Cotmeh 10, 2016 14:03 Asia/Tehran
  • Sefera Pûtîn bo Tirkiyê û jinûdestpêkirina gotûbêjên duyalî

Viladîmîr Pûtîn îro anku duşemiyê ji bo cara yekem piştî destpêkirina nû ya hevkariyên duyalî sefera Tikriyê dike.

Herçend ku mehneya fermî ya vê seferê beşdariya li ``konfêansa cîhanî ya ênêrjiyê`` ye, lê tiştên heyî nîşan didin ku Pûtîn li vê seferê dê gotûbêjên girîng tev Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê li bara mijarên duyalî li warên siyasî û aborî bi taybet jinûdestpêkirina danûstandinên ticarî, aborî û ênêrjiyê pêk bîne.

Li vî warî, Elêksandir Nowak wezîrê ênêrjiyê yê Rûsiyê jî roja yekşemiyê got ku Rûsiye û Tirkiye gotûbêja li ser bihaya gazê jinûve destpê kirine û çaverêtî heye ku yekem civîna li bara vê meselê di sala 2017`an da were lidarxistin, bi taybet ku ev imkana heye ku heta wê demê kompaniya Gazprom a Rûsiyê û kompaniya Botaş a Tirkiyê bikarin nakokiyên xwe li ser biha gazê çareser bikin. Peywendiyên tirkiye û Rûsiyê li pey jordaxistina firokeye bomberêj a Suxo-24`a Rûsiyê ji aliyê firokeyeke Tirkiyê di 24`ê Mijdara 2015`an li esmanê Sûriyê û nêzikî sînorê Tirkiyê tûşî kêşeyên giran hat û ûrisa li bara vê meselê û nexwestina lêborînê ji aliyê rayedarên tirk va, peywendiyên xwe yên duyalî bi taybet li warên ticarî, aborî, ênêrjî, geştyarî her viha derfirotina berfireh a kelûpelan bo Tirkiyê dan rawestandin an bi giştî betal kirin. Lê piştî çend mehan û granbûna zextên aborî li ser Tirkiyê, serencam piştî lêborînxwaziya Erdoxîn ji Pûtîn rewş ji bo sefera wî bo Rûsiyê ku destpêkek ji bo jinûvedestpêkirina peywendiyên duyalî dihat hesêb, dabîn bû.

Di rastiyê da guhertinên vê dawiyê li warê navxweyî û navçeyî, serokomarê Tirkiyê neçarî vê encamê kiribûn ku divê bilez peywendiyên xwe digel Rûsiyê ji nû va destpê bike. Rayedarên tirk ji çend mehan pêştir va tevî berçavgirtina pirsgirêkên berfireh ên aborî û ticarî yên Tirkiyê ku beşeke mezin a wan ji ber xerabûna peywendiyên Rûsiye û Tirkiyê û boykotên berfireh ên Moskoyê li dijî Enqerê bûn, pêvajoya vejiyandina peywendiyên navbera her du welatan da destpê kiribûn, Lêborînxwaziya fermî, dayîna diravê berdêla ziyanê  û mehkemekirina firokevanê tirkiyeyî sê mercên sereke bûn ku Moskoyê ji bo jnûve destpêkirina peywendiyên digel Enqerê hilêxistibûn. Zêdebûna kêşeya di navbera Enqere û Moskoyê, Tirkiye ji berjewedniyên peywendiyan bêpar kir û ev welata tûşî ziyanên malî yên giran kirin. Tirkiye heta vê dawiyê yek ji şirîkên herî girîng ên aborî yên Rûsiyê bû. Asta peywendiyên ticarî navbera Tirkiye û Rûsiyê di sala 2014`an da gihîşte 31 miliyar û 600 miliyon dolarî. Di rastiyê da rewşa dijwar û xerabûna di asta jorîn da ya rewşa malî, aborî û ticarî ya Tirkiyê ji aliyekî va û xetera jidestdana Rûsiyê wek şirîkeke girîng li warê ênêrjiyê û danûstandinên aborî û ticarî di dawiyê da serokên Enqerê han dan ku bi vegerîneke 180 dereceyî ji helwêstên xwe, bixwazin ku peywendiyên Tirkiye û Rûsiyê werin destpêkirin. Bi vî awayî rayedarên Enqerê hêvîdar in ku boykotên Rûsiyê li dijî Tirkiyê li warên aborî, ticarî, çalakiyên kompaniyan û welatiyên tirk li Rûsiyê, qedexetiya sefera geştyarên ûris bo Tirkiyê û ji hemiyan girîngtir rawestandina cihanîna boriya gazê ya Turkisk`ê werin betalkirin.

Helbet ûris siyaseta rakirina hêdî hêdî ya van boykotan dişopînin. Niha bi geşbûna peywendiyên duyalî çaverêtî heye ku peywendiyên ticarî û aborî yên her du welatan bilez werin vejayndin. Elbete ûris jî hez dikin peywendiyên xwe digel Tirkiyê bivejînin, bi taybet ku niha ûris ketine ber boykotên giran ên welatên rojavayî.

Di eynî demê da divê em bêjin ku cida ji mijarên aborî, yek ji mêhwerên girîng ên peywendiyên Pûtîn û rayedarên tirk qeyrana Sûriyê ye ku niha li gorî rûbirûbûna Mosko û Waşîngtonê di vî warî da, gihîştiye qonaxeke hestiyar û çarnûssaz.

Pûtîn yê hewil bide da ku tevî şirovekirina helwêstên Moskoyê bi cûrekê hevrêtiya Enqerê jî bi dest bixe. Bi taybet ku rayedarên tirk jî ji helwêsta Amerîkayê li bara qeyrana Sûriyê ji ber piştgiriya giştalî ya Waşîngtonê ji kurdan li bakûrê Sûriyê nerazî ne. Tevî viya divê em ji bîr nekin ku Tirkiye hema wisa ji piştgirên sereke yên komên tekfîrî û têrorîst bi taybet li parêzgeha Helebê ye û bi hetim ev du welat li bara şêwaza sekinîna li hemberî van koman nakok in.