Îlon 16, 2016 17:47 Asia/Tehran
  • Cinayetên Rejîma Siyonîst û piştevaniya Amerîkayê

Rejîma Siyonîst bêyî berçavgirtina rexneyên navnetewî, dewamê dide cinayetên xwe dijî gelê Filistînê û Amerîka jî piştevaniya vê rejîmê dike.

Navenda ragihandinê ya Filistînê ragihand; Rejîma Siyonîst bûdca çêkirina tonila mezin di navbera Eyî Selwan û Mescidul-Eqsayê li bajarê dagîrbûyî yê Qudsê û çêkirina bajarê torîstî yê cihûtêda li bin vê mizgeftê pejirand.

Rejîma siyonîst hîn jî dewamê dide cinayetên xwe, ji ber ku ev rejîma bê xîm û binyat e.

Îsrayîl li navça rojavaya Asiyayê ye û ew erdê ku niha li destê vê rejîmê ye, erdê filistîniyan e ku vê rejîmê dagîr kiriye.Yanî huwiyeta cugrafiyayî ya vê axê ku li destê siyonîstan da ye israyîlî nîne, belkî huwiyeta ku vê rejîmê li vê navçê heye mezhebî ye.

Pişkek berbiçav ji cihûyên ku niha li erdên dagîrbûyî dijîn ji welatên din çûne wê derê û pê ew hêviyên pûç ku Rejîma Siyonîst ji bo van cihûyan çêkirine, niha çûne van erdên dagîrbûyî yên filistîniyan û li wê derê dijîn.

Ya rast ji çar faktorên erd, xelk, dewlet û hakimiyetê ku bona pêkhatina welatekê hewcetî bi wan heye, Rejîma Siyonîst du faktorên sereke yanî erd û xelk tunene.

Rejîma Siyonîst pê dewama cinayetên xwe dixebite ku wan du faktorên ku tune bi curekê bi dest bixe.

Desteya wezîran a Rejîma Siyonîst pê bajarokçêkirinên siyonîstî û çêkirina bajarên cihûtêda dixebitin ku van du pirsgirêkan çareser bike.

Rejîma Siyonîst pê dewama dagîrkeriyê dixebite pirsgirêka nebûna erdê xwe çareser bike û herwisa pê handana ciyûyan bona barkirina ji welatên din bo erdên dagîrbûyî wisa propagandê bike ku vê rejîmê heşîmeta pêwîst bona çêkirina welatekî heye ku helbet heta niha van cinayetên Rejîma Siyonîst serê xwe negirtine.

Tevî rexneyên berfireh ên saziyên navnetewî û welatên cîhanê û şexsiyetên siyasî yên cîhanê hîn jî ev rejîma dewamê dide bajarokçêkirinên xwe.

Her di vê çarçîvê da grûpa mafê mirovan ya ser navê ``Aşitî Niha`` roja 14 Îlona sala 2016 ragihand ku Rejîma Siyonîst di şeş mehên destpêka sala 2016 çêkirina hezar û 195 malan destpê kiriye ku anegorî 6 mehên dudyan ên sala 2015 ji sedî 40 çêkirina malan ji bo siyonîstan zêde bûye.

Vê saziyê herwisa destnîşan kir; Telavîvê ji destpêka sala 2016 îzna çêkirina du hezar û 623 malan li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê derxistiye.

Israyîlê ji sala 1967 heta niha zêde ji 230 bajarok li erdên dagîrbûyî yên filistîniyan çêkirine ku niha zêde ji nîv milyon kes di nav van bajarokan da dijîn.

Her çend rexneya ji çêkirina bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst va her ku diçe zêdetir jî dibe lê ji ber piştevaniya Amerîkayê ji vê rejîmê, ev rexneyên dijî siyonîstan bê encam bûne.

Her di vê çarçêvê da Amerîkayê li 14 Îlona sala 2016 peymannama herî mezin a eskerî ya xwe tev Rejîma Siyonîst îmza kir.

Li gorî vê rêketinê Rejîma Siyonîst bo mudeha 10 salan û ji sala 2018 şûnda yê salê 3 milyard û 800 milyon dolar û sercem 38 milyard dolar alîkariyên eskerî ji Amerîkayê wergire. Herviha artêşa Rejîma Siyonîst bombên xoşeyî, radarên pêşketî, firokên K-46 yên şerî, firokên şerî yên F-35 ku hîn tu welatek ji van cure firokan tunene yê ji Amerîkayê bistîne.

Piştî vê rêketinê Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst bilî dîrokî û bêmînak zanîna vê rêketina tev Amerîkayê, ji Barak Obama serokkomarê Amerîka qedrzanî kir û îdia kir ji ber vê rêketinê, karayiya eskerî ya Îsrayîl li deheka tê yê zêdetir bibe.