Asêbûna Konseya Ewlehiyê ser mesela Sûriyê
Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), wekî saziya herî sereke ya pêkanîna aştî û ewlehiya li cîhanê, li ser rawestandina şerê li Sûriyê û bi taybet li bajarê Helebê, asêmayê û nekarî karekî bike.
Tenê di çend saetan de, du pêşniyarên pêkanîna agirbesê li Helebê ku ji aliyê du endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê ve raber bibûn, red bûn. Destpêkê Rûsyayê biryarnameya ku Fransayê bona pêkanîan agirbesa li bajarê Helebê pêşniyar kiribû, vêto kir. Venezuelayê jî ev biryara Rûsyayê pejirand û du endamên din yanî Çîn û Angula, dengê bêla dane wê. Bi dû vêtoya vê planê, vê carê Rûsyayê reşnivîsa biryarnameya sekinadina şerrê li Helebê, raber kir ku bi dijayetiya 9 endamên Konseya Ewlehiyê û ji wan Ingilistan, Fransa û Amerîkayê re rûbirû ma. Çîn, Venezuela û Misr biryarnameya ku Rûsyayê pêşniyar kiribû, pejirandin û Angula û Uroguayê dengê bêla danê. Bi vî awayî careka din şansê pêkanîna agirbesê li navçeya pirr kavil û wêranbûyî ya Helebê, ji dest çû.
Liv û tevgerên welatên rojavayî ji bo pêkanîna agirbesa li bajarê Helebê û derdora wê, wê demê dest pê bû ku artêşa Sûriyê hewl da ku piştî 5 salan, bajarê stratêjîk ê Helebê bi piştevaniya hewayî ya Rûsyayê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê û komên din ên tundrê derxîne. Ev kar ku bi awayekî aşkera dijî armancên welatên rojavayî li Sûriyê ye, wekî hewldana ji bo kuştina kesên sivîl û cihanîna cinayetên cengî hate zanîn.
Welatên rojavayî ku di mideha 5 salên buhurî de li hember cinayetên mezin ên terorîstan li Helebê bêdeng bûn, ji nişkêve êrişa artêşa fermî ya welatekî dijî terorîst û serhilderan, wekî kiryareka neqanûnî û dijî aştî û ewlehiya cîhanî, dan zanîn û xwestin ku artêşa Sûriyê, operasyona xwe bide sekinandin. Reşnivîsa biryarnameya Fransayê jî hema bi vê armancê hate raberkirin ku bajarê Helebê, hema di bin destê terorîst û serhilderan de bimîne. Li halekê ku eger Heleb wekî duyemîn bajarê Sûriyê, careka din bikeve destê dewleta navendî, wê azadkirina navçeyên din ên vî welatî, dûr nebe. Ji ber viya welatên rojavayî her karekî dikin ku pêşiya têkçûna serhildayiyan û yekperçetiya dubare ya Sûriyê bigirin. Bona gihîştina bi vê armancê, amerîkî qet xwe ji êrişa hewayî yên ser pêgehên artêşa Sûriyê li Dêrezorê ku bû sedem zêde ji 70 leşkerên sûrî bên kuştin, dûr negirtin û ji vê meselê netirsiyan. Eva kar hereketeka aşkera bû bona xurtkirina koma terorîst a DAIŞ`ê û hevgirtiyên wê û nîşan da ku ji bo welatên rojavayî, parastina mewqî û cîgeha DAIŞ`ê li Sûriyê, ji serketina leşkerî ya dewleta vî welatî girîngtir e.
Li hemberî van hewldanan, dewleta Sûriyê bi alîkariya hevgirtiyên xwe û ji wan para zêde ya xelkê vî welatî û herwiha bi alîkariya lîstikvanên navçeyî û navneteweyî, dil heye terorîstan serkut bike. Di vê navberê de Rûsya wekî welatê ku li Konseya Ewlehiyê mafê wê yê vêtoyê heye û herwiha bi palpiştiya hêz û karaiyên xwe yên leşkerî, bi awayekî vebirr û cidî piştgiriya dewleta Sûriyê dike.
Di yek sala vê dawiyê de dewleta Sûriyê bi alîkariya hewayî ya Rûsyayê û alîkariyên bejahî yên Tevgera Hizbullaha Libnanê û alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamiya Îranê, ji rewşa berevaniyê derketiye û kariye bi êrişa ser pêgehên serhildayiyan û terorîstan, beşên girîng ên axa Sûriyê azad bike. Bona parastina van destkevtan, dewleta Rûsyayê kete meydanê û pêşiya pejirandina reşnivîsa biryarnameya ku Fransayê bi armanca fermîkirina perçekirina Sûriyê, pêşniyar kiribû, girt.
Helbet ev bê encamiya ku li Konseya Ewlehiyê pêk hat dema gihîştina bi agirbesa li Helebê yan navçeyên din ên Sûriyê, dijwartir dike. Lê di eynî demê de îznê dide ku artêşa Sûriyê pêşveçûnên xwe yên dijî terorîstan bidomîne. Ev mijara dikare gavek ber bi bi dawîanîna şerê xopan ê li Sûriyê be meger ku welatên rojavayî yên bi serokatiya Amerîkayê, ihtiyatên rûvekî wêde bidin û bi awayekî fermî û aşkera bi artêşa Sûriyê re bikeve nava şêrr de, bûyera ku wê bibe sedema şerrê bi Rûsiyê re û wê şerrekî giştalî li seranserê Rojhilata Navînê, bi dû xwe re bîne.