Dewama nakokîyên kûr di navbera Amerîka û Rûsyayê li bara Sûrîyê da
Civîna awarte ya Konseya Ewlehîya NY li bara Helebê li bakûra Sûrîyê bê encam bi dawî hat.
Civîna awarte ya Konseya Ewlehîya NY li bara Helebê careka din bû qada gêre û gengeşeya nûnerê Rûsyayê ligel nunerên Amerîka, Brîtanîya û Fransayê ku ji ber vê yekê ev civîna bêyî pêngaveke pratîkî kuta bû.
Gêre û gengeşîya li vê civînê di astekê da bû ku dema axavtina Beşar Ceferî nûnerê Sûrîyê li Konseya Elwehîyê, nûnerên Amerîka, Brîtanîya û Fransayê nûnerê Rûsyayê ji ber piştgirîya ji artêşa Sûrîyê dan ber lomeyan û ji civînê derketin.
Vîtalî Çorkîn, nûnerê dayimî yê Rûsyayê li NY di vê civînê da ragihand ku vegera ber bi aştî û ewlehîyê li Sûrîyê bûye babeteke dijwar û nemumkin.
Çorkîn herwiha got: Bi sedan komên çekdar li axa Sûrîyê çalak in ku ev yeka vegera ber bi aştî û ewlehîyê li vî welatî hema bêje nepêkan dike. Wî komên neyarê dewleta Sûrîyê yên çekdar li warê astengîderxistina ser rêka agirbesê tawanbar kirin.
Çorkîn herviha got: Di rewşekê da ku Amerîka hela jî du rojan carekê helwesta xwe diguherîne, muzakireya li bara sazişê li Sûrîyê yê zef dijwar be.
Marîya Zaxarova berdevka wezareta karên derve ya Ûrsêtê jî li bara tawanbarkirina Ûrsêtê ji hêla welatên rojavayî va, bal kişand ser şerê Iraqê û ji nûçegihanê ajansa nûçan a Interfoxs`ê ra got: Berê jî welatên rojavayî ji me dixwestin ku em di alîyê hereketa dîrokê da bimeşin û helwesteke dijber li hemberî dewleta Iraqê nîşan bidin.
Samanta Power nûnera Amerîkayê li NY jî li axavtinekê li Konseya Ewlehîyê ya NY, operasyona Rûsyayê li Sûrîyê `` hovane`` bi nav kir, ne operasyonek jibo sekinîna li hemberî têrorîsmê.
Stêfan Dî Mîstora şandîyê taybet ê NY bo Sûrîyê jî ji endamên Konseya Ewlehîya NY ra got ku tirs û xof ketîye canê niştecîyên deverên bin kontrola serhildêran li bajarê Helebê.
Nûnerê taybet ê NY di eynî halî da pêkutî kir ku hela jî derfeteke kêm jibo wêdadayîna şîdetê û bikaranîna rêçareyeke dîplomatîk heye û got: Zêde ji 500 kesî di encama êrişên çend rojên buhurî li Helebê da hatine kuştinê.
Di vî halî da nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY got: Sûrîye girêdaîyê têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye û heta ji bihosteke axa xwe jî derbas nabe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Beşar Ceferî duh li civîna taybet a Konseya Ewlehîyê herviha got: Helwest û pêngavên sîyasî li bara qeyrana insanî, wê dirêjtir dikin û êş û derdên gelê Sûrîyê jî zêdetir dikin û dibin sedema berfiretirbûna têrorîsmê.
Wî herwiha got: Nûnerê Îngilîsê ku yek ji sê daxwazkirên birêxistina vê civînê ye, îdia kir ku Sûrîye li ber têkçûn û mirinê ye, ez jî di bersiva wî da dibêjim ku welatê min têk naçe û gotinên wî di asta nunerê welatekî endamê dayimî yê Konseya Ewlehîya NY da nînin.
Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY herviha got: Ez van sê nuneran dilnîya û piştrast dikim ku dewleta Sûrîyê yê Helebê tam ji destê têrorîstan derîne û heke endamên vê sazîya navnetewî tenê paytextek hene, Sûrîyê du paytex hene û ew Heleb û Şam in.
Ceferî herviha got: Van sê welatana ku xwestine ev civîna bê lidarxistinê heta niha 13 caran hewldana Konseya Ewlehîyê jibo şermezarkirina teqînên bi saya maşînên bombekirî, xwekujî û bombebaranan pêrgî işkestê kirine.
Wî herwisan got: Van welatana hewldana dostên me li Konseya Ewlehîyê jibo mehkûmkirina têrorîstan tûşî işkestê kirine.