Mijdar 01, 2016 18:13 Asia/Tehran
  • Pejirandina belgeya stratejiya demdirêj a OPEC`ê, gelo dê OPEC rola xwe bixe dest?

Çavkaniyên ser bi Rêxistina welatên firoşerê niftê(OPEC) ragihandin ku rayedarên vê rêxistinê belgeyek li bara çarçowên stratejiya demdirêj a vê rêxistinê pejirandin. Pejirandina vê belgeyê jiber pirsgirêka li vê barê ku gelo stratejiya OPECê divê çarçowaa bazara niftê kivş bike an na midehekê ketibû derengiyê.

 
 

Li gorî rapora Reutersê ji Londonê konseya nuneran û akrzanên OPECê  ku I sala 2015an birojkirina  stratejiya  demdirêj a vê rêxistinê hildikoland duh duşemiyê jibo hilkolandina  belgeya pêşniyarkirî ya herî nû civînek li dar xistin.Pejirandina  vê belgê tê wateya  sekinîna  dubare ser rola

 stratejîk a OPECê li rêveberiya berhemanînê ye.

 OPEC pêk hatiye ji welatên Cezayir, Îran, Iarq, Kuweyt, Lîbya, Nîceriyê, Qeter, ERebistan, Mîrtiyên hevgirtî yên erebî, Êkwador, Angola û Venezeulayê.

 Armanca  sereke ya  vê rêxistinê çawa ku li manîfesta wê jî hatiye behskirin hevdengkirin û yekperçekirina  siyaseta niftê yên welatên  endam û kivşkirina  riya herîbaş jibo dabînkirina  berjewendiyên giştî an kesane  yên endaman, peydakirina hin  şêwazan jibo garantîkirina  subata buhaya niftê û jinavbirina  guhertinên 

bizirar û nepêdivî ye.

 OPEC li salên buhurî bi  pirsgirêka berçavnegirtina par û pişkan ji aliyê  hin endaman û pirsgirêka  li bara kivşkirina asta berhemanînê rûbirû bûye. Niha  pirs eva ye ku  gelo OPEC dikare bighêje rola xwe ya bibandor û kêrhatî ya li bazarê.Li gor hin belgeyan stratejiya OPECê bitaybet li salên derbasbûyî jibo rêveberiya para bazarê bi ser neketiye.

 Mesela heyî ev aye ku  daketina  buhaya  niftê ser berhemanînê  bandor kiriye. Ev daketina buhayê ku heya asta sedî pêncî a buhayê li her bermîlê jî çû,.

Buhaya her bermîla  niftê gihande  kêmtir ji 50 dularî. Ev daketina  bû sedem ku pêvajoya  zêdebûna  berhemanîna  niftê ji aliyê berhemhênerên hevrik li bazarê were rawestandin bêyî ku  ji OPECê zextek anîbe ser berhemhêneran.

 

 

Helbet renge jî ev rewşa wisa nemîne. Hîn gelik şik û guman hene  ku Erebistan ser stratejiya  berhemanîna OPECê jibo parastina  stratejiya  rêveberiay bazar bisekine. Ev welata  herîkêm li du salên  buhurî tenê bi armancên  siasyî li dû bidestxistina  bikir(kirryar) bi buhaya  zêdekirina berhemanînê û  birina  nifta erzan bo bazarê bûye.

 Lê dîsa jî muhtemel e bi destpêbûna demsala sir û seqemê, bikirrên  niftê zêde bibin û nêzîkî 3 milyon bermîlên zêde li rojê  li bazarê  jiber zêdebûna hejmara bikirran jî were firotin.

 

Li herî halî jibo ku hevhatinên li bara tesbîta asta berhemanînê kêrhatî be dive hemî welatên endamê OPECê asta berhemnaînê li gorî par û pişkan  berçav bigrin..Loma pejirandina  belgeya stratejiay demdirêj a vê rêxistinê jibo tesbîta  mewqiya  OPECê pêngaveke bibandor tê hesabê.

Li salên derbasbûyî ji ber nebûna hevdengî û wekheviya siaysetan û xebatên endamên  OPECê bû sedem ku  siayseta  berhemanîn û belavkirina  nifta erzan bidome û welatên  xwediyê niftê jiber erzan firotina  heyitiya xwe ya neteweyî gelek xisar dîtine.

 Cidabûna endaman ji hev û neserbixwetiya hin endamên OPECê bûne sedem ku  ev rêxistina çend caran bikeve recifkê wisa ku îro OPEC neçar bûye ku hin nijyarên bazar berçav bigre û li rewşa bazarê rola xwe hebe. Ev pêvajoya sere axir dê bibe baîs ku  tu guhertinek li nijyara vê rêxistinê pêk neyê k user qazanca  tu yek ji endamên vê rêxistinê nabe.

 Herçend ku nakokiya bazara cîhanî ya niftê li çend salên buhurî tenê ji ber bêserûberiya  OPECê nebûye belkî ji ber alûgurên  zav  bûye ku OPECê wek rêxistina ku tenê sedî 40ê firotina nifta cîhanê di destê xwe de heye tu roleke xwe li pêkhatian wê tinebûye.