Îlon 19, 2016 20:21 Asia/Tehran
  • Ewlehî û pêwîstiyên wê li gor nêhrîna rêberê mezin ê inqilabê

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî Rêberê giranqedr ê Inqilaba îslamî ya Îranê duh yekşemê li hevdîtina ligel beşdarên li civîna seranserî ya fermandarên Sipahê pasdarên Inqilaba Islamî , ewlehî babeteke herî girîng a mijara pêşketina menewî û madî bo civatê daye zanîn.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî  destnîşan kir  ku yek  ji erkên Sipahê Pasdaran dabînkirina ewlehiya navxweyî û derveyî ye û eger ewlehiya derveyî tinebe û li derveyî sînoran rê li dijmin neyê girtin, wê ewlehiya navxweyî jî ji nav here.Roja îro gefên zav li derûdora Îranê hene ku para pir a wan gefan ji aliyê hêzên biyanî ser navçê tehmîl bûye.

Îrana islamî bi palpiştiya armanc û hedefa Înqilaba Îslamî li ber van gefana sekiniye û armanceke Înqilaba Îslamî meşyana ber bi cîhaneke êmin û dûr ji serdestiya qawetên serdestxwaz e.

Rewşa îro li navçê nîşana vê rastiyê ye ku her çiya ku roja îro li pergala navnetewî derbas dibe, bi rastî jî li warê ewlekariyê sedema çêbûna fukaran e.

Li danûstandinên cîhanî, hîn jî welatên serdestxwaz dixebitin ku desthilata xwe ser welatên din ên cîhanê zêde bikin.

Liv û tevgerên welatên serdestxwaz û xwetêkelkir bona destpêkirina şeran û zêdekirina reftarên fanatîk û xwetêkeliya li nav karûbarên hundirî yên welatên navçê, çi veşartî û çi jî eşkera, hemû nîşana mentiqa serdestxwazî ya welatên koloniyalîst e.

Şêretên rêberê mezine inqilabê bi welatên navçê jî hema li ser vê yekê ye ku li rewşa niha pêwîste ev welatana hişyar bin  , wî gote hinek ji berpirsên welatên cînar ku Eger hişiyar nebin û fêl û fendên pergala desthilatdar a Amerîkayê tênegihêjin û bi bişirînên wan bên xapandin, renge ewna njî 50 heta 100 salî paşda bikevin`.

Li rewşwkî wiha dabînkirina ewlehiyê ji bernamên sereke tê hisab û bona vê ewlehiyê hinek babet pêwîstin ku yek ji wan naskirina rewşa nihaye navçê û babeta din jî naskirina gef û xeteran e.

Roja îro ev naskirina  pê behregirtina ji tecrubên berê zêdetir bûye û qudreta nerm a Komara îslamî ya Îranê pêk aniye.

Li vê barê rênberê giranqedr ê inqilaba îslamî gote qumandên Sipahê Pasdaran ,Parastin bi wateya sekinîna li zemanê nine, belki divê hevgavê guhertinên alav û amorên pêşketî yên dijmin, Sipah jî qîma xwe bi pêşketinên xwe li warên zanist û têknolojiyê neyne û meşa ber bi pêşda neyê rawestandin.Rêberê inqilabêsembolên hêza nerm a Komara islamî nebawerbûna tam û tekûz li welatên hêzxurt û serdestîxwaz û di serê wan da Amerîkayê da zanîn û destnîşan kir: Ev nebawerî divê roj bi roj berfirehtir bibe.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bê baweriya tam derheq Amerîkayê encama aqilmendiya ji ber fikr û tecrube û kûrbîniyê da zanîn û got: Mijara dijminatiya digel Amerîkayê di heyama salên piştî Inqilaba Islamî ya Îranê û di rûdanên vê dawiyê yên gotûbêjên navokî û mijarên din hatiye dîtin û gotûbêja digel Amerîkayê ne tenê tu sûd û feydeya xwe tine, belki bi ziyan jî heye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Armanca pêgiriya Amerêîkayê li ser gotûbêja ligel Îranê li bara mijar û meseleyên rojavaya Asyayê bi taybet Sûriye, Iraq, Libnan û Yemenê girtina rê li ber hebûna Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê wek hokara sereke ya têkçûnên Amerîkjayê, da zanîn.