Îlon 26, 2016 13:48 Asia/Tehran
  • Çawanîya serederîya ligel Tevgera Gulen bûye sedema nakokîyê di navbera AKP`ê û opozosyona Tirkiyê

Gotinên vê dawiyê yên serokê Partiya Komaraxwaz a Gel (CHP), Kemal Kiliçdaroglu li bara reftara nedadmendane ya dewletê û teşkîlata dadweriya vî welatî li hemberî tevgera Fethullah Gulen rastî berteka serokwezîrê Tirkiyê hat.

Serokê Partiya  Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê vê dawiyê li civînekê, dewleta Tirkiyê rexne kiribû  û gotibû ku dewlet carnan li hilkolandina dosiya tawanbarên ser bi  tevgera Fethullah Gulen adilane reftarê nake.

Lê li bersiva  van gotinan, Bînalî Yildirim got ku dewlet  li bara jêpirsînên  li dosiya Gulen gellekî hestyar reftarê dike.

 Yildirim heta bal kişand ser vê meselê jî ku  li hevdîtina  xwe ya vê dawiyê tev  Kiliçdaroglu serokê partiya dijberê dewletê piştgirîyê dide pênagvên dewlwetê jibo rawestana li hember tevgera Gulen.

Serokwezîrê Tirkiyê heta bal kişand ser vê meselê jî ku tevgera Gulen rêxistinek e ku  xwediyê peywendiyên pirr lihevalyayî û nepenî ye û Tirkiye piştî jiholêrakirina tam a vê gefê dê dilniya bike ku şaşitî û xetayên muhtemel çareser bike. Loma hin bername û komîsyon jibo garantîkirina cihanîna edaletê jibo her kesî pêwîst e.

Ji aliyê din ve  serokwezîrê Tirkiyê li rewşekê behsa reftara bi îhtiyat a dewlet û teşkîlata dadweriyê ya vî welatî li hemberî alîgir û endamên tevgera Gulen kiriye ku hin  derdûdorên  navxweyî û biyanî çawaniya reftara dewleta Tirkiyê li hember wêdebirina  alîgirên Gulen li navend û saziyên dewletî bi tundî rexne dikin. Dewama pêla berfireh a derxistina van kesana ji dezgehên  hîndekariyê, zanîngehan, saziyên eskerî û ewlehî, întizamî û dadwerî û kargêrîyê li vê çarçêvê tê nirxandinê.

Lê serokê CHP ku ji siba  darbeya  neserketî ya 15 Tîrmehê va bi piştgiriya ji dewletê li hember darbekir û tevgera Gulen bertek nîşan da her wiha  ser vê bawerê ye ku  divê dewleta Tirkiyê li hember vê komê bertekeke tundtir nîşan bide. Hevdengbûna Kiliçdaroglu tev rayedarên dewleta Enqerê derheq pêwîstiya radestkirina  Gulen bo Tirkiyê ji aliyê Emerîkayê û gotinên tund ên  wî li dijî Waşengtonê jibo piştgiriya ji mesela radestkirina Gulen li vê çarçovê tê nirxandinê. Lê hin derûdorên siyasî ser vê bawerê ne ku herçend gotinên  serokê CHP ji aliyekê ve piştgiriya  ji helwestên dewletê li hember tevgera Gulen in lê, ji aliyê din ve gotinên wî dikarin bibin sedema  handana dewletê bo hereketa  ber bi qeyrana civakî û siyasî be.

Li gor bawera çavdêran, tevgera Gulen û AKP di astekê de dijberê partiyên  layîk ên Tirkiyê ji wan CHP`ê  ne, loma rêberên  vê partiyê hez dikin ku  yek ji hevrikên xwe bi destê hevrikekî din ji meydana  alûgurên siyasî û civakî yên Tirkiyê wêde bibin an  bandor û desthilta wê pirr kêm bikin. Rûbirûbûna tevgera Gulen û AKP`ê ku serokên  wan beriya bidesthilatbûna  AKP`ê hevpeymanên hev bûn û niha derketien pêşberî hev jibo partiyên hevrik û dijberê dewleta Tirkiyê wekî derfetekê tê hesabê ,loma li gor wan her çiqasî ev  hevrikiya  girantir be dê rê jibo bidesthilatbûna  partiyên hevrik xweştir bibe.  Tevî ku wateya gotinên  Kiliçdaroglu derheq reftara neadilane ya dewletê li hemberî tevgera Gulen dê bibe sedema  pêwîstiya  zexta  zêdetir a dewletê ser vê tevgerê  ku tê wateya pêkanîna pirsgirêkeke giran û demdirêj li civakê jibo partiya serdest. Rewşa ku renge  bersiva  serokwezîrê Tirkiyê bo serokê partiya hevrik bikaribe  bersiveke hişmendane û dîplomatîk bizanin bêyî ku  di rastiyê de zexta dewletê û teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê ser tevgera Gulen kêm bibe.