Mijdar 06, 2016 16:35 Asia/Tehran
  • Operasyona Mûsilê mijara şêwirînên Ebadî tev Barzanî

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tev Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bara meselên elaqedarê her du aliayn gotûbêj kirin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku piştî seredana bereyên şerê li hember DAIŞ`ê li Mûsilê şemiyê şevê bi taximeke eskerî re sefera Hewlêra  paytexya Herêma Kurdistana Iraqê kiribû li hevdîtina tev berpirsên vê herêmê li bara meselên elaqedarê her du aliyan ji wan operasyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê gotûbêj kir.

 Fuad Husên serokê nivîsgeha Barzanî li bara derbasbûna hêzên Pêşmerge nav bajarê Mûsilê cardinê tekez kir: Li gorî hevhatinên cihatî navbera Bexda û Hewlêrê hêzên Pêşmerge derbasî nav bajarê Mûsilê nabin.

 Hejî gotinê ye ku Mesûd Bazanî midehek berî niha Heyder Ebadî xatircem kiribû ku armanca wî ji şerê li hember DAIŞê berfirehkirina  erdên bin dsthilata hikûmeta Herêmê nîne.

 Mesûd Barzanî destnîşan kiribû ku beriya destpêbûna qonaxa dawiyê ya operasyona azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hevhatina siyasî li bara rêveberiya Mûsilê piştî DAIŞê pêwîst e da ku qeyranek pêk neyê. Ev helwêsta Barzanî fukara li bara  hizûra hêzên pêşmerge li Mûsilê û rêveberiya wê ji aliyê wan bihêz kiribû. Lê wisa ku Barzanî  li bara Mûsilê Ebadî xatircem kir û beşdariya çalak a hêzên pêşmerge li operasyona  Mûsilê li kêleka  hêzên din nîşan daye ku mesilhet û berjewendiyên Iraqê pêştir û giringtir ji berjewendiyên komî ye.

 Bexda û Hewlêr bi dijmineke hevpar re rûbirû ne û jibo rawestana li hember gefên ku her du pêre rûbirû bûne baştirbûna peywendiyên duleî pêwîstiyek e. Helwsêtên wiha nîşan didin ku qonaxeke nû li peywendiyên  navbera Bexda û Hewlêr  li halê pêkhatinê ye. Hebûna dijmineke hevper niha  bûye sedema peywendiya navbera  rayedarên dewleta navendî ya Iraqê û Kurdistana vî welatî. Nêzîkbûna nihêrînên Bexda-Hewlêrê herî kêm li mijarên ewlehiyê ji her du aliyan re giring e dê li xurtbûna hevhatina neteweyî li Iraqê jî pir giring be ku eva jî buyereke  giring li vî welatî ye.

Li vê çarçowê Heyder Ebadî jî armanca vê hevdîtinê hevdengî û hevkariya tev rayedarên kurd li warê şopandina bernama hevpar jibo azadkirina Mûsilê ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê ragihandiye.

 Hizûra rayedarên  eskerî yên Iraqê li kêleka Ebadî li sefera wî ya Hewlêrê nîşan dide ku  mijara giring a muzakirên  serokwezîrê Iraqê xurtkirina mewqiya eskerî-ewlehiyê li rawestana li ber DAIŞê ye. Herçend ku kes nikare hebûna pirsgirêkê di navbera Bexda û Hewlêr ser mijarên wek bûdca Herêma Kurdistana Iraqê û meselên niftê înkar bike, lê rewşa niha ya  Iraqê ji ber liv û tevgerên  DAIŞê bûye sedem ku rayedrên  kurd û Bexdayê berjewendiyên  neteweyî berçav bigrin û vê gavê pirsgirêkên xwe ji bîr bikin.

 Niha vê gavê bernama herî giring jibo rayedarên  kurd û Bexdayê eva ye ku  DAIŞê ji navçên curbicure  Iraqê ji wan  ji navçên  bakurê vî welatî derxînin. Pêştir jî azadkirina Tikrîtê ku encama hevkariya  artêşê, hêzên gelanî, eşîre û etnîkên curbicur ên Iraqê bû û eva  ji gişk aliyan re yên wek kurdan û dewleta Bexdayê bû ezmûneka baş li warê hevkariya  eskerî . Rayedarên  kurd û Bexda jî bi derswergirtian ji vê ezmûnê li rewşa herî hestyar de dixwezin ku cardinê nîşan bidin ku Iraq ya herî iraqiyan e û dema pêwîst be cida ji girêdayîbûnên etnîkî, mezhebî û eşîretî dikarin  li kêleka  hev bin.

 Di her halî de  nayê haşakirin ku Iraq vê gavê hevceyî hevkarî û hevrêtiya  hemî xelkê, hêzên eskerî, eşîran û pêşmergan  e. hemî rayedarên  bibandor ên  Iraqê têgihêtine ku  ev alûgura dikare  mizgîna   pêkhatian  bûyerên  giring û nû li warê siyasî û meydanî yên Iraqê li rojên tê be.