertên endametiay vî welatî li YE hatibû qebûlkirin, maqûl bê xûyanê. Lê rexnên dewletên ewrûpî ji Tirkiyê li bara reftara vî welatî tev medyakar û rojnamevanan meseleyek e ku ji ber pêşîna reftara newekhev a dewletên rojava tev welatên hanê li çarçowa îstifada kirêt ji mesela azadiya axiftinê li hember Tirkiyê tê pênasekirin. Rayedarên Tirkiyê jî li gorî vê meselê hemî rexneyên welatên rojavayî ji reftara dewleta Enqerê li hember neyaran davêjin meydanê û ser dewama siyaseta zext û zorê li dijî medyayên ne li gor siyaseta dewletê pêgiriyê dikin.
Di rewşeke wiha de serokkomarê Tirkiyê li hember gefên hin rayedarên ewrûpî li dijî vî welatî ne tenê welatên rojavayî serekaniya nazîsm û tevkijiyê daye zanîn belkî ji rêberên ewrûpî ji xwestiye li hember Tirkiyê destxwe biryarê bidin.
Amajeya Erdogan ser wê beşa gotinên rayedarên ewrûpî ye ku bi rexnekirina reftara dewleta Enqerê li hember çapemeniyê û cizaya îdamê behsa venihêrîna têkiliyên tev Tirkiyê kirine. Di eynî demê de serokkomarê Tirkiyê di rewşekê da rojava serekaniya nazîsmê daye zanîn ku şexsê wî li Hezîrana par li vegeriyana ji sefera Riyazê li gotûbêja tev nûçegihanan Almanyaya nazî û serdema Hîtler mînaka parastina xurtiya navxweyî ya nizamê li modela hikûmetî ya serokkomarîyê dabû zanînê ku Tirkiye wê dişopîne.
Rastî ew e ku siyasetê bi caran teoriya dubarebûna dîrokê bi şiklên curbicur seliamndiye. Siyasetê her wiha nîşan daye ku rayedar bûyerên dîrokî, sisayî û civakî tim zer qazanca xwe tomar kirine rewşa ku rayedrên ewrûpî û Tirkiyê niha li reftar, gotin û her wiha edebiyata xwe li hember hev bi kar tînin jî nîşana dubarebûna helwesta her yek ji van aktorên warê navneteweyî jibo pînekirina reftar û biryarên siyasî yên xwe ye.
Civaka ewrûpî ji ber rewşa navçeyî û navneteweyî û ji ber tiştê ku li Tirkiyê derbas dibe dixweze ku tevî hemî tiştên ku berê qewimîne hemî cure têkiliyên xwe yên sar û gerim tev Tirkiyê niha hemî qaşo prensîpên exlaqî yên ser navê qayîde û qirarên YE berevaniyê bike û xwe alahilgirê azadiya axiftinê û azadiyên sivîl bide nasandin.
Rayeadrên Tirkiyê jî ji ber rewşa navxweyî û jibo pêşdebirina bernamên civakî, siyasî û ewlehiyê yên xwe jibo rêveberiya civakê ne tenê reftara xwe pîne dikin belkî jibo kêmkirina asta rexneyan bi awayekî tund li bara rexnegirên xwe behs û nîqaşan dikin.
Rewşa ku çavdêrên siyasî, şikesta siyasetên Tirkiyê yên li derve û yên li navçê û her wiha zêdebûna çavrêtî û daxwaziyên rayedaran jibo pêkanîna ewlehiyê û kutakirina rewşa tirs û xofê li welêt hegera wê ya sereke dizanin. Rewşa ku wer tê xûyanê rayedarên Tirkiyê dixwezin armancên siyaseta derve û her wiha cihanîna bernamên xwe yên reforman li nav Tirkiyê pêşde dibin.