Şirove - Koma têrorîst a Munafiqînê hema wisa di bin sîvana piştgiriya Amerîkayê da ye
Dewleta Iraqê ragihand ku dawîn koma endamên koma têrorîst a Munafiqînê ji kampa xwe li Iraqê derketin û berê xwe dan Albaniyê.
Li beşek ji daxuyaniya roja şemiyê ya nivîsgeha Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê li vî warî da hatiye ragihandin ku dewleta Iraqê bi tamî dawî li hebûna endamên koma têrorîst a Munafiqînê li axa vî welatî anî û ev dosye girêda. Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) û Bexdayê di meha Kanûna sala 2011`an da li ser veguehstina derdora sê hezar kes ji endamên may
î yên vê koma têrorîst ji Kampa Eşrefê li parêzgeha Diyaleyê bo Kampa Lîbirtiyê ku navenda leşkerî ya berê ya Amerîkayê bû lihev kirin. Rêxistina Munafiqînê ji ber berboriya xwe ya sûcdariyê li Iraqê tûşî hêrsbûna gelê vî welatî bûye.
Dewleta Iraqê bi caran ji koma Munafiqînê xwestibû ku vî welatî birterkînin, lê piştgiriya Amerîka û Ewropayê ji vê komê rê li ber derketina tam a van têrorîstan ji axa Iraqê girtibû. Amerîkayê bi kiryareke biarmanc piştgiriya ji vê koma têrorîst xiste rojeva xwe û tevî viya ku pêştir ev rêxistina xistibû nava lîsteya komên têrorîst, lê bi vegereke hesabbûyî ev koma ji nav lîsteya komên têrorîst derxist û xiste bin sîvana piştgiriya xwe. Niha jî rayedarên amerîkî bi awayekî wan didin nasandin ku qey ti haya wan ji kiryarên têrorîstî û berboriya vê komê tine.
Koma têrorîst a Minafiqînê ji yekem salên serketina Inqilaba Islamî bi saya bikaranîna kiryarên çekdariyê li hemberî Komara Islamî ya Îranê sekinî.
Vê koma têrorîst di salên deheya 60`ê ya koça tavî (deheya 80`ê ya zayînî) û piştî wê bi bombedanîn û têrorkirinê zêdetir ji 17 hezar kes kirin gorî. Amerîkayê di tevayê salên buhurî da bi xapandina raya giştî dewsa têkoşîna li hemberî têrorîsmê piştgiriya xwe ya ji têrorîsmê niximandiye û kiryarên têrorîstî yên koma têrorîst a mUnafi9qînê bi navê çalakiya siyasî ji bo qaşo Têkoşînê pîne kiirne.
Rojnameya Wall Street Jornal`ê di Cotmeha sala 1994`an da ji zarê Hîllarî Klînton berendama niha ya serokomariya Amerîkayê nivîsî: `Sedamî zêdetir ji artêşa xwe pêbaweriya xwe bi Mucahidînê (Koma têrorîst a Minafiqînê) tanî`.
Endamên koma têrorîst a Minafiqînê wek artêşa taybet a Sedêm hatin bikarwergirtin û destê wan li serkutkirina hovane ya gelê başûrê Iraqê di sala 1991`ê da hebû. Niha jî Erebistan wek hevpeymana navçeyiya Amerîkayê piştgiriya xwe ji vê koma têrorîst ragihandiye ta ku wan wek darê destan ji bo tevgerên xwe yên navçeyî bi kar bîne.
Mek Kîn sênatorê amerîkî û Êd Roîs serokê komîteya peywendiyên derve ya kongreya Amerîkayê ji veguehstina dawîn endamên koma têrorîst a Minafiqîmnê ji Iraqê bo Albaniyê pêşwazî kir û bi daxuyaniyekê careke din soza Amerîkayê ji bo parastina Munafiqînê bi bîr xist.
Mek Kîn ji dewleta Albaniyê ku piraniya endamên Munafiqînê li axa xwe wergirtine ra got: Ez ji dil va sipasiya dewleta Albaniyê dikim ku bi wergirtina van kesan bû sebeb ku ev pirsgirêka mirovî çareser bibe.
Lê hinek ji navendên nûçevanî û siyasî li gorî pirsgirêkên Albaniyê û eva ku ev welata tûşî pirsgirêkên wek rebentî û bêewlehiyê bûye, ji hêleke din va ev kiryara dewleta Albaniyê hilkolandin.
Malpera kovara Hafington Post`ê demek berî viya li raporekê nivîsî: Hewildanên Albaniyê ji bo reformkirin û xurtkirina saziyênn siyasî, ewlehî, dadwerî û medenî yên vî welatî dema ku gefa hatina endamên vê koma têrorîst a bednav (Munafiqînê) ji Iraqê bo vî welatî neyê berçavgirtin,, dlê lawaz bibin.
Piştgiriya eşkere û nepenî yên Amerîkayê ji koma têrorîst a Munafiqînê vê peyamê digihîne guhên her kesî ku Waşîngton hemam wisa piştgira komên têrorîst e û ti ferqê nake ku ewna endamên koma têrorîst a Munafiqînê an têrorîstin ji cûreya DAIŞ`ê ne.