Cotmeh 15, 2016 13:24 Asia/Tehran
  • Ragihandina stratejîya Sûrîyê li bara Helebê bereberê civîna Lozanê

Beşar Esed, serokomarê Sûrîyê pêgîrî kir ku Heleb divê bê paqijkirin û têrorîst bizvirin Tirkîyê, cihê ku ew jê hatine û tu rîyek din tineye.

Serokomarê Sûrîyê li gotûbêja ligel rojnama rûsî ya Komsomolskaya Pravada ku roja înîyê hat weşandinê, herwiha got: Azadkirina Helebê ji bin lepên têrorîstan yê bibe destpêkeke girîng jibo azadkirina bajarên din ên Sûrîyê.

Heleb bajarekî girîng û stratejîk e ku hela jî meydana şerê giran ê artêşa Sûrîyê û hevgirtîyên vî welatî li himberî komên çekdar û têrorîst e. Ev şera bi dû bê encamiya muzakirên Rûsîye û Amerîkayê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê gurr bûye. Kifşkirina çarenûsa Helebê, roleke bingehîn di pêşeroja Sûrîyê da heye û yê qedera muadileyên li vî welatî kifş bike.

Bajarê Helebê ketîye ciheke stratejîk û girîng ji hêla bazirganîyê û herwiha ser rêka deryaya Sipî û çemê Firatê û ev cîgeha stratejîk bingeha liv û tevgerên têrorîstan jibo bihêzkirin û ragirtina navend û baregehên wan li Helebê ye. Niha Heleb bûye bereya sereke ya şerê li Sûrîyê û piştgirên komên têrorîst bi her awayî hewl didin ku vî bajarî destê xwe da ragirin ta ku pêşeroja sîyasî ya Sûrîyê kifş bikin.

Deverên rojhilata Helebê di bin kontrola wan têrorîstan û komên çekdar da ne ku Amerîka, Erebistan, Tirkîye û Qeter pişta wan digirin û wan Navînrê bi nav dikin. Deverên rojavaya Heelbê jî di bin kontrola artêşa Sûrîyê da ne û dewleta Şamê bi piştgirîya Moskovê hewl dide ku rojhilata Helebê ji têrorîstan paqij bike.

Nêrîna sîyasî ya welatên rojavayî li bara alûgurên Helebê bûye xaleke kor li pêvajoya hewldanên jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê. Lihevkirina Amerîka û Rûsyê di Îlona buhurî da jibo pêkanîna agirbesê li Sûrîyê û şandina alîkarîyên lezgîn ên mirovdostîyê bo deverên dorpêçbûyî ji wan rojhilata Helebê jî nekarî riya çareserkirina qeyrana Sûrîyê serrast bike. nebûna pêbawerîyê û cidatîya nêrîn û berjwendîyên sîyasî yên Amerîka û Rûsîyê têkildarî Sûrîyê, bûn sebeb ku lihevkirina van du welatana mideha kêmtir ji hefteyekê da tûşî şikestê bibe.

Amerîka û hevpeymanên wê li halekî Rûsyê sebebkara rewşa aloz û qeyranî ya Heelbê dizanin ku komên çekdar ên xwedêgiravî nerm ên ku Amerîka pişta wan digire, sînorekê navbera xwe û terorîstan kifş nakin. Ev yeka bûye sedema rawestandina hevkarîyên Waşîngton û Moskovê li bara Sûrîyê û dijwarbûna şerê li bereya rojhilata Helebê.

Komên çekdar ên li deverên rojhilata Helebê ku Amerîka, Tirkîye û Erebistan pişta wan digirin bi têrorîstên din ra yek armanca wan heye û her du jî bi dû rûxandina hikûmeta Beşar Esed in.

Di rewşeke viha da, êrişa ser çeperên têrorîstan û komên çekdar li rojhilata Helebê, meydan li ser wan teng kirîye û piştgirên wan ketine liv û tevgerê. Serdestîya artêşa Sûrîyê bib hevkarîya Rûsîyê li bereya stratejîk a Helebê bûye sebeb ku akterên bibandor li qeyrana Sûrîyê ji wan Amerîka, Brîtanîya û Fransa carina bala xwe bidin ser bijareya serbazî.

Dijayetîya di navbera berjewendîyên akterên navçeyî û navnetewî, bûye hegerek ku rêçareya sîyasî û berfire jibo qeyrana Sûrîyê heta astekê zehmet û nepêkan be. Lewma Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê şeva buhurî bereberê civîna Lozanê got ku Moskovê çaverêtîyeke taybet li bara muzakirên têkildarî qeyrana Sûrîyê tineye.

Di rewşeke viha da civîna îro ya li Lozanê yê li asta kombûneke li dora masê ya wezîrên karên derve yên Rûsîye, Amerîka, Tirkîye, Qeter û Erebistanê be.