Cotmeh 03, 2016 13:30 Asia/Tehran
  • Iraqê li bara bandora neyênî ya hebûna hêzên Tirkîyê li axa Iraqê ser opêrasyona azadkirina Mûsilê

Berdevkê dewleta Iraqê wekî berteka li hemberî biryara parlimana Tirkîyê ya dirêjkirina dema opêrasyona derveyî sînor a artêşa vî welatî li bakûra Iraqê got: Hebûna hêzên Tirkîyê li axa Iraqê bandoreke neyênî li ser opêrasyona azadkirina Mûsilê dike.

Parlimana Tirkîyê roja şemîyê bi pirranîya dengan erka hêzên vî welatî li bakûra Iraqê mideha salekê dirêj kir. Hejmareke hêzên Tirkîyê li baregeha Başiqê li nêzîkî Mûsil, navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê bicih bûne.

Bajarê Mûsilê di 10`ê Hezîrana sala 2014`an da ji alîyê koma têtorîst a DAIŞ`ê va hat dagirkirinê û niha ev bajara tenha cîyê hebûna têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê ye.

Dewlet û artêşa Iraqê bi hilkolandina ber û layên curbicur ên opêrasyona azadkirina Mûsilê, paşhejmêra jibo destpêkirina vê opêrasyona biçarenûs destpê kirin. Di vê çarçovê da plana tam a opêrasyona azadkirina bajarê Mûsilê roja yekşemê raberî Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hat kirin ku di eynî halî da fermandarê gişt hêzên çekdar ên vî welatî ye.

Li plana opêrasyona azadkirina Mûsilê hemî ber û layên serbazî, lêzanîn, insanî û xizmetguzarîyê hatine berçavgirtinê û agahîyên pêwîst têkildarî liv û tevger û rewş û baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê hatine bidestxistin.

Li gorî ragihandina fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, hemî hêzên iraqî , artêş, polîs, yekîneyên têkoşîna dijî têrorîsmê, Heşdi Şeibî, eşîretên Mûsilê û hêzên Pêşmerge yê li opêrasyona azadkirina Mûsilê pişkdar bin.

Li gorî plana tam a opêrasyona azadkirina Mûsilê, rolek jibo hêzên serbazî yên bîyanî ji wan yên Tirkîyê nehatîye kifşkirinê û biryara parlimana Tirkîyê peyameke neyênî heye û ev peyama bandorê li qonaxên curbicur ên vê opêrasyonê dike.

Gotinên roja şemîyê yên Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ku got, Enqere nabe dema opêrasyona azadkirina Mûsilê, tenê temaşevan be, bi serwerîya netewî û yekperçetîya axa Iraqê ra lihev nasyên.

Biryardayîna li bara vê meseleyê tenê li ustîyê dewleta Iraqê ye. Alîkarîya jibo opêrasyona azadkirina Mûsilê tenê di çarçova hevdengîya ligel dewleta navendî ya Iraqê, hilgirê peyama dostîyê û rêzgirtina li xala cînaretîya baş e.

Biryara meclisa Tirkîyê ya dirêjkirina dema erka hêzên vî welatî li bakûra Iraqê, pêkutîya li ser biryareke şaş e ku ev hêzana di çarçova wê da sala buhurî bêyî daxwaza dewleta Iraqê li bakûra vî welatî bicih bûn. Berpirsên iraqî di vê midehê da bi şêwazên curbicur neyarîya xwe li hemberî bicihbûna hêzên tirk li parêzgeha Nêynewayê ragihandine lê, dewleta Tirkîyê girîngî nedaye vê daxwazê.

Sîyaseta dewleta Tirkîyê ya pêkutîya ser hebûna hêzên vî welatî li bakûra Iraqê, bi tu yek ji pîvanên hiqûqî û rêzgirtina li sînoran û serwerîya netewî ya welatan ra lihev nayê û kiryara meclisa Tirkîyê debek bitalûke ye ku tu wexta ser xêra aştî û ewlehîya navçê nîne.

Astengîderxistina ser rêka opêrasyona azadkirina Mûsilê tenê ser xêra têrorîstan û piştgirên wan e û di rewşeke viha da, tenê gelê iraqê û navçê tûşî dûhatên dewama bêewlehîtîyê dibin. Hevkarî û hevdengîya ligel dewleta navendî ya Iraqê, tenha rêka rast û bibandor li şerê dijî têrorîsma DAIŞ`î ye.

Tecrubeya ji ber têkbirina DAIŞ`ê li parêzgehên El-Enbar, Dîyale û Selahedînê, bûye sedema bêminetîya Iraqê ku hêzên bejayî yên bîyanî bi awayekî rasterast li opêrasyonan pişkdar nebin. Ev xala bingehîn jî bi awayekî durist li plana opêrasyona azadkirina Mûsilê hatîye bicihkirinê û li gorî wê tenê hêzên iraqî li hemberî têrorîstên li Mûsilê şêrr dikin.

Li gorî vê plana tam, dewama hebûna hêzên tirk li bakûra Iraqê, binpêkirina serwerîya netewî û gefa li dijî berjewendîyên her du gelan û cînaretîya baş e û li gorî gotina Seid Hedîsî, dewleta Iraqê bi sûdwergiritna ji hemî mafên xwe yên qanûnî bi rêkên sîyasî, dîplomatîk û aborîyê jibo derxistina hêzên Tirkîyê ji bakûra Iraqê hewl dide.