Cotmeh 24, 2016 18:19 Asia/Tehran
  • 
Tirkiyê ser pêkanîna  navça ewleh li Iraqê tekez kir

Serokwezîrê Tirkiyê li bara hez û meyla vî welatî jibo pêkanîna navça ewleh li Iraqê bi hevkariya Herêma Kurdistana Iraqê agahî da.

 Bînalî Yildirim bal kişand ser pêkanîna  navça biewleh li sînorê Tirkiyê tev Sûriyê û ser pêwîstiya  pêkanîna  navçeyeke bi hemen rewşê li Iraqê û bi hevkariya  Herêma Kurdistana  Iraqê tekez kir.

 Pêkanîna  navça ewleh û navbir li sînorê Tirkiyê û Sûriyê wê demê hat hilêxistin ku hin rayedarên dijberêdewleta Tirkiyê di nav vî welatî  bi raberkirina  hin belgeyan, ev dewleta tawanbar kirin ku cebilxane û çek û sîlah dane grûpên terorîstî yên dijberê dewleta Sûriyê  yên wekî DAIŞê û ji aliyê din ve rê ji bo revîna serkirdên vê grûpa terorîstî ji meydana şêr vekirine .

 Jixwe tekezkirina  Enqerê ser pêkanîna  navça  navbir li sînorê tev Sûriyê bi armanca reşkirina tawanên wisa û her wiha tevlîbûna nav hevalbendiya qaşo Hevpeymaniya li dij DAIŞê kete rojeva rayedarên Tirkiyê.

Tevî ku fukara  li bara  pêşdeçûna  hêzên kurd ên sûrî li beşîn  bakurê bereya şêr ji hegerên din ên  pêkanîna navça biewleh û navbir li sînorê Tirkiyê û Sûriyê bû, dûrkirina  pevçûnan ji navçên sînorî yên Tirkiyê û her wiha  kontrola penaberan li axa Sûriyê bi armanca girtina pêşiya guhestina wan bo axa Tirkiyê û çûyîna wan  ber bi Ewrûpayê ji wan mijaran bû ku bû baîs  dewletên  rojavayî rê bidin ku navça ewleh a ku Enqere li dû wê ye  li navçê were avakirin.

Lê armancên Tirkiyê ji pêkanîna  navça ewleh li bakurê Iraqê bi navça ewleh ku li bakurê Sûriyê hatibû avakirin tam ferq dikir.

Herçend ku pêkanîna  navçeyeke  wisa li her du welatên Iraq û Sûriyê û deverên sînorî yên  Tirkiyê li gor  armanca  siyaseta  navçeyî yaTirkiyê ye  lê Tirkiye ji pêkanîna  navça ewleh li bakurê Iarqê curek din  difkire ku serkutkirina hêzên PKK li derveyî sînorên vî welatî beşek ji wê ye.

 Hevkariya tev Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca kontrola PKK, behrewergirtina ji nifta erzan û derfirotinî ya vê navçê û kontrola tam ser alûgurên Iraqê bi armanca  kontrola  tiştê ku  li gor gotina  Erdogan beşên dîrokî yên Tirkiyê tê hesabê beşeke din ji armancên Enqerê ji sekinîan ser pêkanîna  navça biewleh li bakurê Iraqê ye.

Loma reftara siyaseta  navçeyî ya Tirkiyê jibo pêkanîna navçeyeke wisa girêdayî bûye bi reftara  vî welatî li muadilên  navçê û bitaybet alugurên  bakurê Iraqê.

 Ger pêştir Tirkiyê ser hizûra eskerî li navenda Başîqê diskeinî û piştî destpêbûna  operasyona  hêêzn dewletî û gelanî ya Iarqê jibo azadkirina  Mûsilê ji destê DAIŞê ji vê navçê paşde vekişya û heta  taximeke  siyasî şande Bexdayê lê niha piştî sefera vê dawiyê ya wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê bo Tirkiyê şêwaza hizûra vî welatî li navça bakurê Iraqê guheriye lê mahiyeta  hizûr û  mudaxila siyasî û eskerî ya wê hema wisa maye.

 Bi vê ferqê ku ger pêkanîna  navça ewleh li bakurê Sûriyê li gor  hevdengiya  Tirkiyê tev dewletên  ewrûpî derheq dabînkirina  berjewendiyên  her du aliyan bû niha pêkanîna  navça ewleh li bakurê Iraqê tu nîşanek ji hevdengî û berjewendiyên Tirkiyê tev rojava  û welatên navçê tine.

 Loma tekezkirina  serokwezîrê Tirkiyê jibo pêkanîna  anvça ewleh li abkurê Iraqê û bi hevkariya  Herêma Kurdistana Iraqê piştî gotinên serokkomarê vî welatî li bara  xwedaniya   dîrokî ya Tirkiyê ser Mûsilê pirtir  şopandina  siyasetên  neoosmanîzma Tirkiyê û rayeadrên  Enqerê li muadilên niha li anvçê dixe bîra meriv.