Dewama bêewlehîtiyan li Tirkiyê
Li encama teqîna siba roja yekşemiyê li navça El-Camiê, bajarê sînorî ya Qazîentepê li Tirkiyê hejiya.
Li encama teqîna pakêta bombekirî li taxa Bîzş Yûz Oylet li nêzîkî Şelal Parkê ya vê navçê ku piraniya xelkê wê awareyên sûrî ne herîkêm 3 polîs hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Anadolûnewsa Tirkiyê îdia kir ku ev teqîna terorîstî wextekê qewimî ku hêzên polîs li vê navçê li halê cihanîna operasyona li dijî DAIŞ`ê bûn.
Qayimeqamê Qazîentepê jî piştî vê teqînê ragihand ku li rojên buhurî hin nûçe li bara danîna bombeyan li civînên elewiyan hatibûn ragihandin û li ser vê esasê ev operasyona li dijî DAIŞ`ê cih hat.
Wî got ku jibo damezrandina aramî û ewlehiyê li parêzgehê operasyona rawestana li ber grûpên terorîst ên mîna Xizmetê, PKK û DAIŞ`ê dê mîna berê bidome.
Çavkaniyên dadweriyê yên Tirkîyê li bara girtina 59 kes ji hêzên polîs bi tawana gumanbarbûna ji îstifada ji sîstima By Lockê ya Fethullah Gulen serokê tevgera Xizmetê li Enqerê agahî dan .
Pênc serokpolîs, sê kes ji efserên pilebilind û 37 kes ji çavdêr û alîkaran di nava girtiyan de ne.
Sercem refatrên polîsên Tirkiyê derheq girtina endamên tevgera Gulen ji aliyekê ve û teqînên li her derên vî welatî ji aliyê din ve ku vê dawiyê li Qazî Enteqpê tên dîtinê, nîşana dewama bêewlehîtîyê li beşên siyasî ewlehî û civakî û rewanî yên civaka Tirkiyê ye. Bi curekê ku heta mirov dikare daxwaza dozgeriya Amedê jibo mehkemekirina Demirtaş hevserokê HDP li vê çarçovê binirxîne.
Dozgeriya Amedê, Demirtaş hevserokê HDP`ê tawanbar kiriye ku ewî par li gotûbêjeke televîzyonê eşkere dewleta vî welatî tehqîr kiriye, lewma ji wî re cezaya 6 meh heya du sal hews hatiye birînê.
Cida ji bêewlehiyên li encama liv û tevgerên hin komên dijberê dewleta Tirkiyê ku li kiryarên teqînê tên dîtinê lê hin yên din yên dezgehên dewletî nîşana gurbûan bêewlehiyên civaka Tirkiyê ne.
Ev nihêrîna bitaybet piştî darbeya bêencam a 15 Tîrmehê li Tirkiyê kete rojeva bernama karê dewletê.
Rexnegirên dewleta Tirkiyê ser vê bawerê ne ku rêberên Tirkiyê bi domandina reftarên tund ên polîs û dezgehên ewlehiyê dil hene ku mesela gefa ewlehiya civakî û rewanî zindî xweyî bikin ku bikaribin bi vê riyê dijberên xwe bixin tecrîdê.