Cotmeh 28, 2016 16:03 Asia/Tehran
  • Civîna Moskovayê, qahîmbûna mêhwera dijî terorîstî li Sûriyê

Wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiya û Sûriyê ku bereya sereke ya şerê dijî terorîzmê ne li Moskovayê bi hedefa qahîmkirina hevgirtina peywendiyên sê alî bi hevra gotûbêj kirin.

Civîna îro îniyê di navbera Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsyayê li bara alûgorên Sûriyê û bitaybet li ser rewşa Helebê, çawaniya sekinîna li hemberî terorîzmê, xebata ji bo birêxistina agirbesê û rê-çareya ji bo çareserkirina kirîza 6 salî ya Sûriyê bi pişkdariya aliyên sûrî ye.

Hevkariya vê mêhwerê yanî Îran, Sûriye û Rûsiyayê bona sekinîna li hemberî terorîstan li nav axa Sûriyê û herwisa hevkariya sê alî bona çareserkirina kirîza vî welatî gelek bi tesîre.

Eva 6 salin ku kirîza Sûriyê destpê bûye û hinek ji welatên wekî Amerîka, Tirkiye û Erebistan pê piştevaniya ji grûpên terorîstî dil hene, dewleta qanûnî ya Beşar Esed li nav Sûriyê hilweşînin li hevalbendiya Îran, Sûriye û Rûsiyayê bibaşî heta niha bona jinavbirina terorîstan li nav vî welatî bixebite.

Ji ber serketinên vê bereya îran, Sûriye û Rûsiya bona sekinîna li hemberî terorîstan û xebata ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ji riya gotûbêjên dîplomatîk dinavbera aliyên sûrî, bûye sebeb welatên wekî Amerîka xwestek û siyasetên xwe li bara Sûriyê bigehirînin û neçar bin ku bi vê bereyê yanî Îran, Rûsiya û Sûriyê va rûnin ser masa gotûbêjê.

Roja îro piştî 72 mehan ku ji kirîza Sûriyê destpê dibe ji çaxê ku terorîstan dest bi cinayetan li nav axa Sûriyê dikirin, mesela herî eşkera evaye ku terseyî piştevaniyên Amerîka û welatên dine navçê yên wekî Erebistan û Tirkiyê ji grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê, dîsa ji serketiyê nav axa Sûriyê, hema dewleta Şamê ye ku kariye bibaşî li hemberî terorîstan raweste û işkestê bide van terorîstan .

Helbet gelê Sûriyê bibaşî dizanin ku ev serketina ji ber nexş û rola berbiçave Moskova û Têhranê li bara rûdawên vî welatî bûye.

Hizûra eskerî ya raste raste Rûsiyayê li nav axa Sûriyê ku ser daxwaza dewleta şamê pêk hatiye û nexş û rola musteşarî ya Îranê li vî welatî alîkariyekî baş daye artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê ku bibaşî bikaribin derbê li terorîstan xwînin.

Terorîstan li nav axa Sûriyê bi navên curbicur xebitîn ku nexşe û pîlanên piştevanên xwe li vî welatî îcra bikin lê ji ber van nexş û rola beraqil a Îranê û Rûsiyayê, ew nexşe û pîlana terorîstan li nav axa Sûriyê jî rastî işkestê hat.

Neyarên dewleta Esed ji hemû hêza xwe istifade kirin bo nimûne ji saziyên wekî Konseya Ewlehiyê wekî darê destê xwe istifade kirin ta ku bigehêjin hedef û armancên xwe lê ji ber nexş û rola berbiçave Rûsiyayê ev pîlana dijminên Sûriyê jî rastî işkestê hat.

 Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê li gotinên xwe yên duh pêncşemê destnîşan kir; Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê dê li civîna xwe ya roja îniyê li bara rewşa Sûriyê û meselên girêdayî bi vî helatê dê gotûbêjê bikin.

Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê destnîşan kir ku li vê civîna sê alî di navbera Li vê civînê qirare li bara çawaniya agirbesê di nav Sûriyê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkên xelkê sûrî, meselên mirovî û despêbûna gotûbêjên siyasî bona çareserkirina Sûriyê bê axivtin.

Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê li vê barê got: Li civîna Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê  dê li ser riyên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê dê bi hevra gotûbêjê bikin.

Qirar e Muhemed Cewad Zerîf  Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê , Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyayê li bara rewşa Iraqê û hevahengiya tev vî welatî li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê jî biaxivin.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê jîli vê barê roja çarşemiya bihurî got: Mehwera piştevaniya ji Şamê bi pişkdariya Îran û Rûsiyayêû hevrêtiya tev Iraqê li şerê dijî terorîstan heta niha desthatên baş hebûye li civîna Moskovayê dê li ser berfirehbûna van hevkariyan bê axivtin.