Îlon 28, 2016 12:23 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Îranê li ser piştgiriya ji Sûriyê li şerê dijî têrorîsmê

Komara Islamî ya Îranê parastina yekparçetî, yekîtiya hemî welatên navçeyê ji wan Sûriyê wekî xaleke bingehîn û alîkariya ji bo şerê dijî têrorîsmê û pêkhatina ewlehiyê erka xwe dizane û bibawer e ku guherîna sînoran dê nema li ser xêra navçeyê be.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li hevdîtina digel xanima Hedye Xelef Ebas seroka parlimana Sûriyê li Têhranê bi gotina vê yekê, her viha got: Roja îro şerekî zalimane ji aliyê komên têrorîst ku tu sînorên exlaqî û mirovî nas nakin li ser gelê Sûriyê hatiye sepandin û berxwedana wan di rewşa dijwar a 5 salên vê dawiyê li hemberî têrorîsmê da hêjayî pesindayînê ye.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku roja îro gellek ji welatên islamî li navçeyê tûşî komployên dijminan bûne û gelên navçeyên cûrbicûr ên cîhanê ji wan Yemen, Iraq, Sûriye an Lîbî û Efxanistanê rewş û pirsgirêkên gellek dijwar tamil dikin, destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê li ser xalên xwe yên bingehîn maye û li ser bingeha viya ku têrorîsm pirsgirêkeke mezin ji bo navçe û cîhanê ye bi bawer e ku divê alîkariya gelê Sûriyê were kirin ta ku têrorîsmê ji welatê xwe derxînin û welatên din jî ji bo sekinîna li hemberî têrorîsmê riyek ji bilî viya li ber wan tine.

Serokê Komara îslamî ya Îranê li axaftina xwe ya vê dawiyê li Civîna salê ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bal kişande ser vê mijarê û tevî amajeya ser berbendên ku rê nadin rêkareke mentiqî ji bo çareserkirina vê qeyrana pêncsalî peyda bibe, hevoka xwe ya nasyar li duyemîn sala amadebûna xwe li NY dubare kir. Rûhanî got: `Dema ku jênêralan pê danîn navçeyê, bila çaverêtiya we tinebe ku dîplomat pêşwaziya wan bikin`. Eva heman hişiyarî ye ku welatên rojavayî bala xwe nedan ser û roja îro em dewama qeyranê dibînin û qeyrana Sûriyê niha bûye qeyraneke berfireh li navçeyê.

Pirsa Sûriyê mijara sereke ya hewildanên navçeyî û navneteweyî ye. Di rojên vê dawiyê da Konseya Ewlehiyê ya NY careke din ev mijara xiste rojeva xwe da ku renge bikare berbendên li ser riya dewma agirbesê li Sûriyê wêda bide; Lê nêrînên Amerîkayê di vî warî da ewqasî yelakî û li rêka piştgiriya ji têrorîstan in ku hewildanên di vî warî da negihîştin ti encamekê.

Tişta ku di rewşa hestiyar  a niha da girîgn e alîkariya bo gelê Sûriyê û xelaskirina wan ji dorpêça têrorîstan e. Ji vê hêlê va şerê dijî hemî têrorîstan çi DAIŞ`î bin û çi jî El-Nusreyî,  li kêleka hawargihaniya gelê Sûriyê pêwsîtiyek e.

Niha em di vî warî da serketinên artêşa Sûriyê dibînin. Çavkaniyên nûçeyan êrîşa bejahiyê ya artêşa Sûriyê li ser Helebê wekî êrîşa herî mezin ji dema destpêkirina dewra teze ya êrîşan li ser vî bajarî wesifandine ku ji heftiya buhurî va dest pê bûye. Elbete hîn jî riyeke pirr dijwar li pêş e. Divê em li bendê bin ka pêşketinên artêşa Sûriyê û helwsêtên eşkere û ron ên Rûsiye û Sûriyê li dijî pêkhatina Navçeya Firrîn lê Qedexe li esmanê Sûriyê ku roleke bingehîn li şerê dijî komên têrorîst heye, dê tûşî çi bertekan ji aliyê Amerîkayê va bibe.

Xûya ye ku dewleta qanûnî ya Sûriyê tenha alî ye ku dikare li bara pêşeroja vî wlatî biryarê bide. Elbete gotûbêja di navbera dewleta Sûriyê û dijberên ku soza parastina serxwebûn û vîn û irada gelê Sûriyê dane, ji bo bidestxistina rêkara siyasî û lihevkirineke giştalî ku vîna gel û beşdariya hemî qewm û mezheban bigire ber xwe, bijareyeke minasib jibo alîkariya sa çareserkirina qeyrana Sûriyê ye.

Xûya ye ku Komara îslamî ya Îranê ji bo alîkariya Sûriyê di warê şerê dijî têrorîsmê û pêkhatina ewlehiyê li navçeyê da, yê hewildanên xwe bidomîne.

Amerîka jî eger bi rastî li dû alîkariya bo gelê Sûriyê ye divê ku li rêka rawestandina têrorîsmê ku gefek ji bo navçe û cîhanê ye, bixebite.