Gef û talukeyên derheq ewlehiyê li hilbijartina serokkomariya Amerîka
Kêşesazbûna gotinên Donald Trump ê berbijarê komarxwaz ê hilbijartinên serokomariyê li Amerîkayê li mîtînga hilbijartinê ya li bajarê Renoya eyaleta Nevadayê bû sedema zêdebûna fukarên derheq ewlekariyê li dema birêketina hilbijartinên hanê.
Ev kêşeya wê demê qewimî ku erkdarên servîsa îstixbarata Amerîkayê, neçar man Doland Trump çaxê ku mijûlî axivtinê li bajarê Renoyê li Eyaleta Nevadayê bû ji pasa axivtinê bînin xarê.
Piştî vê rûdawê kesek li nav mîtîngê qîriya ku sîlahek li nav xelkê peyda bûye, helbet paşê saziya îstixbaratê ya Amerîka ev yeka ret kir û ragihand ku tu çek û sîlahek li nav xelkê peyda nebûye, li vî halî tê gotin ev rûdawa ku li bajarê Renoyê qewimî, nîşana vê yekê ye ku zêdebûna dijberî û kêşeyên hilbijartinê li nav Amerîkayê gihêştiye asteke bi taluke.
Helbet pêştir jî li rikeberiyên hilbijartinê yên serokkomariya Amerîka li sala 2016 çend rûdawên ewlehiyê qewimîn, wek nimûne li eyaleta Karolînaya bakûrî kesên nenas êrişî ser nivîsgeha Komarîxwazên Amerîka kirin.
Herwisa çaxê mîtînga hilbijartinê ya Bêrnî Sandêrz berbijarê işkestxwarî yê demokratan li hilbijartina nav vî partî jî rûdaneke ewlehiyê qewimî û di navbera alîgîrên demokratan û komarîxwazên piştgirê Trump pevçûn çê bûn ku polîsê Amerîka neçar ma gullan bavêje û ji gaza îsotê istifade bike.
Ji aliyê din ve hinek ji grûpên milîşe û çekdar hişyarî dane ku eger Trump li hilbijartina serokkomariya Amerîka ya 4 Mijdarê neyê bijartin ewna dê çekan hildin û dijî dewletê rabin, eva li halekê ye ku karbidestên ewlehiya Amerîka ji hêtimala qewimîna teqînên terorîstî li rojên bereberî birêketina hilbijartina serokkomariya Amerîka xeber didin.
Li her halî da , wisa diyare ku hilbijartina îsal a serokkomariya Amerîka ji babetên curbicur ve yên wekî meselên ewlehiyê û dijî ewlehiyê tev hilbijartinên din ên Amerîka ferq û tefût heye.
Du berbijarên hilbijartina serokomariya Amerîkayê hevdu bi çêkirina talukeyê ji ewlehiya netewî û revîna ji dayîna sermalê tawanbar dikin.
Wan hilbijartina serokkomariya Amerîka kirine meydana mirin û jiyanê ku helbet ev hesta ji bo gelek kesên ku li Amerîka qirar e dengên xwe bidin jî çê bûye.
Hin alîgîrên Trump bawer in ku eger Hîlarî Kilînton bibe serekkomara Amerîka eva, tê wateya lawazî û hilweşiyana vî welatî û xelk dê hêviya xwe ji dest bidin.Alîgîrên Kilînton jî bawereke wiha li bara Trump hene.
Li vê navberê da medyayên Amerîka jî agirê vê nakokî û neyariyê gurtir dikin.Loma dûr nîne ku alîgîrên her du berbijarên Amerîkayê xîncî teblîxata hilbijartinê ber bi riyên fanatîk herin. bi taybet ku xelkê Amerîka bi çek û sîlah in û gullehavêtin û kiryarên çekdarî li nav Amerîka dîrokeke xwe ya dirêj heye û hêtimala karên wiha li nav Amerîka dûr nîne.
Helbet xeterên ewlehiyê li nav Amerîka pirtir tê gotin ku piştî hilbijartinê hêtimal heye ku destpê bibe.
Trump li gotineke ecêb ragihand ku ew bijartina rikebera xwe weke serokomara Amerîka qebûl nake.
Wî heta li bara xetera sextekariya sîstematîk li hilbijartina serokkomariya Amerîka hişyarî da.
Helbet neyarên Trump rexne li gotinên wî girtin û ragihandin ku ev gotinên wiha dê bibine sebeba rewaca reftarên bi xeter û fanatîk li nav Amerîkayê.
Eva li halekê ye ku tê gotin eger Trump li hilbijartina serokomariya Amerîka rastî işkestê were , alîgîrên wî yên işkestxwarî hêtimal heye ku çek û sîlahan bigrin destê xwe û dest bi şer û pevçûnê bikin.