Berteka rayedarên iraqî li hemberî mudaxileyên Amerîkayê
Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm li hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, diyarkirina aliyên beşdar li operasiyona azadkirina Musilê mafê dewleta Iraqê da zanîn.
Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm desnîşan kir ku dewleta Iraqê heqê xwe heye aliyên ku divê li operasiyona derxistina bajarê Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê beşdar bibin hilbijêre.
Emar Hekîm li vê hevdîtinê de xwest ku grûp û xelkê Iraqê hevgirtina xwe xurt bikin. Alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken berî hevdîtina bi Hekîm re bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin pêk anîbû û pêra ser operasiyona azadkirina Mûsilê û hevkariya du welatan li warê şerê li dij terorîzmê û rewşa Iraqê ya piştî nebûna DAIŞ`ê axivtibû.
Zêdebûna hevdîtin û gotûbêja rayedarên amerîkî bi rayedarên Iraqê re li van mehên dawiyê ji bo xurt û qahêmkirina huzûr û hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê bi mihaneya şerê li dij terorîzmê bûye sedema çêbûna fukaran ji bo grûp û kesayetiyên Iraqî, loma ew dewleta Iraqê hişyar dikin ku haya wê ji fitne û komployên nû yên Amerîkayê hebe û neyê xapandin.
Rast e derûdorên amerîkî hedefa sefera rayedarên amerîkî bo Iraqê ji bo xurt û qahêmkirina hevkariyên du welatan li warê şerê li dij terorîzmê didin zanînê, lê piraniya grûp û kesayetiyên iraqî bawer in hedefa van liv û tevgerên Amerîkayê zêdekirina hêzên amerîkî û xurtkirina hebûna leşkerî ya vî welatî li Iraqê ye û li vê çarçovê de ew hewldide ku li serkevtinên hêzên iraqî li hemberî terorîzmê bi taybetî li serkevtina nêzîk ya li dij DAIŞ`ê li Mûsilê bibin xwedî par û pişk.
Bê baweriya iraqiyan derheq Amerîkayê ji vê yekê çavkanî digire ku vî welatî soz û qirarên xwe li bara Iraqê cih neanîne bi taybet li bara şandina çek û sîlahan ji bo hêzên iraqî, çûnku ev hêzana bona jinavbirina terorîzmê pir hewcedarê çek û sîlahan in.
Piştî ku hêzên Amerîkayê li sala 2011 neçar man ku terka Iraqê bidin, cardin terorîzmê bi taybet grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji rayedarên amerîkî re derfet çê kir ku bi mihaneya şerê li dij terorîzmê û hevkariya bi Iraqê re ji bo vê hedefê, ew bikevin fikra xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê. Lê li pratîkê em dibînin ku hewldanên Amerîkayê yên ser navê şerê li dij terorîzmê ji wan pêkanîna Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dij DAIŞ`ê , ti bandoreke berbiçav ji bo jinavbirina vê diyardeya reş an bo lawazkirina wê tine bûye. Ji xwe berfirebûna terorîzmê li navçê de bi taybet li Iraqê di encama siyasetên amerîkayê bi xwe de pêk hatiye û her ev mesela bûye sedem ku Amerîka wê wek darê destan ji bo anîna zorê ser dewleta navendî ya Iraqê bikar bîne
Ji aliyê di ve serkevtina hêzên gelanî yên Iraqê li dij terorîzmê bû sedem ku Amerîka û hevpeymanên wê yên navçê boxtanên curbicur li wan girê bide . Li vê rewşê de Amerîka hez dike ku hêzên gelanî li şerê azadkirina Mûsilê beşdar nebin û li hevdîtina bi rayedarên iraqî vê xwesteka xwe tînin ziman û ji aliyê din ve dixwazin ku hêzên amerîkî li vî şerî de beşdar bibin, her ev mesela bûye sedema berteka tund a kesayetiyên Iraqî yên wekî Emar Hekîm. Amerîka bi van siyasetên xwe hewl dide ku piştî jinavçûna DAIŞ`ê li Iraqê, bikaribe fitne û pîlanên xwe li Iraqê bişopîne.
Li vê mijarê de derûdorên siyasî rayedarên Iraqê hişyar dikin ku Amerîka dixebite bi stratejî û bernamên nû li Iraqê yên wekî perçekirina vî welatî berjiwendiyên xwe bi dest bêxe.
Li vê navberê de rayedarên iraqî bi fêmkirina rewşa hestyar a Iraqê û bi agahiya derheq plan û bernamên Amerîkayê li Iraqê dixebitin bi palpiştiya hêzên iraqî û alîkariya welatên dost û heval komployên Amerîkayê bê encam bikin û ji civaka cîhanî dixwazin ku piştgiriya hêzên iraqî li şerê li dij terorîzmê bike.