Amerîka piştî hilbijartina serokomariyê
Piştî çend mehan rikeberiyên dijwar û bi neyarî di navbera Hillary Clinton û Donald Trump namzedên posta serokomariyê li Amerîkayê, îro xelkê vî welatî diçin ser sanduqên dengan da ku li hilbijartina 58`an de serokomarê/a 45`an bo welatê xwe bibijêrin.
Hilbijartina îsal li vê sedsala dawiyê hilbijartina herî giran, qirêj, bi şidet, bi bêhurmetî û pêşbînînebûyî hatiye zanîn. Li vê hilbijartina heke namedek 270 dengên Elekteral bi dest xîne li çend saetên despêka roja çarşemê encama hilbijartinê bi jomartina dengan diyar dibe.
Li vî halî de wer xuya nake bi serkevtina namzedekê şer û pevçûna deshilatxwaziyê li Amerîkayê bi van zûtiyan kuta bibe. Li Hilbijartina îsal a serokomariyê li Amerîkayê gelek tiştên nehatî gotin û nahatî dîtin ên vî welatî ji raya giştî re eşkera bûn bi taybet ji bo gelên derveyî Amerîkayê.
Vê hilbijartinê nîşan da ku gelê Amerîkayê çiqas ji her du partiyên sereke yên vî welatî çi Partiya Demokrat û çi jî ya Komarxwaz nerazî û aciz in. Hîn civaka Amerîkayê li bin barê giran ê krîza aborî ya salên 2007 û 2008 derneketiye.
Rewşa kar û xebatê li vî welatî ji xelkê vî welatî re fukarên zav çê kirine, eva ku salên sal wekî `Miraz û Hêviya Amerîkayî` dihat zanîn niha wer xûya dike ku ji bîr bûye û ji nav çûye. Belengazî, gendelî, bêserûberî, cinayet û hebûna bi milyonan koçberên neqanûn nav Amerîkayê ji meselên din bûn ku bala raya giştî dikişandin ser xwe û namzedên hilbijartinê bi taybetî yê komarîxwaz jî bi caran dest danîn ser wan û xwe wek rizgarkirê Amerîkayê didan nasandinê.
Nerazîbûna berbiçav û berfire ku li hilbijartina îsal ser meselên hanê çê bûye, bûye sedem ku sînorê rêzbendiya nerizamendiyan di nav girseyên gel û bijare û kesayetiyên amerîkî ji aliyekê ve û teşkîlat û dijîteşkîlatan ji aliyê din ve, zelal û eşkeratir bibe.Trump ji bo ku li hilbijartina serokomariyê serkeve agirê guhertinxwaziyê li Amerîkayê gurrtir kir û pêla girseyî ya dijîteşkîlatî mezintir kir.
Niha li dem û gavên birêketina hilbijartinan ku bi tenê rojek maye ku encama hilbijartinê diyar bibe; ev pirsa ji mirov re çê dibe ku `Gelo ev pêla mezin ku çê bûye wê dakeve?`. Bersiva vê pirsê li vê rewşa ku niha du aliyên li dij hev û neyar li meydana siyasî û fikrî ya Amerîkayê pêk hatiye pir dijwar e.
Heke Trump li hilbijartina îro serkeve, li cihê birvebirina tevgera dijî teşkîlatî cih digire û ev tevgera wê hêz û qaweteke zav bona dijayetiya li hemberê siyasetmedarên fesad û gendelîkar û kêrnehatî bi dest xîne. Ji aliyê din ve muhtemel e ku Trump jî her wek piraniya namzetên serokomariyê li Amerîkayê piştî serkevtin soz û qirarên xwe bi taybet li warê şerê li dij teşkîlata fesadkar ji bîr bike. An jî mumkine heman ev teşkîlata fesadkar û gendelîkar aqubet bi şêwazên aştiyane an jî şidetxwazane bikare dengê Trump yê li dij fesad û gendeliyê bitemirîne. Lê li her halî wer nayê dîtin ku xwestekên hatî hilêxistin li vê hilbijartinê yên wekî paqijkirina Waşîngtonê ji gendeliyê û qahêmkirina pergala siyasî ya kêrhatî li Amerîkayê bi wêdadayîna bi dilxwazî an jî bi neçarî ya Trump, were ji bîr kirin.
Trump û piştgirên wî çi bixwazin û çi jî nexwazin hin xwestek xistin rojevê ku bi salan bi lihevkirina bi dizî û veşartî ya teşkîlatên olgarîşî-fînansî yên serdest li Amerîkayê hatibûn nixumandin û veşartin. Lê niha her tişt eşkera bûye, vegerandina rewşa berê nemumkin e. Bi taybet heke Clînton wek berbijara teşkîlatên hanê li hilbijartinê serkeve û Trump berevajî deb û resma berê ya siyasî li Amerîkayê encama hilbijartinê qebûl neke , qewmîna nerizamendiyên nav kolanan ne pir dûr e, heta diqewme mesela hanê bibe sedema nerizamendiya civakî jî.
Eva çend roj in hin nûçe li bara vê yekê ku hin grûpên çekdar gef xwarine ku heke Trump sernekeve wê Waşîngtonê dagîr bikin. Çi ev gefa serê xwe bigire û çi jî serê xwe negire, vê yekê nîşan dide ku encama hilbijartina vê demê dûhatên fukarsaz ji Amerîkayê re hene û muhtemel e bibe sedema rabûna pêlên nerizamenmdiya civakî û medenî di nav kolan û çarsiyan li Amerîkayê de.