Cotmeh 16, 2016 20:00 Asia/Tehran
  • Nirxandina civîna Lozanê ya li ser Sûriyê

Civîna Navneteweyî ya Sûriyê li Lozana Swîsrayê, şemiyê bi şev piştî çar saet û nîvan gengeşe û gotûbêja li ser berûlayên mirovî, siyasî û ewlehiyê yên qeyrana vî welatî bi dawî hat.

Di vê civînê de wezîrên karên derve yên welatên Amerîka, Rûsya, Qeter, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Îran, Misr, Iraq, Urdin û herwiha nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê li kar û barên Sûriyê, beşdar bûn.

Her çend tu raporek li ser encamên vê civînê nehatiye weşandin, lê berî civînê hin civakên siyasî, pêşbînî kirine ku hitmala gihîştina bi lihevkirinekê li ser Sûriyê, kêm e.

Rast e neweşandina daxuyaniya hevpar a ji aliyê civîna Lozanê dikare were wateya yek ji lawziyên vê civînê, lê eger ku em li ser mijarên ku di vê civînê de hatine raberkirin û hin hevhatinên devkî yên ku pêk hatine û hebûna hemî aliyên çalak ên navneteweyî yên li karûbarên Sûriyê di vê civînê de binêrin, em dibînin ku hêvîdariyên li ser gihîştina bi hevhatinekê di navbera aliyên bibandor ên navneteweyî yên li qeyrana Sûriyê li bara pêwîstiya bi dawîanîna demlidest a vê qeyranê ji riya kanalên siyasî, zêde bûne.

Di çarçoveya hewldanên hevpar ên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê , şandiyê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê, li pêşniyara xwe ya bo civîna Lozanê, mijara wergirtina garantiya nivîskî ji aliyên pevçûnê bona sekinandina pevçûnan û pêkanîna agirbesê, hate raberkirin.

Hêjayê gotinê ye ku agirbesên berê yên li Sûriyê, pirr lawaz bûn û tûşî pirsgirêkan hatin û divê hin kar werin kirin ku ceribandinên tal ên berê dubare nebin û rê ji bo pêkanîna agirbeseka mayinde ku bibe destpêkek ji bo destpêkirina giştalî ya gotûbêjên siyasî, xweş bibe. Eva li halekê ye ku Rûsyayê jî ragihandiye ku beşdarên li civîna Lozanê, li ser girêdayîbûna xwe ya bona parastina Sûriyê wekî welatekî yekgirtî ku gelê wê dahatiya welêt kifş dike, sekinîn ku ev mijara jî dikare destpêka alûgora dubare ya li ser civînên Sûriyê be.

Hêjayî gotinê ye ku pêgîriya hin aliyên bibandor ên li qeyrana Sûriyê li ser wêdebirina Beşar Esed, serokkomarê qanûnî yê Sûriyê, encamên her civînekê bona bi dawîanîna qeyrana li vî welatî bê encam dike û heya dema ku hin welatên wekî Amerîka, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeter li ser wêdedayîna Beşar Esed pêgîriyê dikin, mirov nikare li bara encamên civînên navneteweyî xweşbîn be.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîst ên ku ji aliyê Tirkiye,  Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan ve pişta wan dihate girtin, bona roxandina dewleta qanûnî ya Beşar Esed, serokomarê Sûriyê, dest pê bûye.

Ji mijarên din ên ku li civîna Lozanê li ser vê gengeşe hebû, mijara cidakirina komên nerazî û neyarên sûrî ji van koman bû ku bi awayekî aşkera ji hêla civatên navneteweyî û biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ve, terorîst têne zanîn.

Li bara koma terorîst a Cibhetunnusrê (Feth El Şamê) ku biryarnameyên navneteweyî û him jî li civîna Lozanê li ser terorîstbûna wê disekinin, hatiye destnîşankirin ku ev koma wekî koma terorîst a DAIŞ`ê wê li derveyî çarçoveyên her cûre hevhatinekê be.

Hêjayî gotinê ye ku li meydana rastîn a Sûriyê, di navbera komên çekdar de hatûçûn û veguhestineka hertimî heye ku cidakirina van komên çekdar dijwar dike.

Hêjayî gotinê ye ku li hevhatina vê dawiyê ya agirbesa Amerîka û Rûsyayê ya di navbera komên neyar ên sereke û koma terorîst a Cibhetunnusrê de, hevkarî hebû ku her ji ber wê pirsgirêka sereke ya li gotûbêjan, cidakirina van komane di pratîkê da ye.

Di her halî de astengîderxistinên welatên rojavayî û kiryarên wan ên bona wiya ku siyasetên xwe yên ne bi mantiq di warê cidakirina terorîsmê bi ya baş û ya nebaş, bidin qebûlkirin, bûye wekî xitimîneka li pêvajoya hewldanên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê.

Her hewldaneka ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê, hewcedara berçavgirtina xwesteka xelkê vî welatî, peydakirina rêçareyeka siyasî û giştalî, pêkanîna agirbesa lezgîn û şerrê rastîn a li hember cûreyên terorîsmê ye. Berçavgirtina hevgav a van xalana, wê rêya çareseriya qeyrana Sûriyê xweş bike.

Tevî van mijarên li ser encamên dawîn ên li ser civîna Lozan a Swîsrayê, mirov dikare bêje ku ev civîn ne civîneka bêencam e û ne jî civîneka serketî ye.

Lê ji ber ku ev civîna rê ji bo dewama gotûbêjên li ser Sûriyê yên li dahatiyê û raberbûna hin pêşniyarên kêrhatî yên di wê de xweş kir, mirov dikare wê wekî pêngavekê li ser riya hewldanên navneteweyî yên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê bizanibe.