Sûrîye bûye meydana sekinîna zilhêzên rojavayî li hemberî Rûsyayê
Li halekî ku xelkê Sûrîyê bûne gorîyê sereke yê şerê vî welatî li hemberî têrorîstan, qeyrana Sûrîyê bûye sedema kêşe û şerê zilhêlzên rojavayî û Rûsyayê.
Alûgurên meydanî li Sûrîyê bi awayekî pêşda diçin ku dewleta Bişar Esed niha li alûguran serdest e. Heleb li bakûra rojavaya Sûrîyêmeydana sereke ya şer û pevçûnên di navbera artêşê û hêzên gelanî yên Sûrîyê û têrorîstan da ye. Artêşa Sûrîyê ji piştgirîyên hêzên Hizbulaha Libnanê û piştgirîya hewayî ya Rûsyayê û piştgirîya misteşarî ya Komara Islamî ya Îranê sûdê werdigire.
Zilhêzên rojavayî nemaze Amerîka û Ingilîs ku şandina têrorîstan ber bi Sûrîyê bi piştgirîya wan û hevgirtîyên wan ên ereb û tirk pêk hatîye, niha rewşa Sûrîyê û lawazbûna têrorîstan berovajî berjewendî û istiratêjîyên xwe dibînin. Lewma, şerekî devkî û sîyasî yê giran li dijî delweta Rûsîyê bi rê xistine. Borîs Canson, wezîrê karên derve yê Ingilîsê duh 11`ê Cotmehê li civîna awarte ya vî welatî ser mijara rewşa bajarê Heleba Sûrîyê, xwest ku Moskovê bidin ber destê Dîwana Navnetewî ya Cezayê ango Laheyê û kombûneke nerazîbûnê li hemberî sefareta Rûsyayê li Londonê ji ber tişta ku `` cinayetên cengê`` hat binavkirinê pêk bê.
Can Kêrbî, berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê jî li civîna rojnamevanîyê ya duh careka din Rûsîye li warê binpêkirina agirbesa heftrojî di Îlona buhurî da tawanbar kir û got ku ji ber vê yekê Amerîkayê biryar daye hevkarîyên ligel vî welatî rawestîne.
Can Kêrbî heta li axavtineke ecêb li bara êrişa Erebistanê ser merasmeke tazîdarîyê li Yemenê, idia kir ku di navbera destwerdana Erebistanê li Yemenê û destwerdana Rûsyayê li Sûrîyê cidatîyên girîng hene û Rîyaz jibo parastina bajar û welatîyên xwe derbasî şerê Yemenê bûye.
Bi gotineke din, Erebistan derbasî şerekî neqanûnî li dijî Yemenê bûye û cinayetên cengê pêk tîne û Rûsîya jî li gorî daxwaza dewleta Sûrîyê pişta artêşa vî welatî li şerê dijî têrorîstan digire, lê berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê, kiryara Rîyazê rew û ya Moskovê jî narewa dizane.
Li halekî ku şerê mêdyayî û dîplomatîk ê welatên rojavayî li dijî Rûsîyê berfire bûye, Sêrgêyî Lavrof wezîrê karên derve yê Rûsîyê bi rêka têlêfonî bi Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ra ket têkilîyê û her du alî careka din li ser çareserkriina qeyrana Sûrîyê bi rêkên sîyasî sekinîn.
Wer xûya dike ku hegera sereke ya şerê devkî û dîplomatîk ê welatên rojavayî li dijî Rûsîyê eva ye ku zilhêzên rojavayî nemaze Amerîka tu planeke din jibo qeyrana Sûrîyê tinene û tenê hewl didin ku bi piştgirîya ji têrorîstan, Bişar Esed, serokomarê ji ser desthilatê wêda bidin lê, wan 6 salan her rê û wesîleyek jibo vê armanca xwe bikar anîn û serkevtî nebûn.
Mijara din eva ye ku qeyrana Sûrîyê bi awayekî pêşda diçe ku hevsengîya li nav vî welatî di navbera pergala Sûrîyê û neyar û têrorîstan da, ser xêra Sûrîyê û hevkêşîya di navbera akterên bîyanî jî ser xêra mêhwera Rûsîye, Ko ara Islamî ya Îranê û Hizbulahê bi awayekî berbiçav guherîye.