Cotmeh 26, 2016 14:20 Asia/Tehran
  • Rexneya tund a Efûya Navnetewî ji kiryarên hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê

Sazîya Efûya Navnetewî duh sêşemê ragihand ku hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê li êrişên xwe yên nav axa Sûriyê xebata xwe ya micid bona girtina pêşiya kuştina xelkê sivîl bikar negirtiye û tesîra operasiyonên xwe dijî xelkê sivîl kêm daye zanîn.

Efûya Navnetewî ragihandiye ku ji Îlona sala 2014`an va heta niha li êrişên hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê ser axa Sûriyê nîzikî 300 kesên sivîl hatine kuştin.

Leyîn Meilûf alîkarê lêkolînê li nivîsgeha navçeyî ya Saziya Efûya Navnetewî li vê barê destnîşan kir; Belgeyên heyî û lêkolîn nîşan didin ku li êrişa hewayî ya hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê, gellek kesên sivîl hatine kuştin û vê hevalbendiyê xebata xwe bikar negirtiye ku pêşiya kuştina xelkê sivîl bigre û vê hevalbendiyê li vê barê kêmasî hebûne.

Wî destnîşan kir ku hinek ji êrişên hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê bê hedef bûne û yan ji ber şîdeta van êrişan, ji ber berçavnegirtina teybîrên pêwîst gellek sivîl jî bûne qurbanî.

Heta niha wezareta berevaniya Amerîkayê li vê barê tu bersivek nedaye û tenê îdia kiriye ku ew li van êrişên xwe xebitîne ku xelkê sivîl nebine qurbanî.

Piştî destpêbûna hişyariya cîhana ereb ji sala 2011`ê va, Amerîkayê bona pêşdabirina armancên xwe yên navçeyî bitaybet bona sekinîna li hemberî bereya berxwedanê, hemû hêza xwe bikar girt ku digel hevalbendên xwe yên rojavayî, erebî û Tirkiyê dewleta qanûnî ya Sûriyê sernixûn bike.

Darê destê Amerîkayê û hevalbendên vî welatî yên navçeyî û cîhanî jî alîkarîdayîna bo grûpên terorîstî li nav axa Sûriyê bû û her li vê çarçîvê grûpa terorîst a DAIŞ`ê gelek alîkariyên abûrî û çek û sîlahî ji Amerîkayê û hevalbendên vî welatî yên rojavayî, erebî û Tirkiyê wergirtin.

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê piştî van alîkariyan karî pişkin ji axa Sûriyê û Iraqê li sala 2014 dagîr bike.

Ji aliyê din ve piştî ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê bajarê dudyan ê mezin li Iraqê dagîr kir û xebata vê grûpa terorîst bona sernixûnkirina dewleta Iraqê jî bo hemûyan eşkera bû û herwisa hemû pê hesiyan ku vê grûpa terorîst biryar girtiye destdirêjiya ser welatên din ên ereb jî bike, Amerîka ku heta wê çaxê hevrê digel Tirkiyê û hinek ji welatên navçê û cîhanê alîkarî didane vê grûpa terorîst, nişkêva siyasetên xwe li hemberî vê grûpa terorîst guhirand û hevalbendiyek pêkhatî ji 60 welatên cîhanê pêk anî û ragihand ku ev hevalbendiya dil heye dijî DAIŞ`ê şer bike.

Ji aliyê dinve Amerîka bona pêşbirina hedef û armancên xwe li rojhilata navîn pê parvekirina terorîstan ser du navên terorîstên baş û yên nebaş karek kir ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê li navçê bi hêz û qawet bibe.

Ji aliyê dinê her çend Amerîka rêberiya hevalbendiya dijî DAIŞ`ê dike lê rastî evaye ku li vê barê Amerîka rastbêj nîne, her li vê çarçîvê li sala 2015 çend caran belge eşkera bûn ku Amerîka ji riya esmanê Iraqê çek û sîlahan ji bo terorîstên DAIŞ`ê dişîne û herwisa hema paylotên amerîkî bi xwe jî bicaran ragihandine ku wan li hinek babetan dikarîne pêgehên terorîstên DAIŞ`ê bombebaran bikin lê ji ber fermana serokên xwe wan ew kara nekirine.

Niha pirs evaye, her çend Amerîka, Erebistan û Tirkiyê bi xwe grûpa terorîst a DAIŞ`ê bona sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Sûriyê pêk anîn , niha çi bûye ku ev welatane îdiaya xebata dijî wan terorîstan dikin , yan pirsek din ku gelo bi rastî Amerîka dil heye terorîstên DAIŞ`ê jinav bibe yan na Amerîka dil heye qudreta vê grûpa terorîst bona pêşbirina hedef û armancên xwe li navçê kêm bike.

.Mesela sereke ku roja îro eşkera bûye evaye ku Amerîka li xebata xwe ya dijî grûpa terorîst a DAIŞ`ê rasbêj nîne .

Bo nimûne firokên şerî yên Amerîka mudehek berî niha pêgeha artêşa Sûriyê li derûdora balafirgeha Dêyrezûrê bombebaran kirin ku di encamê da gelek ji artêşa Sûriyê hatine kuştin û hedefa sereke ya Amerîka eva bû ku vê navçê ji destê artêşa Sûriyê bigre û bide destê terorîstên DAIŞ`ê .

Herwisa wisa ku Efûya navnetewî jî ragihandiye firokên şerî yên Amerîka heta niha gelek ji navçên nav axa Sûriyê ku xelkê sivîl li wan deran dijîn bombebaran kirine ku di encamê da gelek ji xelkê sivîl bûne qurbanî, eva li halekê ye ku wan baş dizanîne ku terorîst li van cure navçan nebûne.

Her ev cure siyasetên Amerîka û durûtiya vî welatî li şerê dijî DAIŞ`ê bûye sebeba nîgeraniya saziyên wekî Efûya navnetewî.

Ji aliyê dinve roja îro mesela xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê bûye pilanekî sereke li teblîqatên hilbijartinî li nav Amerîka.wisa ku Donald Tiramp berbijarê Komarîxwazan li hilbijartina serokkomariya Amerîka li gotinên xwe bicaran îşareyî nexş û rola raste raste Obama serokkomarê Amerîka û Hîlarî Kilînton wezîra karên derve yê vî welatî li peydabûna grûpa terorîst a DAIŞ`ê kiriye.