Îlon 30, 2016 19:40 Asia/Tehran
  • Hevhatina Barzanî tev dewleta Bexdayê

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê roja pênşemiyê 29`ê Îlonê bi taximekê re jibo cara yekê piştî pênc salan sefera Bexdaya paytexta Iraqê kir û tev Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî civiya û li bara meselên dualî gotûbêj kir.

Mesûd Barzanî piştî hevdîtina tev Heyder Ebadî got ku li bara azadiya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê û çareserkirina  pirsgirêkên Herêma kurdistanê bi dewleta navendî ya Iraqê ra lihev kiriye.

 Niha pirs eva ye ku hevhatina Mesûd Barzanî tev Heyder Ebadî ji ber neçariyê bûye yan ku armanca wî hevkariya tev dewleta navendî ya Iarqê ye?

 Pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê li salên buhurî da bûne wek pirsgirêka navbera desthilatdarîya  xwecî û dewleta Bexdayê. Ev pirsgirêk warên wek aborî û enerjî û ewlehiyê digrin ber xwe.

 Li nav van pirsgirêkan krîza aborî li Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir  ser zirara  vê herêmê bû, jiber ku li gorî nêrîna  dewleta Iraqê, Herêma  Kurdistanê li warê niftê  qanûn binpê kiribûn loma  bûdce nerjirande hisaba vê herêmê. Herêma Kurdistana Iraqê nekarî mûça kedkarên xwe bitaybet ên mamosyetên xwe bide û gellek nerazîtî li dijî hikûmeta Herêmê derketin.

Roja 27`ê Îlonê mamosteyên Herêam kurdistanê  jibo protestokirina  paşdeketina  mûçên xwe xwenîşandan birêxistin û wezareta perwerdê ya vê herêmê neçar ma sala  nû ya xwendinê sê rojan  derengir destpê bike.

Loma  wer xûya dike hevhatina navbera Mesûd Barzanî û Heyder Ebadî li bara  pirsgirêkan zêdetir ji viya ku ji ber nêta xêrê ya wî jibo lihevkirina tev dewleta  navendî ya Bexdayê be, ji ber neçariyekê ye ku li Herêma  Kurdistanê li rojên buhurî pêk hatîye.

Tiştê ku vê nihêrînê diselimîne eva ye ku  Barzanî ragihand ku li bara azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê jî bi Ebadî re li hev kiriye li halekê ku  yek ji berbendên  herî giring  ser riya destpêkirina operasyona  azadkirina Mûsilê reftara Herêma kurdistana Iraqê bitaybet Mesûd Barzanî serokê vê herêmê ye.

Hikûmeta Kurdistana Iarqê li bara bikaranîna  Heşd Şeibî li operasyona  azadkirina Mûsilê û her wiha  rêveberiya  Mûsilê piştî azadkirina  ji destê DAIŞ`ê tev dewleta navendî pirsgirêkên cidî hebûne.

Mesela din jî ku diselimîne  hevhatina Barzanî û Ebadî ji ber neçariyê bûye  eva ye ku  Barzanî bitaybet li salên derbasbûyî ku iraqî rastî pirsgirêka DAIŞ`ê hatiye  bi caran  lidarxistina  giştpirsiya  serbixwetiya  vê herêmê ji dewleta navendî ya Bexdayê xistiye rojevê.  Tevî ku li niyeta  siyasî ya Barzanî jibo hevhatina  tev Bexdayê şik û guman hene lê ev hevhatina  diselimîne ku  hikûmeta Herêma  Kurdistanê û Mesûd Barzanî serokê vê herêmê jibo çareserkirina  pirsgirêkên heyî li vê navçê  hêz û şiyana  pêdivî tinene.