Hevkariya aborî li rewşa aşitî û aramiyê, mijara axiftina Rûhanî li civîna Civata Asiyayî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî bi beşdariya li civîna dudiyan a civata gotûbêjê û hevkariyên Asiyayê li Bankokê ku roja duşemiyê bi beşdariya rayedarên pilebilind ên 34 welatên Asiyayê hat lidarxistin, nihêrînên Îranê li bara derfet û pirsgirêkên pêşberî Asiyayê hilêxistin.
Rûhanî got ku welatên asiyayî divê bi vekirina bazaran, hevkariya aborî, reforma nijyarên navxweyî, zelalkirin û hevahengiyên berfireh li warên kivşkirina siyasetan, pêngavên bilind li riya jordebirina rewşa jiyana xelkê xwe û jordebirina cih û şûna Asiyayê li hevkariyên cîhanî rakin.
Serokê Komara îslamî ya Îranê got ku îro rojê hemî dizanin ku tu mijareke navneteweyî bêyî hizûr û hevkariya berdewam a hêzên asiyayî nayê çareserkirin û li çareserkirina pirsgirêkên berfireh ên topa erdê yên mîna guhertinên av û hewayê, krîza jîngehê, pirsgirêkên civakî yên mîna awareyan, penaberan, bêsewadî û xizaniyê, eva welatên asiyayî ne ku wek aktorên warê cihhatina ewlehiya komî rolan dilîzin.
Rasitî eva ye ku îro zêde ji her wexteke din gelên Asiyayê hewcedarê palpiştiya hev in û ev palpiştî bêyî zanebûn, hevnasîn û nêzîktirbûna nihêrînan serêxwe nagire. Naskirineke wisa helbet asteke berfireh a çand û zirûfên aborî û şêwaza nihêrîna li alûgur û bûyerên cîhanî digre ber xwe.
Li axiftina Rûhanî li vê civînê hin mijar hatin tekezkirin ku him warê ewlehî û aramiyê li vê qorna mezin û him li warê çand û nirxên hevpar ên olî û çandî yên gelên Asiyayê pir giring e.
Li warê ewlehiyê jî nihêrînên Îranê jî li gor bingehên aşitî û ewlehiya cîhanî ne. Axiftina vê dawiyê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna civata giştî ya NY û her wiha mijarên ku serokê Komara Îslamî ya Îranê li civînên sê salên buhurî yên civata giştî raber kirin ev xala giring nîşan dide ku li gorî baweriya Îranê ewlehî meseleyeke giştî ye. Bawera Komara Îsalmî ya Îranê eva ye ku nebûna ewlehiyê, terorîzm û tund û tûjî û şêr, fukara giştan e. Bi vê ferqê ku li her beşek ji cîhanê şîdet û kûratiya wê feriq dike.
Li rojava Asiyayê ev pirsgirêka mezintir û berfirehtir e û bêguman êş û kuştina ku terorîzm û tund û tûjî û fanatîzmê li vê navçê bi cih hiştiye bi meselên ku Ewrûpa û welatên rojavayî ji ber van ketine fukaran nayê qiyaskirin.
Êş û kulên ku xelkê Yemen, Sûriye, Iraq, Efxansitanê û her wiha zêde ji nîv qurnan xelkê mezlûm ê Filistînê kişandine ewqas kûr in ku bi pîvanên mafên mirovan ên welatên rojavayî nayên fehmkirin jiber ku bingeha piraniya van qeyran û kêşeyan di siyasetên serdestîxwazane yên cîhanî de ye.
Ji ber vê rastiyê serokê Komara Îslamî ya Îranê li axiftina xwe li civîna civata gotûbêj û hevkariyên Asiyayê amaje bi bingeh û hokarên van bêewlehiyan kir û got ku mudaxila qawetên biyanî li her du aliyên vê parezemînê gefeke mezin jibo ewlehiya giştî ye.
Rûhanî tekez kir ku Îran îro rojê mîna bendaveke qahîm li hember berfirehbûna fanatîzm û terorîzmê li vê navçê sekiniye û ser vê meselê disekine ku mudaxila neqanûnî ya qawetan bûye sedem ku ev tund û tûjî û bêrehmî gurrtir bibin.
Li gorî gotina serokê Komara Îslamî ya Îranê em nikarin behsa ewlehiyê bikin û li dû berfirehkirina yekperçe bibin lê li bara karesatên terorîstî li Iraq û Sûriyê û bombebarana jin û zarokên bêguneh li Yemenê û cinayetên Rejîma Siyonîst li Filistînê bêdeng bimînin.
Ger em qebûl bikin ku hizra asiyayî, siyaset û gotûbêj ji hegerên sereke li çareserkirina dijminatiyan dizane loma divê li bendê bin ku civata gotûbêja Asiyaysî li hember pirsgirêkan ser vê nihêrînê tekez bike. Çawa ku Rûhanî li destpêka gotinên xwe jî tekze kir koma ku slogana Asiyaya yekgirtî, potansiyelên curbicur nîşana serketina li prespektîva 2030 ya xwe wek armanca hevpar a endaman daniye, bêguman xwediyê vê îradê ye ku li riya pêkanîna civaka asiyayî pêngavan rake.
Bihêztirbûna Asiyayê lê bêguman maye ser baweriya bi xwe û viyana hevpar jibo hevdengiyê ye. Li gorî vê nihêrînê civata gotûbêja hevkariya Asiyayê divê hewil bide ku ji riya jordebirina ewlehiyê, kêmbûna feqr û xizaniyê û sekinîna ser meselên mîna bêkarî û pirsgirêkên jîngehê li Asiyayê, hizra civaka Asiyayê bi wateya Asiyay Yekgirtî cih bîne.