Îlon 28, 2016 18:17 Asia/Tehran
  • Dûhatên tevgerên şikbar ên Amerîkayê li Iraqê

Di dewama siyasetên bi xerez û destwerdana Amerîkayê li Iraqê ku di mehên vê dwiyê da berûlayên wê befirehtir û nigeranker bûne, yek ji endamên kongreya Amerîkayê planek ji bo ku parêzgeha Nêynewayê bibe navçeyeke serbixwe ji bo ol û bereyên cûrbicûr û bi piştgiriya Herêma Kurdistana Iraqê raber kir.

Cêf Fortênbêrî planek ji aliyê nûnerên Dêmokrat û Komarîxwaz li bara pêşeroja parêzgeha Nêynewayê raber kiriye.

Vî endamê Kongreya Amerîkayê li vê planê bal kişandiye ser cûrbicûrbûna ol û mezheb û qewman li parêzgeha Nêynewaya Iraqê û xwestiye ku ev navçeya bibe navçeyeke serbixwe ji bo hemî rûniştiyên wê.

Eşkerekirina planên Amerîkayê ji bo parçekirina Iraqê bi hevrêtiya amadebûna berfireh a çekdarên Amerîkayê li Iraqê bi mehneya şerê dijî têrorîsmê nîşana wê ye ku Iraq berdwam tûşî tevger û planên şikbar ji hêla Amerîkayê va bûye.

Hêjayî gotinê ye ku piştî çend mehan gotegota li bara hejmara rastîn a serbazên amerîkî yên li Iraqê, Krîstofêr Garfêr berdevkê amerîkî yê hevpeymaniya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`ê roja sêşemiyê hejmara van hêzan heft hezar kes da zanîn,.

Eger çi Amerîkayê ji Cotmeha 2014`an va hevpeymaniya qaşo navneteweyiya dijî DAIŞ`ê damezirand û amadebûna leşkerî ya wî welatî careke din li Iraqê zêde bû, lê kêmtir bi awayekî ciddî şerê dijî têrorîsmê kir; Çimku jinavçûna DAIŞ`ê û armancên Amerîkayê li navçeyê lihev nayên.

Di rewşeke visa da ye ku rayedarên amerîkî li ser beşdariya hêzên amerîkî li şerê dijî têrorîsmê ji bo azadkirina navçeyên bin kontrola koma tekfîrî û siyonîst a DAIŞ`ê pêgiriyê dikin. Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê di heyama mehên vê dawiyê da serketinên girîng li hemberî têrorîstan bi dest xistin, lewma wer xûya dike ku Amerîka dixwaze xwe bike şirîkê van serketinan tevî ku ji vê riyê rewşa pêwsît ji bo şopandina siyasetên xwe yên firqeşopiyê li Iraqa piştî DAIŞ`ê amade bike.

Di vî warî da aliyên siyasî jî bi caran hişiyarî dane ku Amerîka li dû dabînkirina berjewendîyan û pêkanîna stratêjiyên xwe yên teze li navçeya Rojhilata Navînê ji riya parvekirina Iraqê ye.

Li vê çarçovê demek berî viya jî planek li bo Kongreya Amerîkayê hat raberkirin ku li ser alîkarî û piştgiriya rasterast ji sune û kurdan li Iraqê pêgirî dikir. Kiryar û planên qirêj ên Amerîkayê li bara Iraqê zêdetir ji berê armanc û berjewendiyên şerxwazane yên Amerîkayê li Rojhilêata Navînê eşkere dikin.

Kirayrên Amerîkayê nîşana viya ne ku ev welata hema wisa planên xwe yên serdestîxwaziyê li Rojhilata Navînê û vejiyandina planin, ji wan plana nasyar bi Rojhilata Navîn a Mezin an Rojhilata Navîn a Teze dişopîne ku yek ji hêmanên sereke yên van planan, parvekirina pirtir a welatên navçeyê ye.

Li ser esasa nexşeyên weşandî li bara plana nasyar bi Rojhilata Navînê ya Mezin, Iraq yek ji welatên hedef li vê palnê bûye. Rayedarên amerîkî ji bo bidestxistina armancên xwe yên destwerdanê li Iraqê her derfet û amûrî bi kar tînin.

Kiryarên viha eşkere li çarçova çalakiyên xweser ên qaşo hevpeymaniya navneteweyî ya dijî têrorîsmê bi serkirdayetiya Amerîkayê tên dîtin.

Opêrasiyona hevpeymaniya navneteweyiya dijî têroîsmê li Iraqê bêyî hevahengiya digel dewleta navendî û artêşa Iraqê di pratîkê da bûye sebeb ku tevgerên vê hevpeymaniyê bibin berbendek ser riya têkoşîna ciddî û giştalî li hemberî têrorîsmê.

Eva di rewşekê da ye ku saziyên cûrbicûr ên siyasî û qanûndarêştinê yên Amerîkayê jî bi şêwazên cûrbicûr û di bin navê xapînok ê alîkariya bo Iraqê li şerê dijî têrorîsmê da, tevî berçavnegirtina hakimiyeta Iraqê û bi kiryarên cûrbicûr û pesendkirina qanûnên ji bo destwerdanê li Iraqê di pratîkê da Iraqê ber bi parçekirinê va dibin.