Mijdar 03, 2016 14:50 Asia/Tehran
  • Bertekên li hemberî girtinên berfire li Tirkiyê

Piştî ku kesayetî û giregirên siyasî û civakî di nav Tirkiyê de kar û kiryarên dewleta vî welatî yên wekî girtina kedkarên sazî û teşkîlatên curbicur û girêdana radiyo û televîziyon û çapemeniyên muxalif û girtina rojnamevan û nûçegihanan û hewldana ji bo vegerandina hukmê îdamê, protesto û rexne kirin, niha dewra kesayetî û karbidestên biyanî ye ku ji ber van karan rexne li dewleta AKP û Erdogan serokomarê Tirkiyê digirin.

Serokwezîra Almanyayê yek ji wan karbidestên bi nav û deng e ku bi şidet raxne li dewleta Tirkiyê digire ji ber gitina kedkarên sazî û teşkîlatên curbicur, girêdana radiyo û televîziyon û çapemeniyên muxalif û girtina rojnamevan û nûçegihanan û hewldana ji bo vegerandina hukmê îdamê nav qanûna Tirkiyê.Serokwezîra Almanyayê herwiha hişyariyê dide dewleta tirk ku diqewme kiryarên wiha bandorê li muzakireyên endambûna Tirkiyê di nav Yekitiya Ewropayê bike.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel duh bi şidet girêdana medya û rojnameyan bi taybetî ya Cumhuriyetê û girtina rojnamevanan rexne kir û got kiryarên wiha pêşeroja endametiya Tirkiyê di nav Yekitiya Ewropayê (YE) nezela û bi dûman dike. Merkel yekem rayedara fermî ya biyanî nebû ku derheq girtina 13 nivîskar û rojnamevanên Cumhuriyetê bertek nîşan da. Berî wê serokê parlemana Ewropayê Martîn Çûltz jî girtina kesên hanê û girêdana rojnama Cumhuriyetê protesto kir û desnîşan kir ku Enqerê bi asteng û sînordarkirina azadiya bîr û raman û îfadekirinê cixîzên sor derbes kirine û eva sedema heyf û mixabiniyê da zanînê.

Parlemanterekî Ewropayê bi navê Herbert Romel  jî li berteke van kar û kiryarên hikûmeta Enqerê got ku li Tirkiyê hîn azadiya raman û îfadekirinê ti wate û menayeke xwe tine.

Romel herwiha agahî da ku dîplomatên ewropî dixebitin mesela rakirina vîzayê ji bo welatiyên Tirkiyê paşda bêxin û got: Ez fikir nakim heya dawiya sala 2017 jî em ê ser vê meselê bigihêjin encamekê. Ev gotinên Romel li rewşekê de  ye ku çend mehên berê Tirkiye û YE lihevkiribûn ku heke Tirkiye rê li ber derbasbûna penaberan nav welatên endamên vê yekitiyê bigire, YE jî wê mesela rakirina vîzayê bo welatiyên Tirkiyê ji bo sefera bo van welatan hilkole û di encamê de wê ji holê rake.

Ti şik û gumanek ser vê yekê tine ku mafê mirovan û berçavgirtina prensîpên demokrasiyê ji bo welatên rojavayî wekî amûrekê bona bidestxistina hedefên xwe ye û heta welatê ewropî û Amerîka li gor pêwendiyên xwe tev welatan carna çavên xwe ser binpêbûna mafê mirovan û demokrasiyê digirin an jî wê dikin darê destan bona anîna zorê ser welatekî. Lê kar û kiryarên dewleta Enqerê li dij medaya û teşkîlatên sivîl û muxalif ewqas berbiçav û eşkera ye ku ji gelek derûdorên siyasî û civakî yên nav Tirkiyê û derveyî vî welatî re fukarên kûr çêkirine bi awayekî ku dost û hevpeymanên vî welatî jî nikarin çavên xwe ser van kar û kiryaran bigirin.

Heke em ji protestokirin û rexnekirina ramalandina hogir û piştgirên tevgera Fetullah Gulen li teşkîlat û saziyên curbicur yên civaka Tirkiyê derbas bibin, bi hetim em nikarin ji girtina rojnamevan û medyayên nivîsarî û dîtinî (temaşeyî) ku ji derûdorên siyasî û medyayî li Tirkiyê û derveyî wê fukar çêkirine derbas bibin, derûdorên hanê heta derheq şêwaza bertekên karbidestê ewropî jî rexne kirine û li vê çarçovê de dipirsin: Çima serokwezîra Almanyayê û serokê parlemana Ewropayê û heta parlemanterê Ewropayê ku niha ji ber girêdana rojnama Cumhuriyetên nerahet in, derheq girtina Can Dundar sernivîskarê rojnama Cumhuriyetê û Erdem Gul berpirsê vê rojnamê û birîna 5 sal hews ji bo wan bi guneha eşkerakirina alîkariyên dewleta Erdogan yên sîlahî bo grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê, xwe bê deng kitibûn?

Wer xuya dike ku qirkirina xelkê Sûriyê û Iraqê bi destê grûpên terorîstî yên wek DAIŞ`ê ku welatên rojavayê û Tirkiyê ew bi sîlahên curbicur pegal kiribûn, ji dewletên ewropî û Amerîkayê re girîng nîne û bûyerên nav Tirkiyê ji vê yekê girîngtir in. Raste her tişt li dewsa xwe de girîng in lê girtina çavê xwe ser qirkirina xelkê bê guneh û bê berecvan ên sûrî û iraqî guneheke mezin e ku  welatên hanê bi hêsanî cih tînin.

Li rewşa ku rexnekirina girtina rojnamevan û girêdana rojname û radiyo û televîziyonan li Tirkiyê di nav Tirkiyê û derveyî vî welatî zêde û berfire bûye rayedarên tirk û polîs Tirkiyê radigihîne ku 22 endamên DAIŞ`ê di nav vî welatî girtine, hevdembûna ragihandina girtina rojnamevanan û girtina terorîstên DAIŞ`ê vê yekê nîşan dide ku dewleta Tirkiyê hewldide nîşan bide ku talukeya  terorîstên hanê ji ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê re qasî talukeya endamê tevgera Fetullah Gulen in, ta ku bi vî awayî rexneyên ji dewleta AKP`ê kêm bikin.