Îran û YE, stratejiya teze jibo hevkariyê
Têhran li rojên buhurî bûye mazovanê taxim û rayedarên welatên ewrûpî.
Sefera serokê konseya serokkomariya Bosniyê û serokkomarê Fenlandê ya Têhranê û hevgavê pejirandina biryarnama stratejiya nû ya YE li hember Îranê piştî hevhatina navokî, nîşan didin ku qonaxeke nû li peywendiyên Îran û welatên ewrûpî destpê bûye.
Parlemana Ewrûpayê roja sêşemiyê stratejiya nû ya YE li hember Îranê piştî hevhatina navokî pejirand.
Biryarnama parlemana Ewrûpayê bi sekinîna ser rola navneteweyî û navçeyî ya Îranê derheq damezrandina aramî û ewlehiyê li navçê ser pêwîstiya beşdariya Îranê li çareserkirina pirsgirkên navçeyê û rawestana li ber terorîzmê bitaybet DAIŞ`ê û grûpên din û berfirehkirina peywendiyan li hemî warên siyasî, aborî, enerjî, zanistî, hîndekarî, lêkolîn û jîngehê disekine.
Behram Qasimî,berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, pejirandina biryarnama normalkirina peywendiyên Yekitiya Ewrûpayê tev Îranê nîşana viyana erênî ya vê saziya ewrûpî jibo berfirehkirin û xurtkirina têkiliyên dualî li hemî waran tev Îranê da zanîn.
Berdevkê wezareta karên derev ya Îranê got ku li warê mafê mirovan siyasî reftarê nekin û destnîşan kir, Komara Îslamî ya Îranê amade ye di rewşeke aram û ewleh de û ji riya gotûbêjê û guhestina nihêrînên ola pîroz a Îslamê li warê mafên mirovan hilêxistiye û jibo hevkariya tev welatên din û nêzîkkirina bîrûrayên her du aliyan hewlê bidin.
Çavdêr ser vê bawerê ne ku stratejiya berfireh a YE li warê berfirehkirina têkiliyan tev Îranê li çarçowa têkiliyên aborî û hevkariya li warê alugurên siyasî yên navçeyî û navneteweyî ye.
Pejirandina biryarnama normalkirina peywendiyan tev Îranê ji vê hêlê pêngavek jibo berfirehkirina peywendiyên Îranê û welatên ewrûpî piştî dewreyekê sarbûna peywendiyan e. Helbet li vê bare warên aborî pirtir ji warên siyasî balkêş bûne.
Ji destpêka deheka1990 peywendiyên navbera Îranê û YE ewraz û berjêriyên zav hebûne da ku gihêştin qonaxa rêketinnama navokî û hevhatinnama navokî bû wek xala werçerxanê ya peywendiyan. Herçend ku ewrûpiyan li bara bernama navokî ya Îranê hinekî îhtiyat kirine û îdiaya Emerîkayê ya derheq nebiaşitîbûna bernama navokî ya îranê qebûl nekirine lê di pratîkê de YE li biryarnama boykota li dijî Îranê ji wna li beşa kirîna niftê ji Îranê xwe dane aliyê Emerîkayê û hin boykot pejirandin.
Lê YE dixweze ku pergaleke çendalî li cîhanê saz bike. Ji vê babetê, rol û mewqiya berbiçav a Îranê derheq dabînkirin û guhestina enerjiyê jibo Ewrûpayê û her wiha rola bigehîna Îranê li damezrandina aşitî û aramiyê navçê û dabînkirina ewlehiya kendava Farsê ji van pîvanên giring in ku cih û şûna Îranê li YE jorde birine.
Ev taybetmenî piştî rêketinnama navokî û pêkhatina gotûbêjeke teze li siasyeta derve, derfetên nû li nihêrîna ewrûpiyan li bara Îranê pêk aniye.
Jiber ku li ware siyaseta navneteweyî jî hin guherîn çêbûne baweriyên YE li bara Îranê guheriye û erênî bûne.Berûvajî Îran jî jibo behrewergirtian ji derfetên hevkariya tev YE li aborî û ticareta navneteweyî, rawestana li ber gefên hevpar yên mîna terorîzm û fanatîzmê û rawestana li ber qaçaxa madên narkotîk, xebitandina sermaya biyaniyan û guhestina teknolojiya nû li warên curbicur, pir micid e ku peywendiyên xwe bi YE re berfireh bike.Ev hevkarî ji hêleke din jî giring e jiber ku Emerîka tim li dû parastina boykotên li dijî Îranê bûye loma Emerîka hewil dide ku welatên ewrûpî bi riya îdia û şantajên xwe li bara mesela binpêkirian mafê mirovan li Îranê û weke gefnîşandayîna hêza mûşekî ya Îranê tevlî xwe bike û boykotan bikşîne warên serayî rêketinnama navokî jî li halekê ku hevdengiya YE tev Emerîkayê li deheka buhurî tenê bûye baîs ku derfetên hevkariya tev Îranê ji dest derkevin û eva ser zirara ewrûpyan bûye.