Rexneyên navxweyî ji dewleta Tirkiyê zêde bûne
Kemal Kiliçdaroglu serokê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) li axiftinekê hewldana rayedarên partiya serdest jibo guherîna sîstima hikûmetî ya welêt ji parlemaniyê bo serokatiyê rexne kir.
Wî armanca damezrandina sîstima hikûmetî ya serokatiyê pêşdebirina tiştê ku weke ``projeya parvekirina Tirkiyê`` bi nav kir da zanîn û ser piştgiriya CHP ji damezrandina demokrasiyê li Tirkiyê tekez kir.
Rêberê partiya dijberê Tirkiyê her wiha operasyona hêzên polîs li dijî rojnama Cimhûriyetê û girtina sernivîskar û hin rojnamevanên vê rojnamê rexne kirin û got ku dewlet ser vê bawerê ye ku ev rojnamevan tev tevgera Fethullah Gulen û PKK peywendiya wan hebûye û piştgiriya vê grûpê dikin li halekê ku li vê navberê xebata li dijî grûpa DAIŞ`ê hatiye jibîrkirin.
Kiliçdaroglu got ku rojnmaevanên rojnama Cimhûriyetê tu carî ji riya xwe nexalifîne û rojnameyeke alîgirê azadî û komartiyê bûye.
Xêncî serokatiya Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê hin rayedarên hizbî û siyasî yên vî welatî jî kiryara dewleta Enqerê ya êrişa ser medyakaran wek bingeha çaran a demokrasiyê, hewldana jibo guhertina sîstima hikûmetê û heta hewldana jibo venihêrîna li bara cizaya îdamê li Tirkiyê rexne kirine.
Bitaybet ku hin derûdorên Tirkiyê vejiyandina hukma îdamê dûrbûna vî welatî ji pêvajoya cihanîna qanûnên YE jibo endametiya Tirkiyê li vê yekitiyê dizanin.
Lê gefa li dijî demokrasiyê bi saya qedexetiya xebata medyayên Tirkiyê bi tiştê ku dewleta Enqerê ``hewldana jibo vejiyandina demokrasiyê li Tirkiyê`` dizane, hereketa li riyeke xirab e ku di rojeva rayedarên AKP de ye.
Rêberên Enqerê şikesta darbeya bêencam a 15`ê Tîrmehê encamna serketina demokrasiyê li hemberî îqtidara artêşê dan zanîn û li dewamê jibo tiştê ku ``vejiyandina demokrasiyê`` dan zanînê, paqijkirina saziyên curbicur ên welêt ji hizûr û mudaxila endamên tevgera Gulen û tehtîlkirina çapemenî û medyayên curbicur xistine rojeva karê xwe.
Reftara ku rastî rexneya derûdorên curbicur ên navxweyî û derveyî hat lê dewleta Tirkiyê wer xûya dike hela jî li dû pêşdebirina siyaseta xwe ya serdestîxwaziyê ye.
Gotin û rexneyên Selahedîn Demirtaş hevserokê HDP ji ber girtina sernivîskar û hin rojnamevanan û girêdana yek ji rojnamên Tirkiyê li çarçêva siyaseta serkukirina dewleta Enqerê li vê çarçowê tên nirxandinê.
Li gorî gotina Demîrtaş niha sansoreke berfireh li dijî medyayên tirkiyê cih tê û loma li gorî gotina wî dengê opozosyonê li civakê nayê bihîstin.
Di rewşeke wiha de serokwezîrê Tirkiyê bi ragihandina vê yekê ku dewleta wî dê bi zûtirkê pêşniyarqanûna vejiyandina cizaya îdamê bide parlemanê li hember rexneya derûdorên ewrûpî ji ber girtina sernivîskar û rojnamevanên rojnama Cimhûriyetê bertek nîşan da.
Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê bi piştgiriya ji betalkirina cizaya îdamê li welêt got ku dewlet nikare li hember kesên ku li darbeyê sûç kirin bêdeng bimîne û dev ji mehkemekirina wan berde.
Ev gotinên Yildirim li halekê ketin rojevê ku Konseya Ewrûpayê li peyamekê bi tundî daxwaza Erdogan serokkomarê Tirkiyê jibo vejiyandina cizaya îdamê jibo darbekiran şermezar kiriye.
Wer xûya dike dewleta Tirkiyê li vejiyandina qanûna cezaya darvekirinê şirîkekî siyasî jî heye,Partîya Hereketa Netewî (MHP) li vê barê ragihandiye ku ger gelê Tirkiyê qebûl bikin yê vejiyandina vê cizayê erê bike.
Dewleta Baxçelî serokê MHP ji aliyekê ve bi hevdengiya tev rayedarên Tirkiyê dixweze ku rol û cîgeha xwe li muadilên siyasî li Tirkiyê vejîne û ji aliyê din ve li dû ceribandina piştgiriya civaka vî welatî ji reftar û kiryarên AKP li rêvebirina awelêt e.