Destpêbûna opêrasyona azadkirina Mûsilê û kutabûna emrê DAIŞ`ê li Iraqê
Bi dû ragihandina Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, opêrasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê, di siet 6`ê vê sibê da bi êrişa giran a hêzên leşkerî û gelanî yên Iraq ser çeperên têrorîstan destpê bû.
Bi dû ragihandina fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jibo destpêkirina opêrasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê, hêzên serbazî û ewelhîyê yên vî welatî bi piştgirîya hêzên Pêşmerge û Heşdi Şeibî êrişên berfire ser çeper û pêgehên DAIŞ`ê li deverên curbicur ên vî şarî destpê kirine. Yêketî û hevdilîya iraqîyan û sûdwergirtina ji şîyanên navxweyî hegera sereke ya serketinên berfire yên iraqîyan li hemberî DAIŞ`ê û azadkirina beşa mezin a deverên dagirbûyî bi destê DAIŞ`ê di mehên vê dawîyê da û berbendeke qehîm li hemberî serdestîya DAIş`ê li Iraqê bûye.
Koma têrorîst a DAIş`ê nêzî 2 salan berî niha di çarçova komployeke navnetewî û navçeyî da li gorî plankarîya Amerîkayê û hin dewletên paşvero yên deverê karî ku bajarê Mûsilê yek ji bajarên girîng ên Iraqê bêxe bin kontrola xwe. Dewleta Iraqê di Hezîrana sala 2014`an da bi palpiştîya hêzên curbicur ên iraqî ji wan Heşdi Şeibî dest bi têkoşîna cidî ya li hemberî têrorîsmê kir. Hevkarîya gel, artêş û dewletê bû sedema lawazbûna DAIŞ`ê li Iraqê û dorpêçbûna vê koma têrorîst li parêzgeha Nêynewayê. berpirsên pilebilind ên iraqî li gorî nêrîna rastbînane li bara bibandorbûna hêza gel (Heşdi Şeibî), artêş û dewletê, sala 2016`an wekî sala `` mirina DAIŞ`ê li Iraqê`` ragihandin û destpêbûna vê opêrasyonê di van rojên dawîyê da rastbûna vê pêşbînîyê daye xûyakirinê. Destpêbûna opêrasyona azadkirina Mûsilê bi wateya berbikutabûnê ya emrê DAIŞ`ê li Iraqê ye lê, divê ev yeka jî bê berçavgirtinê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê ku kutabûna emrê xwe dibîne, bi dijwarkirina cinayetên xwe hewl dide bi curekê rêyeke reva ji işkesta tam li Iraqê peyda bike û ev yeka dikare bibe sedema giranbûna cinayetên vê koma têrorîst. Li gorî van têpînîyana bû ku iraqîyan bi merema amadekarî û tivdîrên pêwîst jibo kontrolkirina zêdetir a liv û tevgerên DAIŞ`ê, opêrasyona tam a azadkirina Mûsilê ji bin lepên DAIş`ê dereng destpê kirin. Eva li halekî ye ku rayedarên iraqî di van rojên dawîyê da xisarên kiryarên kavilkir ên DAIŞ`ê li Iraqê şirove kirine û hilkolandine. Di vî warî da Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê pêkutî kir ku koma têrorîst a DAIŞ`ê bi dagirkirina hin deverên vî welatî, 35 milyard dolar zîyan gîhandîye Iraqê. Kavilkarîyên DAIŞ`ê li hin deverên Iraqê ji wan li Mûsilê li astekê ye ku hin karzan dibêjin ku herîkêm demeke dehsalî jibo jinûve avakirina bajarê Mûsilê pêwîst e. Bi her awayî DAIŞ`ê û piştgirên wê ango Amerîka û Erebistan û çend welatên paşvero yên navçê xerceke giran dane ser milê gelê Iraqê û gelê vî welatê hêvîdar in ku bi têkbirina têrorîstan di encama opêrasyona Mûsilê da dawî li vê rewşê bînin û qonaxa jinûve avakirina welatê xwe destpê bikin.
Di vê rewşê da NY wekî sazîya herîgirîng a ku li warê aştî û ewlehîya navnetewî erkdar e, dikare roleka girîng a piştgirîyêjibo kêmkirina ast û berfiretîya karesata insanî li Mûsilê bilîze. NY dikare vê rola piştgirîyê di çarçova sûdwergirtina ji potansîyelên pisporîya xwe yên wek Sazîya Tenduristîya Cehanî, Komîsarîyaya Bilind a Penaberan, Sandiqa Zarokan a NY (UNICEF) û Sazîya Xwarek û Cotkarîyê ya NY (FAO) bilîze ku vê mijarê çaverêtîyên ji vê sazîyê jibo dayîna alîkarîyê bo gelê Iraqê duberanber kirîye.