Rexneya tund a Ûrsêtê ji daxûyaniya YE
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i213922-rexneya_tund_a_Ûrsêtê_ji_daxûyaniya_ye
Ûrsêtê daxûyaniya berpirsa siayseta derve ya YE`yê êi bara boykotkirina vî welatî dûrî insafê zanî. Wezareta karên derve ya Rûsiyê bi daxûyaniyekê helwesta vê dawiyê ya Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê ku ji civaka cihanî xwestiye Ûrsêtê boykot bike, neinsafî wesif kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 21, 2016 11:42 Asia/Tehran
  • Rexneya tund a Ûrsêtê ji daxûyaniya YE

Ûrsêtê daxûyaniya berpirsa siayseta derve ya YE`yê êi bara boykotkirina vî welatî dûrî insafê zanî. Wezareta karên derve ya Rûsiyê bi daxûyaniyekê helwesta vê dawiyê ya Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya YE`yê ku ji civaka cihanî xwestiye Ûrsêtê boykot bike, neinsafî wesif kir.

Di daxûyaniya wezareta karên derve ya Ûrsêtê da hatiye: Daxûyaniya Mogêrîniyê li bara Kirîmê da sedema heyret û bêrêziya li zêde ji 2 milyon kes ji nişteciyên vê deverê ye. Wezareta karên derve ya Rûsiyê her wiha ji YE xwest ku bala xwe bide ser binpêkirina rastî ya mafên nişteciyên Kirîmê di encama dorpêça ji hêla enerjî, av, xwarek û tranzîtê da. Berpirsa siyaseta derve ya YE`yê, bi daxûyaniyekê wekî nunera wezîrên karên derve yên 28 welatên endamê vê yêketiyê xwest ku civaka cîhanî Moskovê boykot bike. Di daxûyaniya Mogêrîniyê da xistina Kirîmê ser axa Ûrsêtê hatiye mehkûmkirin û Mogêrîniyê gotiye ku YE ser vê bawerê ye ku xistina Kirîmê ser axa Ûrsêtê binpêkirina qirarên navnetewî û xeterek bo ewlehiya cîhanî ye.

Amerîkayê jî vê dawiyê pêkutî kir ku boykotên dijî Ûrsêtê yê wê demê bên rakirinê ku Kirîmê bizvire ser axa Okraynê. Di vî warî da Can Kêrbî berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê pêkutî kir ku boykotên dijî Ûrsêtê heta dema ku dagirkirina Kirîmê berdewam e, yê bidomin. Rûsiyê di 18`ê Adara sala 2014`ê da piştî birêxistina rapirsiyekê li nîvgrava Kirîmê ku pirraniya nişteciyên wê dengê erê dan cidabûna vê deverê ji Okraynê û ketina ser axa Ûrsêtê, bi îmzakirina peymanekê ev nîvgrava xiste ser axa xwe.

Wer xûya dike ku siyaseta welatên rojavayî li hemberî Ûrsêtê ku ser bingeha dewama boykotên dijî Moskovê heta dema qebûlkirina daxwazên wan ji aliyê Moskovê va ye, yê berdewam be.

Di vê çarçovê da meriv dikare daxûyaniya vê dawiyê ya Mogêrîniyê û daxwaza wê ya dewama boykotên YE dijî Ûrsêtê wekî helwesta hevpar a YE û Amerîkayê li hemberî Moskovê bizane.

Xala berbiçav û balkêş pêkutiya vê dawiyê ya Waşîngton û Brûkslê ser mesela zivirandina nîvgrava Kirîmê ser axa Okraynê wekî daxwaza welatên rojavayî ye. Wer xûya dike ev daxwaza Mogêrîniyê ji aliyê welatên rojavayî va hatiye pêşwazîkirin.

Bi awayekî ku Stêfan Diyon wezîrê karên derve yê Kanadayê ragihand ku lîsteya boykotên dijî Ûrsêtê bi hegera qeyrana Okraynê berfire kiriye. Li gorî gotina wî, ev pêngava Kanadayê di çarçova piştgiriya ji hewldanên navnetewî bi merema peydakirina rêbazeke dîplomatîk bo qeyrana Okraynê tê rakirin.

Bi vî awayî vî rayedarê kanadayî hewl daye ku heceta berfirekirina boykotên dijî Rûsiyê, zordayîna ser Moskovê bo qebûlkirina rêbaza siyasî bo qeyrana Okraynê bizane.

Lê helwest û kiryarên Ûrsêtê di van 2 salên dawiyê da nîşan dane ku ew bi tu awayî naçe bin barê rêçareyên sepandî li bara qeyrana Okraynê.

Di rastiyê da welatên rojavayî nêzî 2 sal in ku helwesteke bikîn dijî Ûrsêtê li warên curbicur girtine ber xwe û pêngavên giştalî bo danîna sînoran ser riya Moskovê rakirine.

Pêngavên hanê warên dîplomatîk, aborî, ticarî, ewlehî û leşkeriyê digire ber xwe. Armanca welatên rojavayî di warê aboriyê da eva ye ku bi saya boykotên curbicur û lawazkirina berdewam a aboriya Ûrsêtê li dawiyê Moskovê neçar bikin ku şert û mercên welatên rojavayî di warê çareserkirina qeyrana Okraynê da qebûl bike. Lê qet wiha xûya nake ku Moskova ku karî qeyrana Okraynê wekî derfeteke zêrîn bo bidestxistina dubare ya nîvgrava Kirîmê bi kar anî, xwe li hemberî daxwazên welatên rojavayî têkildarî vegerandina nîvgrava Kirîmê ser axa Okraynê bitewîne. Meriv dikare pêşbînî bike ku daxûyaniya vê dawiyê ya Mogêrîniyê û daxwaza wê ya domandina boykotên dijî Ûrsêtê û gazîkirina welatên din bo boykotkirina Moskovê, tenê yê bibe sedema gurrbûna dijminatiya navbera YE û Ûrsêtê û peywendiyên wan zêdetir aloz bike.