Cotmeh 01, 2016 18:38 Asia/Tehran
  • Dewama rexnegirtina ji sîyasetên navxweyî û derveyî yên dewleta Tirkîyê

Partîyên dijberê dewleta Tirkîyê ji sîyasetên partîya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) rexneyan digirin û ji ber yekcemserîbûna hikimdarîya li Tirkiyê ketine nav fukarên zav.

Di vê çarçovê da, Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) careka din ji dewama sîyasetên navxweyî û derveyî yên dewleta Enqerê bi tundî rexne girt. Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Kemal Kiliçdaroglu roja înîyê 30`yê Îlonê li koma hejmareke nunerên mêdyayên bîyanî yên li Tirkîyê got: Enqerê heta niha sîyaseta xwe ya şaş li hemberî Sûrîyê tam serrast nekirîye. Li gorî gotina Kiliçdaroglu heke hikûmeta Enqerê piştgirîyê dide yekperçetîya axa Sûrîyê, divê bi delweta Dimeşqê ra bikeve gotûbêjê.

Hêjayî gotinê ye ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bi caran ragihandîye ku piştgirîyê dide yekperçetîya axa Sûrîyê. Wî dema serdana xwe li Moskovê jî bi ragihandina piştgirîya ji sîaysetên Ûrsêtê li bara Sûrîyê, ser piştgirîya Enqerê ji van sîyasetana sekinîbû. Enqere hela jî ser vê sîyasetê disekine. Di vî warî da Mewlûd Çavûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkîyê jî roja eyînîyê 30`yê Îlonê ragihand ku Enqere jibo hevkarîya ligel Moskovê têkildarî agirbesa li Sûrîyê û şandina alîkarîyên insandostîyê di rewşekê da ku Moskov hez bike, amade ye. Ev idiaya wezîrê karên derve yê Tirkîyê li halekî ye ku Tirkîye bi piştgirîya ji komên têrorîst li Sûrîyê, yek ji sebebkarên sereke yên zêdebûna bêewlehîtîyan li Sûrîyê tê naskirin. Loma wer xûya dike rayedarên Tirkîyê li piratîkê sîyasetên xwe yên çewt li bara Sûrîyê didomînin.

Bêheger nîne ku serokê CHP`ê ji ber serrastnekirina sîyasetên şaş ên serokomarê Tirkîyê dilgiranîya xwe nîşan daye û idiaya dewleta Enqerê xistîye ber pirsan. Eyan û asayî ye ku bi serdana Mihemed kurê Nayêf welîehdê paşayê Erebistanê bo Tirkîyê, karzan dewama sîyaseyên neisûlî yên delweta Enqerê li hemberî dewleta qanûnî ya Dimeşqê dûr nizanin.

Welîehdê Erebistanê roja eyînî 30`yê Îlonê li bajarê Enqerê bi serokomarê Tirkîyê ra hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê da her du alî li ser pêwîstîya zêdekirina hevkarîyên dualî di warên curbicur da ji wan karên ewlehîyê sekinîn.

Rayedarekî pilebilind ê tirk bi dû vê seredana welîehdê Erebistanê bo Enqerê, got ku jibo girtina pêşîya qewimîna qeyrana nijadî dema azadkirina bajarê Reqe yê Sûrîyê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê, divê hêzên ereb dewsa hêzên kurd bên bikaranînê. Ajansa nûçan a Reuters`ê îro 1`ê Cotmehê bêyî ku navê wî rayedarê pilebilind ê tirk aşkira bike li raporekê ragihand ku Opêrasyonên azadkirina Reqe û Mûsilê wekî du pêgehên DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê, divê wisa kar bê kirin ku zemîneya cemserîbûna qewmî ya zêdetir li van du bajarana pêk neyê. Ev idiaya li halekî tê hilêxistin ku Tirkîye û delwetên paşvero yên ereb ên dorhêla Kendava Farsê nemaze Erebistana Siûdî hertim piştgirî dane armancên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Sûrîye û Iraqê. Herviha heta niha tu yek ji derdorên sîyasî yên serbixwe li navçe û cehanê raporeke erênî li bara têkoşîna van welatana li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê neweşandine. Di eynî halî da, binemala paşayê Erebistanê wekî dijminê herî girîng ê dewleta qanûnî ya Bişar Esed li Sûrîyê tê naskirinê. Loma hevkarîyên her du alîyan nemaze li karên serbazî û ewlehîyê, dikarin dûhatên nerênî yên zêdetir jibo dewlet û gelên navçê hebin.

Bêşik gelê Tirkîyê yê bibin yekem mexdûrên sîyaseta çewt a delweta Enqerê li hemberî cînarê xwe Sûrîyê. Eyan û asayî ye ku bandora van xisaretana yê di demeke dirêj da kifş bibin û mirov nikare wan di demeke kurt da binirxîne.

Pispor û çavdêr dibêjin ku yek ji hegerên sereke yên hewldana Receb Teyîb Erdogan jibo pêkanîna guhertinan li destûra bingehîn a Tirkîyê û zêdekirina desthilata serokomar li vî welatî, pawankirina desthilatê û cihanîna daxwazên şexsî li hemberî meseleyên navçê nemaze Sûrîyê ye. Armanca ku heta niha bi saya amadebûna partîyên dijber li meclisê û neyarîya serok û rêvebirên van partîyana li hemberî sîyasetên AKP`ê heta niha serê xwe negirtîye.