Serokomarê Tirkiyê dîsa dijberêên xwe tawanbar kirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li dewama siyaseta xwe ya girtin û binçavkirina dijberên xwe û AKP dîsa ew tawanbar kirin ku li ber pêşketina aborî û siyasî ya Tirkiyê sekinîne û soza da ku wan bêxe ber teqîbat û şopandinê.
Malpera Haber Turk nivîsiye ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li sefera xwe ya bajarê Rîzeyê li beravên derya Reş di nav civîna xelkê vî bajarî de got: Kes ên ku ji Tirkiyê revîne ji vê şûnda welatiyên Tirkiyê nayên hesabê, bila ew welatiyê wan welatan bibin ku revîne wir. Erogan Fetullah Gulen rêberê menewî yê Nûrçiyan xetab girt û got: Heke kêmek mêrxasî li te hebûya nedireviyayî û nedibyî penaberê Amerîkayê û vedigeriyayî welatê xwe da ku bêyî mehkeme kirin.
Karzan van gotinên serokomarê Tirkiyê ji ber lawaziya wî dizanin ku nekariye Fetullah Gulen dostê xwe yê berê û dijminê xwe yê vê demê vegerîne Tirkiyê da ku melhemekê bide ser kulên dilê xwe. Berî viya jî wî li dij Gulen û li bara vegerandina wî gotinên wiha gotibûn. Ji xwe êdî gotinên wiha ji ti kesî re girîng nînin û bi tenê ew ji bo pînekirina kar û kiryarên vê demê yên hikûmetê li dij dijberan ew jî bi tenê li nav Tirkiyê bi xwe tên gotin û ew gotinan wek amûreke bona xapandina xelkê û razî ragirtina wan. Dewleta AKP û şexsê Erdogan bi xwe bi caran Fetullah Gulen û piştgir û hogirên wî tometbar kirine ku di nav sazî û teşkîlatên dewletê rê peyda kirine û hikûmeta li ber siyê pêk anîne ji bo lawazkirin û têkbirina hikûmeta fermî ya Tirkiyê. Herwiha wan tometbar dikin ku darbeya bê encam a 15 Tîrmehê kar wan bûye.Lewma piştî vê darbeyê bi hezaran kes ji teşkîlatên curbicur ên leşkerî, ewlekarî, perwerdehî, dadwerî û zanîngehî ji ser kar derxistin û bi hezaran kes ji wan jî girtin û xistin hewsê.
Fetullah Gulen bi caran ev tometbariyên dewleta AKP`ê red kirin û heta xwest ku komîteyeke navneteweyî ji bo hilkolandina van tometbariyan pêk were. Vêca karzan dibêjin Erdogan berî gefxwarina li Gulen diviya ku li bara bersiva Amerîkayê derheq daxwazên fermî yên dewleta Enqerê bo vegerandina Gulen biaxivta. Piştî hewldana darbeyê dewleta Enqerê bi caran ji Waşîngtonê xwestibû ku Gulen vegerînin Tirkiyê, lê dewleta Amerîkayê jî xwestibû ku belgeyên bawerpêkirî nîşan bide ku destê Gulen di nav Darbeya Bê Encam de bûye da ku wî radestê hikûmeta AKP bike, lê wer xuya dike ku belgeyên ku dewleta Tirkiyê ji Amerîkayê re şandine ew qayil û razî nekiriye da ku Gulen ji Erdogan û dewleta AKP re bişîne. Vêca li vê rewşê ku Erdogan û hikûmeta wî nekariye rêberê nûrçiyan bêxe destê xwe dest avêtiye gotinên xelkxapok da ku bi awayekî ser lawaziyên xwe bigire.
Ji xwe Erdogan û dewleta AKP Fetullah Gulen û hogir û piştgirên wî ji xwe re kiriya behane û hencet da ku dijberên xwe bi taybet yên ku li hemberê deshilatdariya tam a Erdogan disekinin ji nav saziyên curbicur ên wekî leşkerî, ewlekarî, perwerdehî, dadwerî û zanîngehî derxîne û wan bêxe hews û zîndanan.
Erdogan herwiha li axivtina xwe ji bo xelkê Rîzeyê dev avête partiyên dijber û gef li wan jî xwar û got: Piştî darbeya bê encam em li Yenî Kapiyê li hev civiyan, partiya serdest demlidest bersiva Erê da . Birêz Kilîçdaroglu serê ewilê razîbûna xwe ji hevdîtinê ragihand, lê paşê wî jî sazê dijberiyê lêxist. Piştî darbeyê gişt partiyên dijber xwe ji darbekaran dûrxistin, her ji ber viya li roja 8 Tebaxê partiya serdest û yên dijbercivîna piştgiriya ji demokrasiyê li devera Yenî Kapiya Stenbolê pêk anîn. Ev civîna ku ser daxwaza Erdogan pêk hat serokên partiya serdest û yên dijber têda beşdar bûn. Lê niha Erdogan wan û dijberên din ên xwe tawanbar dike ku li ber pêşketin û geşepêdana rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyê disekinin. Ev liv û tevgerên serokomarê Tirkiyê û partiya serdest li dij dijberan li rewşekê ye ku dewleta vî welatî û serokomarê wê Erdogan ji ber zorbêjiya li hemberê cînaran û mudaxileya li karûbarên welatên cînar ên wekî Iraq û Sûriyê li navçê û cîhanê de rastî pirsgirêkên cidî hatiye.