Îlon 28, 2016 09:44 Asia/Tehran
  • Dewra nû ya nerizamendiya li Herêma Kurdistana Iraqê

Biryar bû sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistana Iraqê, roja 27`ê Îlonê, dest pê bibe, lê ji ber dewra nû ya girev û nerizamendiya mamosteyan li hember wernegirtina meaşên xwe, wezareta perwerdehiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku sala nû ya xwendinê, piştî sê rojan mayîna derengiyê, wê dest pê bibe.

Mamoste û hin karmendên din ên Herêma Kurdistana Iraqê, ji sibeha roja 27`ê Îlonê ve, bona nîşandayîna derengmayînên bi dûhev ên wergirtina meaşan û herwiha eva ku herêmê sedî 50`ê meaşê wan kêm kiriye, grev bi rê xistin û bi awayekî berfire li bajarên curbicur ên herêmê û bi taybet li Silêmaniyê xwenîşandan bi rê xistin.

Mamosteyên Herêma Kurdistana Iraqê ragihandine heya dema ku meaşên xwe bi tûm nestandine naçin ser sinfên dersxwendinê.

Kurdistana Iraqê eva mideheke dirêj e ku tûşî qeyranên siyasî û aboriyê bûye. Qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistana Iraqê ji ber israr û pêgîriya Mesûd Barzanî, li ser berdewamkirina serokatiya herêmê û dewama nakokiya bi Bexdayê re pêk hatiye.

Qeyrana aboriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê jî derengiya li dayîna meaşa mamosteyan û gendeliya rayedarên herêmê digire ber xwe.

Wiha nine ku Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî cida ji hev tûşî van qeyranan bibe belki ew qeyran bi awayekî hevdem di vê navçeyê de hene. niha ku xwenîşandana mamosteyan bûye sedema destpênebûna sala nû ya xwendinê, Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, dil heye ku seredana Bexdayê bike û bi rayedarên dewleta navendî re bona çareseriya nakokiyan û ji wan mijara bûdceya Herêma Kurdistanê, gotûbêjê bike.

Nakokiya di navbera Herêma Kurdistana iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê, li ser bûdceya vê herêmê wê demekê çareser bibe ku dewleta xwecî ya Herêma Kurdistanê li ser xalên din ên nakokbar û ji wan nakokiyên di warê niftê de û herwiha meselên li ser erdan jî girêdaiyê qanûna bingehîn a Iraqê be.

Siyasetên Herêma Kurdistana Iraqê, bi taybet zêdexweziyên wan ên li ser erdan, ji hegerên girîn ên bona destpêbûna operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê ye.

Xwenîşandanên gelanî yên li hember dewleta xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê li halekê bûye wekî pirsgirêkeka ewlehiyê ku li herêmê, di encama gendelî, şerrê dijî DAIŞ`ê û nakokiya bi dewleta Bexdayê re, zêde ji her demeka din, qeyrana aboriyê tê dîtin. Ji ber vêya hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana iraqê li peyamekê ser navê Peyama Hevsengeriyê, ji mamosteyên vê herêmê xwesin ku li gorî rewşa qeyranî ya niha li herêmê, dawiyê bînin girev û xwenîşandanên xwe û nehêlên ku derbe li pêvajoya perwerdehiya li herêmê keve.

Ev peyama ji bo vegerandina aramiyê bo Herêma Kurdistana Iraqê, bibandor e lê wer xuya dike peyamek e ku bona handana hestên mamosteyên nerazî, ji pêş ve hatibe plandarêştin ku hin rayedarên herêmê ew bi rê ve biribin.

Tevî van pirsgirêkan û ji wan qeyranên siyasî û aboriyê, heta hin rayedarên Herêma Kurdistana iraqê, axiftin û îdiayên li ser serxwebûnê yên Mesûd Talibanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, rexne kirine û xwestine ku pirsgirêk li çarçoveya yekperçetiya axa Iraqê çareser bibin.