Axivtina Barzanî ji serxwebûnê li kelekela şerrê azadiya Mûsilê
Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand Hewlêr piştî azadiya Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê, wê mijara serxwebûna Kurdistan Iraqê bişopîne.
Barzanî li hevpeyvîna bi belavoka almanî ya Bield`ê, bal kişand ser vê yekê ku niha ev bala xwe dane ser şerrê dijî DAIŞ`ê û destnîşan kir her dema ku Mûsil azad bû, ew wê li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, bi dewleta navendî ya li Bexdayê re gotûbêj bikin.
Nêçîrvan Barzanî, ser vê bawerê ye ku sala 2003`an yanî dema êrişa leşkerên amerîkî ser Iraqê û roxandina rejîma Bees a Sedam, destpêkeka nû ji bo gihîştina bi Iraqeka demokratîk bû lê ev tecrube û ceribîna negihêşte encamê.
Mijara serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê, her midehê carekê ji aliyê serokên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ve tê duberekirin. Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî meha Sibat a buhurî xwest ku li ser serxwebûna vê herêmê ji Iraqê, giştpirsî pêk were.
Mesûd Barzanî ser vê bawerê ye ku serxwebûna Kurdistana Iraqê, tenê riya li ber kurdan jibo pêngav avêtina li riya pêşketin û avedaniyê ye. Nêçîrvan û Mesûd Barzanî, li halekê her midehê carekê li ser serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê pêgîriyê dikin ku ev herêma qet faktorên bingehîn ên wekî nifûs û abora bihêz û bawerpêkirî jibo serxwebûnê re tuneye.
Ji bilî viya tişta ku jibo avedaniya Herêma Kurdistana Iraqê û hebûna nirxên demokratîk pêwîst e, serxwebûn an jî cidatî nine. Raberkirina mijara serxwebûna Kurdistana Iraqê li rewşa niha, Nêçîrvan û Mesûd Barzanî nagihîne armancên wan ji ber ku ji bilî pirsgirêkên navxweyî, ev helwêst zêdetir berûlayên xwe yên siyasî û teblîxatî heye.
Ev xwesteka Barzaniyan, ne li Iraqê (heta di nava hemî kurdan) û ne jî li navçe û cîhanê, nehatiye pêşwazîkirin. Pêgîriya Barzaniyan li ser serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê ji Iraqê di rewşa niha de tu hegereka xwe ya bi mantiq tuneye, ji ber ku pirsgirêkên vî welatî tenê jibo navçeyekê ninin.
Koma terorîst a DAIŞ`ê, dijminê hevpar ê iraqiyan e û bi yekbûnê, iraqî dikarin ku vê koma terorîst li Iraqê ji nav bibin. Yekbûna hemî koman li bin sîbera Iraqa yekgirtî û yekperçe, nihêrîneka guncav û baş jibo derbasbûna vî welatî ji pirsgirêkan û garantiya avedaniyê ye û axiftina li bara serxwebûn yan cidatiyê di rewşa niha de, wekî lîstina li meydana dijminan e bi gotineka din alîkariya dijminan dike.
Dijmin û neyarên Iraqê li kelekela operasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê jî piştrast kirin ku taba yekperçetiya vî welatî nayînin û perçekirina Iraqê, armanca nihênî û weşartî ya dijminan li kêleka helwêstên ku wan bona piştgiriya ji Iraq a yekperçe ragihandine ye.
Hebûna leşkerên Tirkiyê li Mûsilê û hewldana Amerîkayê bona rawestandina demkî ya operasyona azadkirina Mûsilê, dijî wan helwêstan e ku ewan ragihandine. Tirkiye behsa şerrê dijî terorîsmê dike, bêyî ku vê xalê berçav bigirin ku divê bi dewleta navendî ya Iraqê re hevaheng bin û amerîkî jî behsa sekinandina operasyona azadkirina Mûsilê dikin li halekê ku li siyasetên ku ragihandine de pişta vê operasyonê digirin.
Helwêstên hin welatên cînarên Iraqê û amerîkiyan nîşan didin ku armanca wan pêkanîna nakokiyan di navbera komên iraqê de ye û di rewşeka wiha de xurtkirina yekgirtîbûna neteweyî ya li Iraqê, pêwîst e.
Pêgîriya li ser serxwebûna Kurdistana Iraqê, alîkariya bi dijminên Iraq a serbixwe û demokratîk e ta ku berûlayên weşartî yên armancên xwe, bi amûrên navxweyî cih bînin.
Tişta ku jibo hebûna Iraqeka demokratîk pêwîst e, xurtkirina yekgirtîbûna siyasî, hêza aborî, leşkerî û dabînkirina ewlehiya mayinde ye û bi hebûna van faktorên hêz û desthilatê, ev welata dikare ku bigihîje pêşketin û avedaniyê.